RIHA - Ji rojnamevan Nazim Babaoglû ku ji bo nûçeyê çûbû Sêwregê û careke din venegeriya, 31 sal in agahî nayê girtin. Di vê pêvajoyê de ne li aqûbeta Babaoglû hat pirsîn ne jî kiryar hatin dîtin. Bira Cemal Babaoglû got: "Em piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd. Nazimek çû, lê bila Nazimên din neçin."
Di ser windakirina nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaolgû re 31 sal derbas bûn. Babaoglû di 12’ê adara 1994’an de ji bo şopandina nûçeyê çûbû navçeya Girê Sor a Rihayê û careke din venegeriya. Tevî gumanên ser eşîra Bûcak û JÎTEM’a ku di salên 1990’î de gelek cînayetên kiryarnediyar pêk anîne hebûn jî, heya niha tu lêpirsînên bibandor nehatine meşandin. Li gel ev qas sal jî, tevî hemû şahidan doz bêencam ma. Piştî ku Babaoglû hat windakirin, karsaz Huseyîn Taşkaya jî di sala 1993’yan de li Sêweregê hat windakirin. Birayê Taşkaya, Azîz Taşkaya diyar kir ku wî Babaoglû di avahiye Sedat Bûcak de dîtiye. Lê belê Taşkaya wekî şahid nehat guhdarkirin.
Roja Nazim Babaoglû hatibû revandin, Mûrat Yogunlû ji bo her nûçeya ji Ajansa Anadoluyê(AA) çêdikir pere distend. Yogunlû di îfadeyên xwe yên berê de gotibû "Roja Babaoglû hatiye revandin ez li buroya rojnameya Ozgur Gundemê ya Rihayê geriyam û min xwest nûçegihanekî bişîne Sêweregê." Lê Yogunlû di demên piştre de ev gotinên xwe red kir. Yogûnlû, piştre mala xwe bar kir û çû Stenbolê. Li Stenbolê jî ji Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Gelan (BDP) Îhsan Avci re wiha got: “Ez dikarim van hemûyan vebêjim lê belê ewlehiya canê min nîn e. Heke bixwazin ez bibim şahide nepen dê hemûyan vebêjim.” Tevî van tiştan jî Yogûnlû nehat guhdarkirin.
Aydin Sevînç ê di sala 1993’yan de li Rihayê ji bo JÎTEM’ê dixebitî, di sala 2011’an de ji Girtîgeha Erziromê ji bo Baroya Rihayê faksek şand û anî ziman ku Nazim Babaoglû di sala 1994’an de hatiye revandin, kuştin û veşartin. Bi ser vê yekê rayedarên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo ku bi Sevînç re hevdîtinê bike çûn Erziromê lê belê hevdîtin nehate kirin.
Birayê Nazim Babaoglû, Cemal Babaoglû di hevpeyvîneke xwe de anî ziman ku piştî birayê wî hat windakirin, kesê li Şaxa TEM’ê gef li bavê wî xwarî piştre derketiye televîzyonê û bavê wî jî ev kes tespît kiriye. Babaoglû, da zanîn ku kesê hatiye tespîtkirin jî Abdullah Çatli bi xwe bû û wiha got: "Der barê Abdullah Çatli de biryara lêgerîna bultena sor heye û di Qetlîama Bahçelîevlerê de 7 caran cezayê îdamê stendiye lê belê li vê derê, di Şaxa TEM’ê de ji xwe re serbest digere û li Kurdistanê kirinên xwe berdewam dikir.”
BÊENCAM HAT HIŞTIN
Tevî hemû şahid û îtîrafan der barê Nazim Babaoglû de jî lêpirsîneke bibandor nehat meşandin. Wekî dosyeyên gelek cînayetên “kiryarnediyar" ên li Kurdistanê hatine kirin, dosyeya Babaoglû jî di sala 2014’an de bi hinceta “demboriyê” bêencam hate hiştin.
BIRYARA AYM’Ê: HÊJ DIJÎ!
Serlêdana ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re hatiye kirin jî bêencam ma. AYM'ê di lêpirsîna xwe ya têkildarî nifûsê de got ku Babagolû hêj dijî û îdia kir ku binpêkirina mafan çênebûye.
Birayê Nazim Babaoglû yê mezin Cemal Babaoglû behsa birayê xwe yê 31 sal berê hat windakirin kir. Cemal Babaoglu anî ziman ku Nazim Babaoglû li Ozgur Gundemê dixebitî û piştî ku Lîseya Ticaretê qedandiye ji bo zanîngehê xwe amade kiriye û wiha got: “Di sala 1994’an de bi vî awayî agir dibariya. Her kesê ku li ser navê kurd û demokratan çalakî li dar xist, bû hedef. Ozgur Gundemê bi dirûşmeya 'Rastî wê di tariyê de nemîne' derket pêş. Rojnameyê kiryarên bêhiqûqî û qetlîamên di serdema Tansu Çîlerê de pêk hatin, bêyî tirs û xof vedigot. Ji bo vê jî rojname kirin hedef. Pergala cerdevaniyê ya ji aliyê Mehmet Agar ve li Sêwregê hat avakirin, êrişên bêhiqûqî û bêperwa pêk anî. Wî ew di rojnameyê de eşkere kir. Gotin 'eger em çend rojnamevanan bikujin, yên din jî dê paşde vekişin û wê rojname jî nûçegihanan nebîne.'"
‘TU TIŞEK ÇÊNEBÛ'
Cemal Babaoglû bi bîr xist ku Nazim Babaoglû di 12'ê Adarê de ji bo nûçeyê çûye Sêwregê û got: "Ji ber ku Nazim ji Sêwregê bû û wir nas dikir, çûbû wir. Me careke din agahî jê negirt. Piştre derket holê ku dolabek lê hatiye gerandin. Rojnamefiroşekî li wir, yê ku Nazim jî nas dikir, hat binçavkirin û di ser wî re atmosfereke baweriyê dabûn der. Piştre ev derket holê. Hat zanîn kê ew binçav kirine û hemû jî sewqî dozgerê taybet hatine kirin. Wezîrê serdemê Cemîl Çîçek wê demê daxuyanî da û got ku kê kiribe em ê bibînin. Wezîrê Dewletê ev tişt gotin. Piştî vê daxuyaniyê şahid çûn Amedê û her tiştê ku wê demê dîtibûn yek bi yek vegotin. Hemû tomar kirin. Lêbelê, tenê hatin tomarkirin. Dosye di refan de ma. Tu pêşketin çênebû. Tu lêpirsînek nehat kirin."
'PIŞTÎ 27 SALAN DOZA ENDAMTIYA RÊXISTINÊ'
Cemal Babaoglû anî ziman ku di nava 31 salan de di dosyeyê de tu pêşketin çênebûye û wiha dewam kir: “Me li ser navê dayika min di 2001'ê de di bin navê 'mexdûrên terorê' de serlêdanek kir û me diyar kir ku em dozdar in. Lê belê piştî 5 salan dadgehê ev red kir. Me ew şand ji Şûraya Dewletê re, 10 sal derbas bû û wan jî red kir. Me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî da. Sedema redkirinê wekî 'nebûna delîlan' hat nîşandan. Doz niha li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) didome. Par di vê demê de pêşketinek çêbû. Di encama lêpirsîna ÎHD'ê ya li ser dosyeyê de em hîn bûn ku di sala 2021'ê de der barê Nazim de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' doz hatiye vekirin. Der barê naveroka dosyeyê de tu agahiyek me nîne, biryara nepenîtiyê heye. Dozgeran dosyeyek vekirin lê em nizanin li ser çi vekirine. Di sala 2015’an de der barê windabûna Nazim de li dijî du gumanbaran lêpirsîn hatibû vekirin, lê em nizanin di wê dosyeyê de çi bûye û tu agahî jî bi me re nayê parvekirin."
Cemal Babaoglû diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em wekî mexdûrên şer piştgirî didin banga çareseriya pirsgirêkên ku derketine holê. Nazimek çû, bila Nazimên din neçin. 17 hezar û 500 kiryar nediyar û zêdeyî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Mirovan bedelên mezin dan. Aştiya herî xerab ji şerê herî baş çêtir e. Em dixwazin aştî pêk were. Em dixwazin behsa Tirkiyeyeke ku êdî behsa êşan nayê kirin bikin. Ger aştiya civakî hebe, divê em bi rabirdûyê re hevrû bibin. Gelek kesên wekî Nazim hene ku gora wan tune. Dê û bav j-doza gorekê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Ev cihên goran di arşivên dewletê de ne. Nazim çawa wenda bûye û li ku hatiye definkirin di arşiva Emniyeta Rihayê û Emniyeta Navçeya Sêwregê de heye. Ger bixwazin dikarin bibînin. Ger cihê gorê bihatana nîşandan, em dikarin ji aliyê hiqûqî ve dest ji hin tiştan berdin. Bes bila aştiya civakî çêbibe. Bila êş careke din çênebin. Dîtina cihê gorê daxwaza me ya herî mezin e."
MA / Emrûllah Acar