STENBOL - HDK’ê li ser medyaya dijîtal bi dirûşma “#AdaletİçinÇağlayana” banga piştevaniyê kir.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de di 18’ê Sibatê bi ser gelek malan de hate girtin û 54 kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de rojnameger, hunermend, sendîkavan, parêzer û nûnerên partiyên siyasî û saziyan jî hene.
Her 54 binçavkirî jî li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin û îfadeyên ji duh ve tên girtin. Piştî xelasbûna îfadeyan jî tê payin derbasî edliyeyê bên kirin.
HDK’ê bi tag a #AdaletİçinÇağlayana banga piştevaniyê kir. HDK’ê ev bang kir: “Dostên me yên binçavkirî mafê jiyaneke însanî parastin! #AdaletİçinÇağlayana.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev bang kir: “Li dijî operasyonên qirkirina siyasî em piştevaniyê mezin bikin û jiyaneke azad û wekhev ava bikin. #AdaletİçinÇağlayana.”