NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newrozê weke dîroka jinûve afirandinê pênase dike û dibêje ger wê jiyan hebe, divê azad be û dest bi têkoşîneke mezin a hêviyê kirine.
Agirê Newrozê yê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komek hevalên wî di Adara 1973'an de li ber sînorê Bendava Çubuk a Enqereyê pêxist, geşedaneke dîrokî bû ku rastiya Kurd vegerand ser dika dîrokê. Vê geşedana dîrokî gelek tişt guherand, nîqaşên der barê hebûna veguherî nîqaşên azadiyê. Ji wê rojê û pê ve nîqaşa li ser Kurdan li ser têgeha "Kurdistana Mêtingeh" bêhtir nîqaş hatin kirin. Ev rêwîtî ku li dora Bendava Çubukê dest pê kir û Abdullah Ocalan wek "pir kelecanî, mîna dînekî" pênase kir, di 27ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê navçeya Amedê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ava bû.
Di 21'ê Adara 1982'an de yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan li Zindana Amedê 3 darikên kîbrîtê xwe şewitandin û piştî vê çalakiyê Kurd bêhtir derketin ser dika dîrokê û êdî Newroz ji bo Kurdan bû sembola vejîn û berxwedanê. Kurd ji wê rojê û vir ve her sal li dora agirê Newrozê daxwaza xwe ya jiyana azad diqîrin. Kurd Newroza 2025 'an bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibatê de ku çirûska destpêkê ya vî agirî vêxistin û weke manîfestoyekê hat pênasekirin, pêşwazî dikin. Agirê Newrozê ku di sala 1973 'an de ji aliyê Abdullah Ocalan ve li dijî mêtîngeriyê hat pêxistin, îro bûye sembola azadiyê.
ISRARA JIYANA AZAD
Di 21 'ê Adara 1998'an de Abdullah Ocalan der barê Newrozê de nirxandinên berfireh kir û 21'ê Adarê weke ‘israra jiyana azad’ pênase kir. Abdullah Ocalan, diyar kir ku şehîdên mezin ên Mazlûm Dogan, Zekiyeyan, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan, serhildanên gel ên pîroz û vegotina dawî ya serhildanan di salên 1990'î de li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Licê û Wanê hatine dîtin. Abdullah Ocalan got ku ev serdem salên ku xwe ji nû ve diafirîne ne û got, '”Ev salên ku hemû tiştên ku hatine windakirin, ji ramaneke cewherî wek nefeseke azadiyê dîtîna hemû tiştên hatine windakirin e.”
'GER JIYAN HEBE, DIVÊ AZAD BIBE'
Abdullah Ocalan di sala 1973’an de agirê ku li ber bendava Çubukê vêketî bi bîr xist û got ku Newroz ji bo Kurdan vejîn e û wiha dibêje: "Ew roj wekî niha tê bîra min. Di rojeke wiha de ku ez bi hemû îmkanên balkêş ên mêtingeriyê re rû bi rû mame, dema ku em li her tiştê ku girêdayî me bûn ku ne hêjayî baldariyê bû, dema ez westiyam, di paytexta neyaran de, çavnebar, bêperwa û bi fetisandinê re rû bi rû man. Min ji jiyana mêtingeriya îmhaker re got na. Ji bo hêviya azadiyê ku dij qanûnî, nepêkan û belkî jî ne pêkan xuya dike, bi dayîna wateya her tiştê ku her kesî, endamên wê jî di nav de ti carî bawerî pê neanî, me pêngavek avêt. Di cîhanê de û di dîrokê de mînaka wê tune. Me ev biryar da. Eger bi du gotinan be ; Me got, 'Divê jiyaneke bi axa dayikê û nasnameyî hebe û eger wê jiyan hebe, divê azad be'. Û bi rastî jî me dest bi şerê hêviyê kir."
KULÎLKA KU GIHÎŞT RONAHIYÊ: NEWROZ
Abdullah Ocalan diyar kir ku di demekê de ku navê Kurd û Kurdistanê hatiye qedexekirin, bi agirê Newrozê mirovahî û nasname jinûve hatine afirandin. Abdullah Ocalan dibêje ku Newroz gula ku xwe digihîne ronahiyê ye û wiha got: "Newroz sekna jiyanê ye. Vebûna rengîn a xwezayê ye. Herikîna xwînê ya hemû damarên jiyanê ye. Eger di vejînê de tiştekî cewherî hebe, ev yek hewldana vekirina şînkahî, kulîlkdariyê ye. Lê bahozên ku van rojên Newrozê derdikevin holê jî hene. Carinan kulîlkan jî hildiweşînin û tovên fêkiyan dişewitînin. Ma di nav me de jî yên wiha nîn in? Hene. Em bingehên hilanîna tovên vejînê ne. Ma em hindik ba û bahozê radikin? Dîrok jî, jiyana rojane jî çiqas rasteqîn e. Ya rast ew e ku mirov rastiyê wekî heyî qebûl bike. Ti qanûn bi qanûna jiyana azad xwedî hêz nîn e. Hêza herî mezin qanûn e, qanûna jiyana azad e."
DÎROKA KU NEHATIYE NIVÎSANDIN
Abdullah Ocalan diyar dike ku Newroz ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha dibêje: "Ji niha û pê ve hemû roj Newroz in. Hemû rojên ku derbas bûn bi rastî jî rojên wek Newrozê bûn. Soza me ev bû, me soza xwe li erdê nehişt. Lê belê êş û îşkenceyên ji aliyê zaliman ve hatine ferzkirin, hebûn. Sotîneriya wan hebû. Bi her cure teknîk, çek û îşkenceyê gelek mirov şewitandin. Dilê me dibêje em ê bîranîna kesên ku hatine şewitandin çawa biparêzin. Dema ku Zekiyeyan, Zîlanan û Ronahî şehîdên mezin ên roja îro ne, em ji gotin û wesiyetên wan dizanin ku wan ev yek tam ji bo xwe gihandina pirsa 'jiyaneke azad çawa ye?' Li Mezopotamya û li quntara Zagrosan, welatê bihuştê ku hemû pirtûkên pîroz behs dikin, piştî tofana Nûh qada nû ya jiyanê ye... Li vê xakê mirov her tim bi hesreta azadiyê jiyane. Dibe ku ne mîna welatekî din be, dibe ku ne mîna pirtûkeke ku heta niha hatiye nivîsandin be. Dibe ku di pirtûkê de jî nenivîse, lê şerê azadiyê heye. Dibe ku pirtûka wî bi temamî nehatibe nivîsandin, ji ber ku xelasbûna wî ne temam e. Heke pirtûkên ku hatine nivîsîn piranî pirtûkên neqediyayî bin, ji ber ku xilasiya bi temamî nebûye.''
BERSIVA LI SER ESASÊ DÎROKÊ
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku Newroz bersiveke ji bo cewhera dîrokê ye û wiha axivî: "Li vir mirovahî hat ziman, qanûnên yekemîn hatin nivîsandin, hêviyên destpêkê li ser navê gel hatin bilêvkirin. Bi her destdana axê re berhemek rû da. Yekemîn car heywan hatin kedîkirin, yekemîn nebat bûn genim û depoyên genim hatin tijekirin, yekem gund li vir hatin avakirin, her wiha yekemin bajar jî li vir hatin avakirin. Dewletên li vê derê ewilî hatin avakirin, ewilî li vir helbest û muzîk hatin çêkirin. Mirovahî yekem car li vir ji dayik bû. Li hin cihan bû rastiyeke çînî. Bû împaratoriya koleyan. Bû qanûneke eşîran, hîn bi temamî di meriyetê de ye, lê tiştekî din qewimî. Mîna ku ev hemû neqewimîbûn, bû qada nediyariyê. Mirovahî ne xwedî nasnameyekê ye, ne jî xwedî hêvî ye. Ev nakokiyeke çawa mezin e? Hem warê her tiştî, hem jî rastiya ku niha ti berhem nemaye. Divê ev nakokiya mezin bê çareserkirin. Destana mezin a Gilgamêş, cihê ku hevaltiya pêşî lê çêbûyî, niha bûye cihê ku herî zêde xayintiyan û hem jî di nav me de. Divê em vê çareser bikin. Ev dîroka mezin çawa berevajî bû?”
‘XEZÎNE LI KU DERÊ WINDA BIBE LI WIR TÊ LÊGERÎN’
Abdullah Ocalan bal dikişîne ser dîroka vejînê û wiha dibêje: “Çavkaniya kelecanê ev e. Xezîne li ku dere winda bibe li wir tê lêgerîn. Mirovahî li cihê lê ji dayik bûye li koka xwe digere û eger tê dîtin, li vir tê dîtin. Li Amerîkayê nayê dîtin. Li Rûsyayê li Sîbîryayê nayê dîtin. Ev der navenda wê ye. Ev 25 sal in em li mirovan digerin, pêşî li mirovên xwe digerin û ev kes yekem kes e. Dibe ku, eger pêk were, ew ê mirovê dawî be, divê ew be. Eger ji bo silavkirina jiyanê be, eger her tişt bi jiyana mîna Newrozê bibe, lazim e zimanê wê zanibe. Ji ber vê yeke jiyan ne hêsan e. Ez bi xwe hîn jî di lêgerîna jiyanê de me. Min her tişt sekinand, bê pêşdarazî, bê qalib, bê hikmekî teqez çi ye, divê çi be, divê çawa be? Tişta ku jê re dibêjin lêhûrbûn ev e. Ez xwe bi hêsanî pênase nakim. Nexasim di xwe de pênasenekirina şaristaniya ku bi hezaran sal in qirêj e û kiriye ku ev mirovê azad neyê naskirin, di xwe de nas neke, ne di xwe de nejî û nedî jiyîn. Hemû navên hatine dayîn wekî navê xwe qebûl nekî. Ji hemû îradeyên tên ferzkirin bi guman e. Û hîn jî biryara jiyanê, nedayînê, nahêle bê dayîn jî. Eger wê bibe, ya herî rast, herî bedew û herî guncaw ji bo dîroka kokê û dergûşa vî cihî ye. Pênaseyeke jiyanê ya ku dilsozê rastiya hemû wan lêgerînerên jiyanê ye, yên ku li nemiriyê digerin, bi Gilgamêş dest pê dike. Ya lê tê ew e ku di mirovên azad a vê xakê de dixeniqe."
MA / Ozgur Paksoy