ÎZMÎR - Rêveberên EGE-TUHAYDER û ÎHD’ê bal kişandin ser nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd û gotin: “Heke dewlet jidil be divê weke gava ewil girtiyên nexweş berde.”
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a 27’ê Cotmeha 2024’an li girtîgehan 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên Wezareta Dadê jî di 11 mehên ewil ên sala 2024’an de li girtîgehan bi giştî 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
Nûnerên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) û Şaxa ÎHD’a Îzmîrê têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd û rewşa girtiyên nexweş axivîn.
'BIRÎNA KÛR’
Rêvebera EGE-TUHAYDER’ê û dayika rojnamegerê girtî Devrîm Ayikê, Hulya Ayik got ku rewşa girtiyên nexweş ji bo îktîdarê ezmûna jidilbûnê ye. Hulya Ayik, bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û got: “Zextên îktîdarê hêj didomin. Divê her du alî gav biavêjin ku pêvajoyek çêbibe. Geşedanên heyî erênî ne lê nabe ku weke lûtkfekê pêşkeşî me bikin. Heke bi rastî jî aştiyê bixwazin, divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Heke dewlet jidil be, bila girtiyên nexweş berde. Kurê min Devrîm yek ji girtiyên nexweş e. Derziyeke ku nahêle nexweşiya wî veguhere penceşêrê bi kar tîne. Ev derzî pir biha ye. Bijîşk jê re dibêjin; ‘Ev derziye biha ne, em êdî nedin te. Dewleta me guneh e.’ Madem dewleta we guneh e, wê demê bihêlin bila girtî derkevin û malbat wan tedawî bikin. Girtiyên nexweş, mijara herî girîng a welêt e. Divê bên berdan. Girtiyên nexweş, birîna me ya kûr in. Divê azad bibin û mafê wan ê jiyanê bê cîbicîkirin. Em qebûl nakin ku ev bibe mijara bazariyê.”
ZEXTA KELEMÇEYÊ
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Girtîgehên Herêma Egeyê ya Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek jî anî ziman ku girtiyê nexweş nayên tedawîkirin an jî tedwiya wan tê vehêlandin. Çîçek, got: “Lêgerîna tazî û lêgerîna nava dev li wan ferz diki. Girtî li dijî vê derdikevin û piştre dibêjin ‘nexweşî tedawî red kir.’ Her wiha li Girtîgeha Kiriklarê sepana cotkelemçeyê heye. Girtî vê sepanê qebûl nakin lewma nayên tedawîkirin.”
'JI BO TEHLIYEYÊ HEWCEHÎ BI PÊVAJOYÊ NÎNE’
Çîçek, ji bo gotinên Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fethî Yildiz jî wiha got: “Yildiz qala aliyê hiqûqî dike. Ev yek nîşan dide ku pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê derfetê dide ku girtiyên nexweş li derve bên tedawîkirin. Ji bo vê hewcehî bi qanûneke taybet nîne. Heke bi qanûnên xwe bikin, bi rehetî dikarin berdin. Heke qala pêvajoyekê were kirin, divê rewşa girtiyên nexweş nebe mijara bazariyê. Divê tavilê bên berdan. Ji bo berdana girtiyên nexweş hewcehî bi pêvajoyê nîne. Ev yek ne exlaqî ne jî wijdanî ye. Efûya girtiyên nexweş û yên temenê wan mezin di destê serokkomar de ye. Çima vê rayeyê ji bo muxalîfên nexweş û kal bi kar nayîne? Ev cotstandartî ye çima? Heke wekhev nêz bûbûya, dê girtiyên nexweş bihatina berdan. Her wiha divê saziya îdare û çavdêriyê bê tunekirin. Weke amûra cezakirinê tê bikaranîn.”