ENQERE - Girtî Latîf Mollaahmetoglû dema sewqî nexweşxaneyê dihat kirin hate derbkirin û sepelekî gefa “Min baş di hizra xwe de bicih bike û ji bîr neke, hêj gelek karê min bi te heye” lê xwar.
Latîf Mollaahmetoglû li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind a Îzmîrê tê ragirtin. Dema Mollaahmetoglû birin nexweşxaneyê, di rê de hate derbkirin û gef lê hatin xwarin. Li gorî agahiyên ji malbata Mollaahmetoglû hatine girtin; ji bo randevuya di 24’ê Çileyê de hat xwestin ku Mollaahmetoglû destkelemçekirî bibin cem bijîşk. Mollaahmetoglû li dijî vê rewşê derket. Li ser vê yekê ji hêla leşkeran ve hate derbkirin û bi darê zorê li wesayîta rîngê hate siwarkirin. Leşkeran, di hundirê wesayîtê de sirûdên nîşadperestiyê bi Mollaahmetoglû dan guhdarîkirin.
Mollaahmetoglû, tundiya lê hatiye kirin vegot. Mollaahmetoglû, got ku bi destkelemçekirî birin nexweşxaneyê û li wir xistine hucreyê. Hat zanîn ku leşkeran li vir hewl dane êrişî Mollaahmetoglû bikin û girtiyên din ên di hucreyê de rê li ber êrişê girtine.
SERPEL GEF XWAR
Hat zanîn ku serpelek hatiye cem Mollaahmetoglû û gefa “Vê pir baş di hişê xwe de bicih bike û ji bîr neke, hêj karê min bi te xelas nebûye” lê xwar. Êrişên li dijî Mollaahmetoglû di dema vegerê de jî domiyan. Mollaahmetoglû, ji malbata xwe re got ku serpelekî li ber guhê wî gotiye; “Serpelê min silav ji te re şandine, hêj gelek karê wî bi te re heye.”
'RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ BERPIRSYAR E’
Xwişka Mollaahmetoglû, Dîlan Mollaahmetoglû têkildarî mijarê wiha got: “Heke tiştek bi serê Latîf were, beriya her kesî rêveberiya girtîgehê berpirsyar e.” Endamên malbatên gotin ku têkildarî mijarê serlêdana sûc kirine û banga piştevaniyê li raya giştî kirin.
DI DEMÊN BERÊ DE JÎ HATIBÛ DERBKIRIN
Mollaahmetoglû, dema di sala 2022’yan de birin nexweşxaneyê, nexwest destkelemçekirî were tedawîkirin û leşkeran êriş lê kiribûn. Malbata Mollaahmetoglû bi rêya endamên komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÇHD’a Îzmîrê serî li Serdozgeriya Komarê ya îzmîrê dabûn.
MA / Firat Can Arslan