26 sal in di protestoyên komployê de cih digire: Min xwe bi wî nas kir

  • rojane
  • 09:04 11 Sibat 2025
  • |
img

AMED - Îbrahîm Demîr ku 26 sal in tev li çalakiyên protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan dibe, wiha got: “Min, xwe û gelê xwe bi wî nas kir. Azadiya fîzîkî daxwazeke jêneveger e.” 

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kete sala 26’an. Gelê Kurd, vê komploya behsa xeberê weke “Roja Reş” pênase dike. Ji ber vê jî welatiyên li Kurdistanê di her 15’ê Sibatê de cilên reş li xwe dikin. Li gel vê, bi çalakî û xwepêşandanên cur bi cur protesto dikin. Starta komployê di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hate dayin û girtiyan li dijî vê çalakiyên “Hûn Nikari Roja Me Tarî Bikin” bersiv dan komployê. Ev çalakî di roja me de bi kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” didomin. 
 
Îbrahîm Demîr (62) jî ji sala Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heta niha her sal li qadan e. Demîr, 26 sal in li Amedê tev li hemû çalakiyên şermezarkirina komployê dibe û berteka xwe nîşan dide. 
 
'EM Ê AZADIYÊ DÎSA BIDEST BIXIN’
 
Demîr, got ku wî agahiya anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê dereng bihîstibû û li ser vê yekê çûbû avahiya Partiya Kedê ya Gel (HEP) ku wê demê dixebitî. Demîr, wiha domand: “Wê demê teknolojî pêş neketibû. Tevî vê jî di demekî kin de gelek kes hatin partiyê. Em 40-50 kes bûn lê aliyê dijber bi hovane êriş dikir. Ez ji ser û pişta xwe birîndar bûm. Hêj jî şopên cihê dirûna birîna di serê min de mîna xwe disekinin. Êrişên dijwar bûn lê gel li ber xwe da. Ji wê rojê heta niha êriş tu caran neguherîn. Wê demê tenê êriş dikirin û birîndar dikirin. Lê pergal niha pir guheriye û êriş û astengkirin didomin. 26 sal in her sal em dîlgirtina Rêbertiyê protesto dikin. Lê belê di wê baweriyê de me ku em ê îsal bi ser kevin û azadiyê dîsa bidest bixin.” 
 
'MIN BI WÎ RE XWE NAS KIR’
 
Bi domdarî Demîr ev tişt anî ziman: “Min bi wî re xwe û gelê xwe nas kir. Min fam kir ku em gelekî bindest in. Dema mirov li dîroka cîhanê dinihêre, ji bo tu lîderan kesekî xwe neşewitandiye. Bi dehan hevalên me xwe bi zindî şewitandin. Ev dîrokeke. Di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Wate û qedrê Rêbertiyê ya ji bo gelê Kurd, li cihekî cuda ye. Ji bo vê wateyê jî divê tavilê azad bibe û were nav gelê xwe. Dema em tev li van çalakiyan bûn gelek êriş anîn ser me. Girtin û binçavkirin çêbûn. Tevî vê jî mirovan xwe şewitandin. Ma kî dikare pêşiya vê bigire? Dayikeke me digot; ‘Ez ji mirinê mezintir im.’” 
 
Di berdewamê de Demîr destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tekane kese ku dikare şerê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bide sekinandin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo aştiyê tiştek heye ku heke nebe nabe, ew jî azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Di van pêvajoyan (komplo) de kî hene? Hêzên navneteweyî. Lê çi bû? Rêbertiyê tevahiya van planan vala derxist. Komploya navneteweyî vala hate derxistin. Em dixwazin di vê pêvajoyê de hemû aştîxwaz li qadan bin. Divê her kes ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan li qadan be. Tevî hemû zextan jî em li qadan e.”
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl
 

Sernavên din

16/02/2025
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne
14:35 Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê
14:27 Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
14:20 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
13:37 Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne
13:26 Polîsan kablo birîn û li ser dep alaya tirkan xêz kirin
13:14 Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin
12:39 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:50 Di êrişa dewleta tirk de jinek hate qetilkirin
11:38 Hevşaredar Hatun li qada çalakiyê bang kir: Ji xeletiya xwe vegerin
11:15 Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê
11:13 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:45 Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
10:25 Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin
09:47 Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
09:46 'Di çarçoveya mafê aştiyê de divê Ocalan azad bibe'
09:45 Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin
09:35 Li Akdenîzê serdema qeyûm: Mobîng, gef û qirkirina karkeran
09:35 ‘Gel ji felsefeya Abdullah Ocalan hêzê digirin’
09:11 KON-MED: Em di 15'ê Sibatê de biherikin mitînga Strasbourgê
09:09 Behsa nasîna xwe ya bi Ocalan re kir: Girêdana min a bi têkoşînê re zêde bû
09:04 Di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kir, 17 sal in li benda berdana wî ye
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN
08:48 Nobet di roja 4’an de didome: Gelê Wanê dê dîsa bi ser keve
08:35 Guh nadin berf û zivistanê nobet digrin
07:21 Cemîl Bayik: Nameya Rêber Apo gihîşte me
13/02/2025
16:30 Bertek nîşanî qedexekirina bîranîna Şêx Seîd da: Kurd ev 100 sal in li ser pêya ne
16:20 Nobeta li Wanê: Guh bidin gotinên Ocalan û ji vîna gel re rêzdar bin
16:07 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
15:54 Pervîn Buldan çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
15:42 Nasnameyên 32 welatiyên li Şengalê hatin qetilkirin bi salan piştre hatin eşkerekirin
15:17 Binarê Qendîlê hate bombebarankirin
15:16 Serokkomariya Iraqê ‘Qanûna statuya rewşa kesî’ erê kir
15:09 Di doza Sûrê de 11 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Atalay
14:07 Zengîn a AKP’î ji bo ‘vasî’ li Gergerlîoglû bê tayînkirin serî li dadgehê da
13:03 Komek rewşenbîrên misliman: Divê meclis berpirsyariyê bigire ser xwe
12:39 Nobeta li Wanê didome: Beriya şahiyê gel bicoş e
12:27 Li Xarpêtê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:19 Walîtiyê Amedê bîranîna Şêx Seîd qedexe kir!
12:14 Hêlîn Umît: Naveroka bangê dê di rojên pêş de zelal bibe
11:51 Binçavkiriyên li Stenbolê sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Li Wanê peyama ‘Em berê bi ser ketin, dê dîsa bi ser kevin’
11:31 Zeydan: Wan bi sekna xwe bûye hêvî û serfiraziya her kesî
11:01 Mehmet Ocalan: Çareserî dê ji bo her kesî baş be
10:28 Erdemîrcî: Divê bi ruhê 26 sal berê li pêvajoyê xwedî derkevin
10:25 Gelê Wanê: Em ê şaredariya xwe nedin wan