AMED - Hunermendên Navenda Huner û Çandê ya Dîcleyê ji bo Newroza îsal strana “Newroza Azadî” çêkir.
Newroza 2025’an îsal dê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Newroza Civaka Demokratîk a ji bo azadiyê” tê lidarxistin. Newroz, dê li herî kêm 89 navendan bê pîrozkirin. Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî ji bo Newrozê strana “Newroza Azadî" çêkir.
Navên kesên muzîka stranê amade kirin, striyan, gotin amade kirin û di amadekirinê de cih girtin wiha ne:
"Gotin: Devrîm Demîr & Baran Ertaş
Muzîk: Baran Ertaş
Vokalên Jin: Sarya Ertaş, Mizgîn Turan, Bêrîtan, Devrîm Demîr, Emel Bejan.
Vokalên Zilam: Mesûd Gever, Azad Bedran, Suleyman, Baran Ertaş, Xebat Zinar, Omer Arîn û Omer Baran.
Aranje û derhinêriya muzîkê: Baran Ertaş
Muzîkjen
Keman, Viyola, tembûr: Baran Ertaş
Mey, zirne: Ertan Tekîn
Bilûr: Yasîn Boyraz
Çello: Rûşen Arslanargun
Gîtara elektronîk: Baran Karakoç
Bass Gîtar: Hogir Nazlier
Dahol: Mûrat Bakrak
Perkusyon: Bariş Cem Sungur”
Gotinên stranê wiha ne:
"NEWROZ
Newrozê tu bi xêr hatî
Li ser ser û çavan hatî
Agirê Kawayê Hesinkar
Tu ji me re xelatî
Jin û ciwan zar û zêç
Tev ketine vê dîlanê
Agirê Newrozê geş bû
Li dora berxwedanê
Newrozê way tu hatî
Wek gulek sor xelatî
Kêf û şahî bi ter hatî
Ronahî ji boy welatî
Mazluman serî rakir
Ala azadiyê li ba kir
Bû agirê Newrozê
Gelê Kurd tev şiyar kir
Rabûn ketine dîlanê
Zekiya û Rewşanê
Serkêşên govendê ne
Ronahî û Bêrîvanê
Newrozê way tu hatî
Wek gulek sor xelatî
Kêf û şahî bi ter hatî
Ronahî ji boy welatî
Dilopek av ket axê
Şîn kir tovê jiyanê
Roja nû ji bo me hilat
Bihara me xemiland
Vaye hilbû Roja me
Tînê da welatê me
Li ba dibe ala me
Mizgîniya hebûna me
Newrozê way tu hatî
Wek gulek sor xelatî
Kêf û şahî bi ter hatî
Ronahî ji boy Welatî”