Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e

  • cîhan
  • 10:36 19 Sibat 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Hiqûqnas Ezio Menzione ku delîlên sûcên şer ên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin pêşkeşî Dadgeha Gelan a Daîmî kir, wiha got: “Sûcê şer ê herî tirsnak, koçberkirina wan e.” 

Di rûniştina dawî ya Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî de biryar hatibû dayin ku Dadgeha Gelan a Daîmî (Permanent Peoples' Tribunal) were avakirin. Rêxistinên civaka sivîl û hiqûqnasan jî ev înîsiyatîfa sivîl di 24’ê Hezîrana 1979’an de ava kiribûn. Rûniştina 54'emîn a Dadgeha Gelan a Daîmî di 5-6’ê Sibatê de li Brukselê hate lidarxistin. Dadgeh, bi rojeva “sûcên şer” ên dewleta tirk ji sala 2018’an heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike civiya. Ji gelek deverên cuda yên cîhanê gelek parêzer tev li bûn û delîlên “Delîlên ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke sûcê şer nîşan didin” hatin pêşkeşkirin. Dadgehê, di biryara xwe de destnîşan kir ku çalakiyên Tirkiyeyê ji bo tunekirina nasnameya Kurdan, hebûna Kurdan û çanda Kurdan tên lidarxistin û êrişên dike li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e. Di biryarê de hat diyarkirin ku heke civaka navneteweyî li dijî êrişên Tirkiyeyê nesekine, dibe ku êrişên Tirkiyeyê bi qirkirinekê biencam bibin. 
 
Parêzerê hiqûqa cezayê Ezio Menzione ku êrişên dewleta tirk di çarçoveya sûcê şer de nirxand û delîlên vê pêşkeşî dadgehê kir, têkildarî dadgehê û êrişên dewlet tirk ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Menzione, diyar kir ku têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên di sala 2018’an de weke şahid beşdarî Dadgeha Gelan a Daîmî bûbû û di rûniştina dawî de jî weke aliyê xwedî îdia beşdar bûye. Menzione, got: “Mîna niha, wê demê jî hikûmeta tirk li dijî Kurdan gelek sûcên şer kir. Îsal ji min hat xwestin ku ez weke kesê xwedî îspat ku dewleta tirk sûcê şer kiriye beşdar bibim. Min jî tavilê got ‘erê.’ Ji ber ku ev gelek girîng e. Dadgeh li dijî Erdogan an jî wezîrên wan nikare biryarekê bide lê belê bûyerên siyasî û dîrokî radixe ber çavan û di raya giştî ya navneteweyî de pir baş tên nirxandin. Biryarên wê di qada navneteweyî de seknekî pir saxlem raber dike.” 
 
'ROJAVA JI BO KURDÊN LI TIRKIYEYÊ MÎNAK E’ 
 
Menzione, got ku têkildarî rewşa Kurdan agahiyên wî hene, li Kurdistanê geriyaye û tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi vê boneyê nas kiriye û ev tişt anî ziman: “Kurdên li Rojava rejîma DAIŞ’ê têk birin. Li qadeke pêdivî bi demokrasiyê hebûyî de tecrûbeyeke nû ya demokratîk dan destpêkirin û ev tecrûbeyeke nûwaza ye. Rojava, ji bo Kurdên li Tirkiyeyê mînak e û Erdogan û hikûmeta wî herî zêde ji ber vê jê nefret dikin. Erdogan û hikûmeta wî dixwazin tecrûbeya demokratîk a Rojava bifetisînin. Lewma her roj êriş dikin.” 
 
'ÊRIŞÎ TEVAHIYA NIFÛSÊ DIKIN’
 
Menzione, destnîşan kir ku dewleta tirk binesaziya herêmê hedef digire û wiha got: “Dema nexweşxane yan jî gundek hedef tê girtin, bandora wê bi wê derê ve bisînor dimîne lê dema binesazî hedef hate girtin, bandorê li tevahiya nifûsê dike. Ev jî dikeve çarçoveya sûcê şer. Lewma jî ez li ser stasyona benzînê ya li Swêdiyê û stasyona avê ya Elokê sekinîm. Di esasê xwe de wê demê tesîsa avê ya Elokê bombebaran nekirin. Santrala enerjiyê bombebaran kirin. Ji ber ku ya ku dike santrala avê bidome, santrala enerjiyê ye. Beriya her tiştekî ev tenê sivîlan eleqeder dike. Ji ber ku santral leşkerî nînin, aydê sivîlan e. Tu eleqeya xwe bi têkoşîna leşkerî nîne. Ev êriş li dijî tevahiya nifûsa herêmê hat kirin. Hema hema pêdiviya av, ronahî û enerjiyê ya milyonek mirovan hat astengkrin. Ev, êrişeke li dijî tevahiya welatiyên Hesekê ye ku herêmeke mezin e.” 
 
'DIXWAZIN KURDAN JI CIHÊN XWE BIKIN, EV SÛCÊ HERÎ TIRSNAK E’ 
 
Menzione, got ku armanca hedefgirtina binesaziyê koçberkirina gel e û wiha pê de çû: “Ev êriş jî mîna yên li Efrînê bi armanca koçberkirinê tên kirin. Tirkiye, tevahiya herêma bin xeta sînor dixwaze. Heke bikare vê bike, heta cihên din jî negire dê nesekine. Ev jî dê bê wateya koçberkirina gel. Zêdetirî 300 hezar kes neçar ma ku koç bike. Dixwaze heman tiştan li herêma bakur bike. Weke mînak, piştî êrişa ser tesîsa avê ya li Elokê, me dît ku malbat koçî herêmên din ên Sûriyeyê dikin. Trajediya herî mezin ev e. Binêrin ka li Xezeyê çi bi Filistiniyan bû. Dixwazin wan ji cihên wan bikin û dê bikin jî. Di vê rewşê de sûcê herî tirsnak ê dewleta tirk li Rojava û Kurdan dike ev e.” 
 
'DÊ BEDELA WÊ GELEK GIRAN BE’
 
Menzione, destnîşan kir ku dewleta tirk ji bo êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koma paramîlîter a SMO’yê birêxistin dike û got: “Piştgiriyê didin cîhadperestan ji ber ku dixwazin li dijî Rojava û Kurdan bi kar bînin. Mecbûrên vê ne lê dê bedela vê alîkariyê bidin. Wan cîhadperestan bi kar tînin. Ew tenê di destê hikûmeta tirk de amûrek in. Û dê bedela vê bidin. Ne tenê ji hêla pereyî ve, dê ji hêla siyasî ve jî bedelekî giran bidin.” 
 
BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ
 
Bi domdarî Menzione bal kişand ser bêdengiya navneteweyî û got: “Ev bêdengî di Dadgeha Gelan a Daîmî de pir zelalî derket holê. Sedema vê jî lihevkirina DYA, Tirkiye û Îsraîlê ya li Sûriyeyê ye. Dê Sûriye bibe 3 parçe. Parçeyek dê ji Îsraîlê re, yek dê ji Tirkiyeyê re û dê çi bi Şamê bibe nizanim. Bêguman mecbûr in ji ber vê rewşê bêdeng bin. Lewma rê dan hikûmeta Tirk ku zextê bike û hewl bide tecrûbeya Rojava tune bike. Tirkiye nikare bêyî erêkirina NY’ê êrişî xaka Sûriyeyê bike. Ev yek, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. NY bloke bûye lewma Dadgeha Cezayan a Navneteweyî di nava krîzê de ye.” 
 
Menzione, diyar kir ku tekane rêya pêşîlêgirtina êrişan ew e ku Rêveberiya Xweser were naskirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê ji bo vê kampanyayek were destpêkirin. Ya girîng ew e ku nîşanî qada navneteweyî bidin ka li wir çi diqewime. Ji ber ku em li vir anku li Îtalyayê jî nizanin ka li wir çi dibe çi nabe. Ez jî ajansên Tirkan ên wergerandi Ingilîzî dixwînim. Li Tirkiyeyê jî weke ku tiştekî li cihekî cuda be tên nîşandan. Lewma jî pir girîng e ku ne tenê li Kurdistana Tirkiyeyê, divê li tevahiya Tirkiyeyê were vegotin ku Tirkiye her roj sûcên navneteweyî dike û êrişkariyê dike. Ev yek gelek girîng e. Ji bo mirovan ji rewşê agahdar bikin divê hûn du qet zêdetir bixebitin. Ji ber ku agahî tiştekî girîng e. Wê demê hûn dê hewldanên me bişopînin.” 
 
MA / Hîvda Çelebî
 

Sernavên din

08/08/2025
13:51 Li Mêrdînê mirina bi guman a 2 jinan
13:23 ÎSÎG: 204 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:15 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan': Piranîparêzî ne gef e lê hêz e
12:30 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
12:09 Ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz dê pêşangeh bê vekirin
12:08 Odeya Bijîşkan a Rihayê ji ber birîna ceyranê hişyarî da
11:55 Li Şirnexê 3 ton û 112 kîloyên goştê ne bihîjyen hatin tunekirin
11:29 Ermenistan û Azerbaycan dê peymanê mohr bikin
11:01 Ji bo meşa ciwanan bang: Em ê ji ruhê serdema nû re bibin bersiv
10:27 Ji Serokê TÎHV’ê Bakkalci ji bo komîsyona ‘pêşniyarên pêvajoyê’
10:26 Temellî: Meclis dê pêşniyarên komîsyonê qanûnî bike
09:43 'Aştiya civakî ji bo jiyaneke ewle ya jinan girîng e'
09:42 Rûdawê medyaya hewzê jî derbas kir: Banga ‘teslîm bibe’ ya li HPG’iya jiyana xwe ji dest dayî hatiye kirin weşand!
09:17 Îsraîlê ‘plana kontrolkirina Xezeyê’ erê kir
09:10 Li Tatosê bi pêşniyazên jinan projeyên çareseriyê tên pêkanîn
09:02 Nivîskar Kural: Çareserkirina pirsgirêka Kurd tekane rêya jiyîna nasnameya Çerkesan e jî
09:01 Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam nebaş e
09:00 Xebatkarên Perî Tekstîlê: Em ê bitêkoşin
09:00 Dozger poşmanîtî li girtî ferz kir: Berdana wî salekê hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2025’AN
07/08/2025
16:57 Li Dihokê goreke komî hate dîtin
16:52 Kurtulmuş: Pêvajo ne pêvajoya mizakereyê ye
16:51 2 jin ji hêla hevjînên xwe ve hatin qetilkirin
16:46 Şaxa ÎHD’a Dêrsimê: Binpêkirinên li bajar gefê li mafê jiyanê dixwin
16:24 Jinên Beluc: Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê me
16:01 Li rojnamegera tev li danişînê nebû cezayê kelemçeya elektronîk hat birîn
15:51 Varişli ku tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdanê bikin
14:20 Li Boluyê şewat derket
13:36 Endamê komîsyonê yê DEM Partiyê yê nû bû Celal Firat
13:35 Li Elkê qirkirina daristanan: Xaka welat veguherandin çolistanê
13:07 Ayşegul Dogan: Em di qonaxeke krîtîk de ne û hewcehî bi têkoşînê heye
13:06 Xebatkarên ODTU’yê dest bi grevê kirin
13:05 Xwendekar dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ komxebatê li dar bixin
11:52 Berteka gardiyan a li dijî pêvajoyê: Zext li girtiyan kirin, heqaret li Bahçelî kirin
11:44 Saruhan Oluç: Em ê ji bo yasayên entegrasyonê pêşniyaran bikin
11:00 Demokratîk Modernîte bi manşeta ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derket
10:38 Abdulbakî Erdogmuş: Muxatab Ocalan e, divê komîsyon pê re hevdîtinê bike
10:34 Çand û dîroka Kurdan li dîwaran neqişand
10:05 11 salên bêyî Denîz Firat: Heya nefesa xwe ya dawî qeyd kir
09:50 'Şert û merc dê bikin ku îktîdar gavan biavêje’
09:17 Du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe winda kir: Em aştiyê dixwazin
09:04 Girtiyê nexweş Latîf Akay bi mirinê re rû bi rû ye
09:03 TUAY-DER: Divê girtî wekî kirdeya pêvajoyê bên dîtin
09:02 Dê li 13 navendan şahî, mitîng û meş bên lidarxistin
09:02 Hestiyên kurê wî di qutiyê de hatibûn radestkirin: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 7’Ê TEBAXA 2025’AN
06/08/2025
16:59 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘protestoya 15’ê Sibatê’ ceza dan 12 girtiyên jin
16:25 Konseya Bajar a Wanê bi tevlibûna 3 hezar kesan civiya
16:11 Zaroka ketî Çemê Hezilê jiyana xwe ji dest da
16:03 Ji ber birîna ceyranê rê girtin
15:41 Dîroka Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan diyar bû
15:38 Jinên Beluc ji bo windakiriyan meşiyan
14:54 Bi pêşniyara DEM Partiyê wê ji bo komîsyonê 3 kes bên diyarkirin
14:31 Qeyûmê Wanê erse da ber firotinê, TSO’yê îlana wê weşand!
14:19 Bayindir: Ji bo azadiyê divê em yekitiyê ava bikin û rêxistiniya xwe mezin bikin
13:27 Civîna duyemîn a komîsyonê dê ji çapemeniyê re girtî be
13:26 Rojnamegerê Beluc hate girtin
13:17 Li Hindistanê lehî rabû: 14 kes mirin, 100 kes winda ne
12:28 Berdevka Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Li Sûriyeyê em bi diyalogê re ne
11:45 Qeyûmê Wanê 223 karker ji kar derxist û li şûna wan 84 kesên nû girt kar
11:35 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva ‘pêvajo û komîsyonê’ civiya
11:33 Gef li belavkarê rojnameyê xwarin û sîxûrî ferz kirin
11:23 Encamnameya PM’a DBP’ê: Çareseriya pirsgirêka Kurd mifteya jiyaneke aştiyane ye
11:00 Karasu: Heta komîsyon bi Ocalan re neaxive dê fonksiyoneke wê nebe
10:39 Çeteleya JINNEWS’ê: 28 jin hatin qetilkirin û 25 jî bi awayekî guman mirin
10:35 Lubnanê biryara ‘tesfiyekirina hêzên çekdar’ da
10:18 Di salvegera 80’emîn de kesên li Hîroşîmayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
09:57 Li 20 bajaran dê baran bibare
09:27 Berdana girtiya 68 salî ya protez di çokên wê de heye bi hinceta 'werzîş nekiriye' hat taloqkirin
09:00 Aktîvîstên TJA'yê: Aştî dê bi pêşengiya jina azad were avakirin
09:00 'Gel li bendê ye hikûmet gavên zelal biavêje'
09:00 Dixwazin li nava zeviyên findiqan sondaja madenê çêkin
09:00 ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2025’AN
05/08/2025
20:34 Komîsyon dê Kalin, Yaşar û Bayraktaroglû guhdar bike
20:23 Komîsyonê pêşnûmaya awayê xebatê bi yekdengî qebûl kir
20:02 Ji AYM'ê der barê 11 rojnamevanan de biryara binpêkirin
17:13 Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ li komîsyonê hat kirin
17:08 Ji ÎHD’ê rapora 2024’an: Herî kêm 26 hezar û 632 binpêkirinên mafan hatin kirin
16:40 Şaredarê Semsûrê li erka xwe hate vegerandin
16:35 Li Elkê şewat derket
16:34 Li Îranê 30 girtî hatin darvekirin
16:06 Wesayîta karkerên demsalî qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:05 Li Mugla û Aydinê şewat derket
16:00 Hevberdevka HDK’ê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
15:38 'Konferansa Yekhelwestiya' gelan: Dê îradeya avakirina Sûriyeya nû derxe holê
15:38 Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc didome
15:37 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê di pêvajoyên biryardayînê de rêveberiyên xwecihî jî hebin
14:55 UNICEF: Li Xezeyê rojane 28 zarok jiyana xwe ji dest didin
14:43 Li Xezeyê di 24 saetan de 8 kesan ji birçîna jiyana xwe ji dest dan
14:32 Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe: Girtiyan berdin
14:01 Li Yemenê hezar û 479 jin hatin qetilkirin, 5 hezar û 618 hezar binpêkirin
12:55 Gundiyên ku faza ceyrana wan hatibû daxistin çalakiya xwe didomînin
11:38 Komîsyona li Meclisê civiya: Êdî dema wê hatiye em bi dengekî bilind biaxivin
11:36 'Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan reformên binesazî pêwîst in'
11:18 Mazlum Ebdî: Bi Sûriyeya nenavendî re her kes dê qezenc bike
10:18 Li dijî Şaredariya Pirsûsê êriş hate kirin
10:17 Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar
09:32 Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan û daxwaza ku dewlet gav biavêje derketin pêş
09:22 Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin