ENQERE - Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê bernameya xwe ya hevdîtinên li Enqereyê diyar kir.
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê ji bo di çarçoveya nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd de bi partiyên koma wan li Meclisê re hevdîtinan bike, çû Enqereyê. Platformê, bernameya xwe diyar kir. Şandeya Platformê dê îro saet di 16.00’ê de li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtinê bike.
Şande dê saet di 19.00’ê de jî bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan re hevdîtinê bike. Cihê hevdîtinê hêj zelal nebûye.
SERDANÊN SIBE
Sibe saet di 11.00’ê de şande dê bi Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike. Ji ber ku Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari sibe li Enqereyê nîne lewma dê tev li hevdîtinê nebe.
Şande dê saet di 13.00’ê de bi Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû re hevdîtinê bike. Cihê hevdîtinê zelal nebûye. Şande dê sibe saet di 16.30’ê de jî bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re hevdîtinê bike.