Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî

  • rojane
  • 15:32 22 Sibat 2025
  • |

AMED- Saziyên ziman û partiyên siyasî ji bo 21ê Sibatê meş li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tevî ku di bin şert û mercên dijwar de ye jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne û got: “Tecrîdkirina Abdullah Ocalan di heman demê de tecrîda li ser zimanê Kurdî û hemû zimanên din ên bêstatu û bêperwerde ne.”

Saziyên ziman û DBP û DEM Partî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê meşek girseyî li dar xistin û daxuyanî dan. Bi pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Amed û rêxistinên Partiya Heremên Demokratîk (DPB) û DEM Partiyê yên Amedê bi dirûşmeya “Statuya Kurdî, Perwerdeya Bi Kurdî” meş hat lidarxistin. Beriya meşê girse li ber avahiya DBPa Amedê ya li Oryilê kom bû û paşê meş li dar xist. Meşê heta Birdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê berdewam kir. 
 
Parlamenteren DEM Partî yên Amedê Serhat Eren, Ceylan Akça, nûnerên rêxistinên sivîl, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û bi sedan welatî di meşê de cih girtin. Meş li pişt pankarta "Statuya Kurdî, Perwerdehiya Bi Kurdî" ku bi Kurmancî û Kirmanckî hatibû nivîsandin pêk hat. Di meşê de Koma Erbeneyê ya Komelaya Çand û Hunerê ya Dîcle li erbenayan dan û stran gotin. Bê navber dirûşmên li ser zimanê Kurdî hatin berzkirin û dovîzên dilsoziya bi Kurdî re hatin hildan. Di meşê de dayikên extiyar jî balê kişandin ser xwe.  
 
Meş li ber Birdariya Mafên Mirovan qediya û daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî bi Kurmancî û Kirmanckî hat dayîn.
 
Beriya daxuyanî dest pê bike, dayik û welatiyên tev li daxuyaniyê bûn ji mîkrofona me re axivîn û bal kişandin ser girîngiya ziman û xwestin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. 
 
Daxuyaniya Kurmancî Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray xwend û daxuyaniya Kirmanckî jî rêveberê MED-DERê Silêman Yilmaz xwend. 
 
Hevseroka DBPa Amedê Sultan Yaray diyar kir ku hemû Kurdên azadîxwaz bi salan e bi armanca parastin û azadiya zimanê Kurdî her roj di nava têkoşîneke domdar de ne û got: “Neteweya kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye, zimanê kurdî jî zimanekî herî qedîm û binirx ê mirovahiyê ye. Lê sed heyf û mixabin kurd jî, kurdî jî hê ne xwedî statuyekê ne. Perwerdeya bi kurdî hê jî pêk nehatiye. Berovajî, zimanê kurdî hê jî ji gelek aliyan ve tê qedexekirin, rastî zext û êrişan tê, di dorpêça pişaftin û tunekirinê de ye. Dîsa zimanê kurdî li meclîsê û saziyên fermî nayê qebûlkirin, her cureyê zextan li ser kurdî tên meşandin, li her derê Kurdistanê saziyên dewletê wek aşê pişaftina kurdî dixebitin; ku ev kurdîkujî ye û sûcekî mezin ê mirovahiyê ye.Herçiqas di encama têkoşîna gelê kurd a dîrokî de ev polîtîka û kiryar bi ser neketibin û têk çûbin jî ji gelek aliyan ve bi rê û rêbazên nûjenkirî berdewam dikin.” 
 
Sultan Yaray da zanîn ku bi milyonan zarokên kurd hê jî bi pişaftineke xedar re rû bi rû ne û ji zimanê xwe hatine dûrxistin û nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û wiha got: “Bêguman netewdewleta Tirk a ku xwe li ser tirkperestiyê saz kiriye, bi riya helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî; dixwaze kurdan ji hemû mafê wan ên neteweyî bêpar bihêle ku kurd nikaribin bi nirxên xwe wek neteweyekê bi nasname û nirxên xwe yên xwebûnî bijîn. Komara Tirk a çand û zimanê tirkî li ser tunehesibandin, tecrîd û tunekirina zimanên din û li ser tunehesibandina netewe, gel û komên din ava kiriye û hê jî di vê rewşa xwe de israr dike. Hê jî pergala xwe ya nîjadperest a ku li gor netewedewleta tirkîtiyê anku li gor yek ziman, yek netewe û yek çandê ava kiriye dispêre gelê kurd û hemû gelên din. Hemû nêzîkatiyên xwe li gor vê diyar dike.”
 
‘TECRÎDKIRINA RÊZDAR OCALAN TECRÎDKIRINA ZIMANÊ KURDÎ YE'
 
Sultan Yaray bi lêvkir ku nêzîkatiya desthilatdariya Dewleta Tirk a niha ya ji bo zimanê kurdî rasterast bi nêzîkatiya hemû nirxên kurdan re têkildar e û hemû dorpêçkirin, zext û tecrîdên li her qadê girêdayî hev in û got: “Mînaka vê ya herî şênber tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan e; ku rêzdar Abdullah Ocalan ji destpêkê heta niha bi paradîgmaya xwe ya dîrokî, civakî, azadîxwaz û demokratîk serbestî û azadiya hemû ziman, çand û nasnameyan dixwaze. ji bo wê têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Derbarê zimanê dayikê, bi taybetî derbarê zimanê kurdî de gelek nirxandin kirine û bi caran bangên dîrokî yên xwedîlêderketina zimanê kurdî û hemû zimanên din kirine. Rêzdar Ocalan di bin tecrîdeke giran de, di bin şert û mercên dijwar de, hê jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne. Bi taybetî jî hewl dide ku ji bo pergaleke demokratik ku zimanê kurdî û hemû zimanên din bibin xwedî statu û zimanê perwerdehiyê. Ji ber vê yekê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan di heman demê de tecrîda li ser zimanê kurdî û hemû zimanên din ên bêstatû û bêperwerde ne. Bêguman têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêzdar Ocalan di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya kurdî û hemû zimanên din e.”
 
Sultan Yaray diyar kir ku li Rojava  zimanê kurdî û hemû zimanên din xwedî statu ne û perwedehiya bi zimanê kurdî û hemû zimanên din heye rastî êrişên mezin tê û wiha axivî:  “Parastina şoreşa Rojava di heman demê de parastina zimanê kurdî û hemû zimanên din e. Li ser bingeha vê rastiyê, ji bo azadî û aştiyeke birûmet a hemû gelan û hemû zimanan, em her dem û li her derê têkoşîna xwe ya azadiya fizîkî ya Rêzdar Abdullah Ocalan û parastina şoreşa Rojava berdewam bikin, xurtir bikin.Em gelek zelal dibêjin ku; daxwaza me ya statuya neteweya kurd û zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî xeta me ya sor û jêveneger e.”
 
Sultan Yaray bang li dewletê kir û got: “Hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin, bila di hemû qadên jiyanê de, hemû qadên civakî, giştî û fermî de kurdî serbest be, kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanekî fermî, hemû mafên kurdî di zagona bingehîn de bên mîsogerkirin,ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi kurdî perwerde bê dîtin.”
 
‘HER DERÊ BIKIN DIBISTAN Û ZANÎNGEHÊN KURDÎ'
 
Sultan Yaray bang li gelê Kurd ki û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bîr û bawerî û siyaseta kê çi dibe bila bibe, em hemû kurd bi bîr, bawerî û hişmendiya ku zimanê kurdî ji bo me kurdan hebûn, xwebûn, nasname û nirxê bingehîn ê neteweyî ye, xîm û sîwana jiyana me ye. Ji bo me, ji nan û avê wêdetir e. Em her dem, li her derê û di hemû qadên jiyanê de, bi axaftin, nivîsandin, xwendin, hînbûn û hînkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin. Her derê bikin mal, dibistan û zanîngehên kurdî. Li dijî her cureyê pişaftinê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û statuya zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî bilind bikin. Em her tim bibin têkoşerên ziman, çand û nirxên xwe yên neteweyî, civakî û dîrokî.”
 
'ZIMAN SEDEMA HEBÛN Û JIYANÊ YE'
 
Pişt re parlamenter Serhat Eren axivî û destpêkê kesên di têkoşîna zimanê Kurdî û zimanên din ên cîhanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Serhat Eren di axaftina xwe de wiha got: “Ziman ji bo miletekî hebûn û sedema jiyanê ye. Ev sed salin ji jo ku kurdî tunebikin her cure polîtîkayên qirêj meşandin, lê bi tu awayî nikarin kurdî tunebikin. Gelê kurd heta niha ji bo zimanê xwe têkoşiyaye yê îro jî tê bikoşe. Ji bo ku aşitî û azadî were vî welatî birêz Ocalan bi salan e bi awayekî bê hempa tê dikoşe. Lê hûn li vir tahamilî navê birêz ocalan nakin. Ev helwesta we li dij aşitiyê ye, daxwaze şer e.”
 
Ber ku Serhat Eren behsa Abdullah Ocalan kir, polîsan hişyarî da girseyê û gefa êrişê xwar. Serhat Eren nerazîbûn nîşanî polîsan da û got ku ev hişyarî ango anons sûc e. 
 
Piştî daxuyaniyê girseyê li ber stran û erbaneyan govend gerand. 
 

Sernavên din

01/03/2025
09:54 Teqawid çareseriylê dixwazin: Ne ji bo şer, ji bo teqawidan budçe
09:11 Huda Kaya: Divê gavên şênber bên avêtin
09:07 'Divê mafên siyasî û çandî yên kurdan bên naskirin'
09:01 ROJEVA 1'Ê ADARA 2025'AN
08:23 PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin
28/02/2025
18:18 Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî'
18:10 Ji Jînoelojiyê banga hevdîtina xwendinê
16:49 Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin
16:48 ‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’
16:27 'Heta edalet neyê aştî çênabe’
16:03 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: 408 bûyerên îşkenceyê hatin tespîtkirin
15:31 Li Sûrê Navenda Piştgiriyê ya Jinê hat vekirin
15:01 Ji bo hunermend Gencay Morkoç biryara tehliyeyê
14:26 Ozel bang li Erdogan kir: Zelal û wêrek be
14:08 ‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’
13:48 ‘Banga Serok erênî bû û em ji Serokê xwe bawerin'
13:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:16 Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir
13:05 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Divê tavilê berpirsyartiyê li xwe bigirin
13:03 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê D’Alema: Banga Ocalan bangekî wêrek e
13:03 Îmamoglû: Em bangê binirx dibînin, berpirsyartî tenê li ser milê aliyekî nîne
13:02 Serokê EMEP’ê: Divê gavên ku qada maf û azadiya fireh dikin bên avêtin
12:10 Kekê xwe piştî 4 salan di wêneyê dîrokî de dît: Divê êdî azad bibin
11:57 Oluç: Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene
11:37 Rejîma Îranê di 8 salan de herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir
11:32 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan manşeta rojnameyan bû
11:12 Dayikên Aştiyê: Em ji rêberê xwe bawerin
10:41 Rojnameger Çalişlar: Heke bang baş were nirxandin dê pêşiya Tirkiyeyê vebe
10:36 33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke
09:56 Kêliyê dîrokî: Abdullah Ocalan şande çawa pêşwazî kir, çi qewimî?
09:03 Keda nayê xuyakirin: Kedkarên nava malê
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Bersiva wezaretê ya ji bo parastina 'leşkeran' riziya!
09:00 ROJEVA 28’Ê SIBATA 2025’AN
08:47 Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyane
07:36 Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
27/02/2025
23:59 Sekreterê Giştî yê NY'ê Guterres: Banga Ocalan ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
21:54 Berxwedêrên Tişrînê peyama dîrokî ya Ocalan guhdar kirin
20:53 Ji êzdiyan piştgirî ji bo banga dîrokî
18:07 Dema li banga dîrokî guhdarî dikirin hêsir barandin
18:04 Li gel wêneyên Abdullah Ocalan li bangê guhdarî kirin
17:56 Li Qada Bajar a Wanê bi deh hezaran kesan li banga dîrokî guhdarî kir
16:58 Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’: Ji bo berdana çekan divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin
16:48 Wêneyê banga dîrokî
16:31 Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê - HATE NÛKIRIN
15:49 Li Qada Şêx Seîd kelecana ji bo banga dîrokî: Me nekarî şeva din rakevin
15:47 Şandeya Îmraliyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin
15:34 Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn
15:31 Banga dîrokî dê bi wêne be
15:27 Li Amedê gel diherike Qada Şêx Seîd
15:12 Herî kêm 300 rojnameger dê banga dîrokî bişopînin
15:10 Di çalakiyên 8’ê Adarê de gel vexwendin banga dîrokî
14:18 Hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bû
14:06 Bi hezaran kes ber bi Amedê ve diherikin
13:59 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Qirkirina Ermenan’ beraet kir
13:37 Li 7 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ekranên mezin hatin danîn
13:17 SOHR: Di nava 24 saetan de herî kêm 5 kes hatin kuştin
13:03 Xelkê Botanê ji bo banga dîrokî ber bi Amedê ve bi rê ket
12:31 Amed xwe ji bo banga dîrokî amade dike
12:30 Qada Bajar a Wanê ji bo banga dîrokî amade ye
11:58 Cihê ku dê banga dîrokî lê were kirin diyar bû
11:56 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:54 Parlamentoya Îranê pêşniyarqanûna ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê red kir
11:28 Ji bo daxuyaniya dîrokî dê li Silêmaniyê ekranên mezin bên danîn
11:12 Ji Ewropayê ji bo banga dîrokî daxuyanî: Em li navendên civakî bên gel hev
10:27 Li Rîzeyê bi awayekî keyfî lêpirsîn li girtiyan tên vekirin
10:26 Rêveberiya Xweser êrişa ser Şedadê şermezar kir
10:25 Ji bo peyama Abdullah Ocalan gel vexwendin Qada Şêx Seîd
09:52 Amed li benda banga dîrokî ye: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:50 Tehliyeya Esmer ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:09 Wekî delîl nehatibûn qebûlkirin: Dîmenên îşkenceyê derketin holê
09:05 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
09:05 Jin wê ji bo mafên xwe û jiyana xwe li qadan bên cem hev
09:02 Şaredariya Sûrê wê navenda derûnî û şêwirmendiya hiqûqî ya jinan veke
09:01 Li Şirnexê şerê taybet: Polîtîkaya bêcezatiyê îstismarê zêde dike
09:00 ROJEVA 27’Ê SIBATA 2025’AN
08:18 Şaredarê Beykozê Koseler hate binçavkirin
26/02/2025
21:48 Çalakiya Cenevreyê di meha 50'emîn de ye: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
21:41 Heyeta Îmraliyê wê banga Abdullah Ocalan ragihîne
21:15 Dê daxuyaniya Îmraliyê li Amed û Wanê di ekranên mezin de bê dayîn
20:29 Dîrok û cihê daxuyaniya ku dê Heyeta Îmraliyê bide guherî
16:58 Dê hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê kengî bê kirin û kî dê tev li bibin?
16:28 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin
16:17 Şandeya Îmraliyê dê di 28’ê Sibatê de daxuyaniyê bide
16:13 Mijarên tên mereqkirin dê piştî hevdîtina 3’yemîn a li Îmraliyê zelal bibin
16:06 Şandeya Îmraliyê sibe diçe Îmraliyê: Ahmet Turk jî di şandeyê de ye
15:51 Ji ber bombebaranê wêraniyeke mezin li Zirganê çêbû
15:44 Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan serî li baroyê dan
15:26 Li Akdenîzê nobeta li dijî qeyûm: Daxwaza me aştî ye
15:17 Aktaş, Yavuzel û Yeşîl hatin bibîranîn
13:58 Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin
13:57 Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
13:37 Li Egeyê starta 8’ê Adarê: Em ê li dijî polîtîkayên tundî û şer li qadan bin
13:17 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
13:10 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
13:07 Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin