ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtina duyemîn de gotiye; “Mijûlkirina di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê de, mezintirîn xerabiya li gelên Tirkiyeyê ye.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di civîna koma partiya xwe de li Meclisê axivî. Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî cezayê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş hatiye birîn da û wiha got: “Ev biryar, êriş û derbeyeke eşkere ya li dijî vîna gel û demokrasiya herêmî ye.”
HÛRGILIYÊN HEVDÎTINA LI ÎMRALIYÊ VEGOT
Tulay Hatîmogûllari, têkildarî hevdîtina duyemîn a li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatiye kirin jî wiha vegot: “Gelo di hevdîtina li Îmraliyê de çi hate axaftin? Beguman nexşerêya ji hevdîtina Îmraliyê derketî, ji hêla gelên me ve tê mereqkirin. Beriya hûrgiliyên vê hevdîtinê vebêjim, dixwazim bibêjim ku silavên birêz Ocalan ji bo hemû welatiyan hene.
Birêz Ocalan di hevdîtinê de gotiye ‘xebatên min berdewam in.’ Birêz Ocalan, diyar kir ku di serdemeke dîrokî de ne ku krîzên kûrewî, herêmî û neteweyî li ser hev zêde bûne. Birêz Ocalan gotiye; ‘Mijûlkirina di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê de, mezintirîn xerabiya li gelên Tirkiyeyê ye.'
Rêya parastina civaka Tirkiyeyê û gelên herêmê ya li dijî van krîzan diyar e. Banga birêz Ocalan zelal e. Dixwaze Tirkiyeyê derbasî zemîna demokrasiyê bike û ev yek tekane çareseriya rizgariya ji krîzan e. Birêz Ocalan di vê çarçoveyê de dixwaze ku meseleyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û demokrasiyê bike. Ev yek biisrar dubare kiriye. Mîna birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de gotiye; hevgirtin şirîkatiyên di van qonaxên dîrokî yên krîtîk de, ji bo çareseriyê dê gelek sûdewer bin.
Di hevdîtina 22’yê Çileyê de birêz Ocalan diyar kir ku çareseriya mayinde ya pirsgirêkê bi rêya demokratîk û hiqûqê pêkan e. Birêz Ocalan bi taybet jî li ser van xisûsan sekinî ye; her tim fikara bekayê diafirînin, xweha eniya kedkar û karkeran ji bo polîtîkayên ewlehiyê tê xerckirin, xizanî zêde dibe, bêhiqûqî êdî bûye mijareke jirêzê, kedxwarî zêde bûye, dijminatiya li jin û zarokan zêde bûye û got ku ew amade ye li dijî vê xitimînê nexşerêyekê amade bike.
Anî ziman ku ew amade ye ji bo Tirkiye ji tevahiya prangayên xwe rizgar bibe zemîna xelasiyê amade bike. Belê, em jî dibêjin ku di vê serdema girîng a dîrokî de divê Tirkiye ji hemû prangayên xwe xelas bibe.
Birêz Ocalan di hevdîtina bi şandeya me re de got ku heke nêzikatiya Bahçelî û ya aqilê dewletê bibin yek, dikarin bibin wesîleya aştiyê. Divê îktîdar jî êdî gavên baweriyê çêdikin biavêje. Divê îradeya çareseriyeke xurt nîşan bide.
Aştî li ser zemîna êriş û rageşiyê ava nabe. AKP bi sala ye vê dike û ev yek jî zirarê dide hêviya aştî û demokrasiyê. Di demeke banga destûra bingehîn a nû dikin de xwe dispêrin pirtûka sor a MGK’ê ku weke destûra bingehîn a veşarî tê zanîn. Bi vê helwestê demokrasî nayê. Ev sed sal in ji ber vê hewldana tepisandinê me gelek êş kişandin. Êdî divê wiha nebe.
WERIN EM DENGÊ AŞTIYÊ BILINDTIR BIKIN
Banga me ji bo her kesên demokrasiyê dixwazin ev e; ji DEM Partiyê bawer bin. Tevahiya gelên Tirkiyeyê êdî heq dikin ku bêhnê bistînin. Em tevek jî ji şer û pevçûnan, ji cihêkariyê westiyan. Lewma girîng e ku Tirkiye vê pêvajoyê jidest nede. Bi taybet jî erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê muxalefetê. Werin em bi hevre xwedî li aştiyê derkevin û dengê aştiyê bilindtir bikin.
RÊYA ÇARESERIYA SÛRIYEYÊ MUTABEQETEKE NÛ YE
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha tundî û pevçûnên berfireh hene. Mixabin sivîl hedef tên girtin. Çeteyên Artêşa Netewî ya Sûriyeyê ku bi pereyan şer dikin, kesên nobeta aştiyê dikin qetil dikin. Wan bi xwe ev sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê parve kirin. Êrişên van çeteyan ên li ser sivîlên li Bendava Tişrînê û derdora wê, li dijî hiqûqa navneteweyî ye.
STATUYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ NAS BIKIN
Divê Tirkiye tavilê dawî li pevçûên bi destê SMO’yê didomîne bi dawî bike. Divê ji bo pêşketina pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê sûdewer be. Em bang dikin ku tavilê zemîna muzakere û diyalogê bê amadekirin. Heke Nûnera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Serokkomarê Fransayê re hevdîtinê bike, ma çima bi yê Tirkiyeyê re neke? Mesele, heke Îlham Ehmed li Parlamentoya Ingilistanê hevdîtinan bike, ma çima li Tirkiyeyê neke? Tekane rêya rizgariya Sûriyeyê, mutabeqeta civakî ya nû ye. Çareserî, naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Çareseriya destûra bingehîn a demokratîk, misogeriya hemû gel û baweriyan e.
KOMKUJIYA ELEWIYAN
Di 20’ê Çileyê de li Sûriyeyê bûyereke biêş qewimî. Akademîsyena Elewî Dr. Rahşa El Alî li Humsê hate revandin û piştre cenazeyê wê hate dîtin. Hatibû îşkencekirin, tiliyên wê hatibûn jêkirin. Tekane rêya pêşîlêgirtina van komkujiyan, avakirina Sûriyeya demokratîk e.
HER CARA DERIYÊN ÎMRALIYÊ TÊN VEKIRIN...
Har cara ku deriyên Îmraliyê tên vekirin, israra aştî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê mezin dibe. Hêza tu kesî têr nake ku vê hêviyê tune bike. Em ê bi hev re bi awayekî xurt xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Dem ne dema gotina ‘ez bisekinim, temaşe bikim, bibînim, li mala xwe rûnim û netêkoşim’ nîne. Berevajî vê, divê em tevek bi hemû hêza xwe bixebitin. Ji bo aştiyeke birûmet em ê bi şev û roj bixebitin. Ev têkoşîn teqez dê bi ser keve.”