Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn

  • jin
  • 13:26 22 Sibat 2025
  • |

MÊRDÎN - Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê  hat dayîn. Li dijî polîtîkayên desthilatê soza têkoşînê hat dayîn. 

Tevgera Jinên Azad (TJA) li bajarê rojnameger Cîhan Bîlgîn a hat qetilkirin Midyadê starta çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Jinan pankarta “Raperîna me li dijî kuştina jinê ye. Meşa me ber bi Rojevê ve ye” vekirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), starta çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Midyad a Mêrdînê da. Starta çalakiyan diyarî rojameger Cîhan Bîlgîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrişên SÎHA’yan ên Tirkiyeyê de hatibû kuştin kirin. Jinên ku kom bûn, pankarta “Raperîna me li dijî kuştina jinê ye. Meşa me ber bi Rojevê ve ye” vekirin û bê navber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin û meşiyan. Jinan piştî meşê daxuyanî dan.
 
Di çalakiyê de aktivîstên TJAyê, hevşaredarên Jin ên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê yên jin û gelek nûnerên jin ên partiyên siyasî û rêxistinên civakî amade bûn. Dîsa nûnerên Federasyonên jin ên Ereb û Suryanî amade bûn. Jinan li vir daxuyanî dan û diyar kirin ku ew li dijî tundiya mêr, zordestiya mêr, hemû cureyên tundiyê dimeşîn. Jinan destnîşan kirin ku ew bi felsefeya jiyanêya “Jin Jiyan Azadî” ber bi azadiyê ve dimeşîn. Jinan da zanîn ku ji bo 8ê Adara 2025an bikin aştiya civakî têkoşîna xwe xurt dikin. Jinan da zanîn ku li dijî şerê ku bi feraseat mêrê serdest pêş dikeve, dixwazin civakeke berxwedêr ava bikin. Em ê bi paradîgmaya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê têkoşina xwe mezintir bikin. Jinan di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş jî axivî û wiha got: “Em bi hêz û baweriya ji Celera, Sara, Bêrîtan û hemû jinên di têkoşîna azadiye de jiyana xwe ji dest dane we silav dikin. Em di şexsê Ayşe Gokkan, Leyla Guven Oznûr Deger de hemû girtiyên azadiyê silav dikin û 8ê Adarê li wan pîroz dikin. Em silavên xwe ji girtiyên azadiyê re dişinin. Ji Girê Mirazan heta îro jinên cîhanê û Rojhilata Navîn û Kurdistanê gelek zor û zahmetî ji aliyê mêr ve dîtine. Jinên ku bi destê meran hatine kuştin û jinên bi destê mêrdewletê hatine girtin rûmeta me ye. Ev sedema têkoşîna me ye. Ev têkoşîn îro li Rojava jiyaneke nû ava dike. Tovê têkoşîna ku bi felsefe Rêber Abdullah Ocalan hatiye çandin, îro li Rojava bûye dareke mezin. Ev dara mezin di bin siya xwe de hemû gelan dicivîne. Ev rastiya li Rojava ji bo hemû Rojhilata navin û cihanê çareserî ye. Jin Jiyan Azadî êdî sînore cîhanê derbas kiriye. Teqez em ê bi ser bikevin. Jinan bê navber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dubare kirin.
 
Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata jî axivî û wiha got: “Ji niha de em 8ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Ji bo jinên hatin girtin û hatin qetilkirin em li Mîrdayê kom bûn û me li vir dest bi çalakiyên 8ê Adarê kir. Îro hemû hêzên dewletê li vir in. Hemû hatine van axaftinên me qeyd dikin. Ji ber di nava dewletê de yekîtiyek tune qeydên wan jî cuda ne. Her yek li aliyekî qeyd dike. Lê divê xema nexwîn. Em tiştekî cuda li vir nînin ziman. Rojeveke me ya cuda heye. Çareseriya demokratîk, aştî heye. Em dibînin dewleta mêr, bi her alî şer dike. Ev şerê dewletê bandora xwe li me jî dike. Lê meraq nekin. Jin dê rêya rast nîşanî we bide. Ez li vir hemû jinên Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê yên ji bo azadiyê û demokrasiyê têdikoşin, li ser navê TJAyê wan bi hurmetdari silav dikim. Jinan dîsa bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ axaftin qut kirin.
 
Ayla Akat Ata, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew deyndarên zarokan in û wiha lê zêde kir: “Em bi her awayî deyndanên zarokên ku hatin kuştin in. Em deyndanên zarokên ku mafên wan ji destê wan hatiye girtin in. Ji ber vê yekê divê em ji her demê bêtir ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê têbikoşin. Em ê ji bo çareseriya demokratîk têbikoşin. Me tevgera Jinên Azad di 2013an de vina xwe danî holê. Bû aliyekî maseyê. Li ser navê TJAyê hevaleke we tev li masê bû.”
 
Ayla Akat Akat, bal kişand ser niqaşên dawî yên li ser çareseriyê û wiha berdewam kir: “Îro pevajoyeke nû heye. Bahçelî di 1ê Cotmehê û 22ê Cotmehê de bi daxuyaniyekê rojev hat guhertin. Lê dema ev dihat niqaşkirin, hin ferasetên cuda ji xwe derxistin holê. Hin kesên li dijî vê yekê derdikevin hene. Dema em dibêjin çareserî, ew kes înkar û tunekirinê fam dikin. Hin alî hene dixwazin kuştin bidomin. Hebûna xwe li ser kuştinê didomînin. Ji ber vê yekê em di rêyeke zor û zahmet re derbas dibin. Em dizanin ku emê bedelên mezin bidin. Mîdyad, cihê ku bawerî, çand, nasname û gelan di bin baneyekî kom dibin de ye. Dema Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje Neteweya Demokratîk, dixwaze nasname, bawerî, çand û gelên cuda bi hevre bijîn. Vê yekê ji bo siberoja Tirkiyeyê nebe nabe dibînin. Ji bo vê yekê hêja ye ku em bedelan bidin. Welatiyê hevpar ji bo me hemûyan pêwist e. Divê êdî em 10 salêm din winda nekin.b 31 sal in Tirkiye nêzî aştiyê bû, lê dîsa şer dest pê kir û dûrî çareseriyê bû. Îro her kes destê xwe têxin bin kevin wê demê çareseriya demokratîk û aştî nêzîk e. Em dibînin ku hin kes vê yekê nabînin. Mînaka ve yekê operasyona li dijî HDKê ye. Dîsa nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar kirin hedef. Her ku em dibêjin demokrasî, çareserî van operasyonan pêş dixin. Eger li vî welatî destûra bingehîn hebe, zagon hebe dê ev hevalên me jî berat bikin. Çawa ku me beraat kir, ew ê jî beraet bikin. Me duh çong dananî, em îro jî çangan danînin. Jinên kurd tu carî ji dayînan xwe nedan paş. Tu cari jî xwe nadin paş., Ji bo me neteweya demokratîk nirxên herî hêja ye. Ji ber ku em dibêjin azadî, demokratî, jiyan. Em dibêjin Jin Jiyan Azadî. Em dibêjin Mîdyat cihê bawerî, çandan û gelaen e. Em dibêjin Mîdyat Tirkiye ye. Tirkiye Mîdiyat e. Mîdyat Baxçeyê gelan û baweriyan e. Em bi baweriya li ser vê axê çareserî pêkaen e li vir in. Em dibêjin bijî Neteweya Demokratîk û Jin Jiyan Azadî.”
 
 

Sernavên din

29/03/2025
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir