* Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz ji bo "Ji Bo Azadiyê Mitînga Aştiyê" ya ku wê roja yekşemê li Stenbolê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku divê dewlet gavan biavêje da ku hevdîtinên li Îmraliyê ji daxuyanî û gengeşeyan wêdetir biçe.
* Hevşaredarên Sêrtê ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, di çarçoveya şaredariya civakî de sepana JINKART'ê dan destpêkirin û xwaringeh û tesîsa civakî ya bajêr vekirin. Li bajêr şaredariyê xizmetê bi sê zimanan kir.
* Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûsa Pîroglû ku got "Polîtîkaya aştiyê ya di mejiyê desthilatê de ne aştî ye, teslîmiyetê ferz dike" bal kişand ser sosyalîstan û got: "Divê em ne li bendê bin ku wê ji devê dewletê çareserî derkeve."
* Parazvanê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku divê Abdullah Ocalan bi rêxistina xwe û nûnerên partiyên siyasî re di nava têkiliyê de be û got ku bêyî ku gav bên avêtin banga "çekdanînê" ya desthilatê ne armanceke rasteqîner e.
* Danişîna doza rojnameger Mehmet Şah Oruç ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê bê lidarxistin. (09.00)
* Danişîna doza rojnameger Hakki Boltan ku bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kiriye” tê darizandin, dê li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
* Danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.40)
* Geşedanên têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê dê bên şopandin. (10.00-20.00)
* Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin, dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.30)
* Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li Wan, Hezex a Şirnexê û Nisêbîn a Mêrdînê bên protestokirin. (11.00-17.00)