RIHA - Hêvseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd bal kişand ser girîngiya peymana di navbera HSD’ê û hikûmeta demkî ya Şamê de û got: “Rêveberiya Xweser dê ji bo dema pêş qenalên têkilîdanînê bi jinên li Sûriyeyê re deyne û ji bo mafê wan ê gotinê hebe bixebite.”
Di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed el Şera de peymanek hate îmzekirin. Peyman ji 8 xalan pêk dihat û hat diyarkirin ku dê tevahiya mafên makezagonî yên Kurdan bên misogerkirin.
Hêvseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd têkildarî peymana hatiye avakirin axivî û got ku ew aliyekî peymanê ne û piştî 14 salan derfeta gelên Sûriyeyê çêbû ku li dora maseyekê bicivin û bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Evîn Siwêd, diyar kir ku di nava 14 salan de tişta li Sûriyeyê li ser nîqaş hatiye kirin ew bû ku gelek rengên li Sûriyeyê dijîn bi hev re têkiliyan deynin û li dora maseyekê bicivin. Evîn Siwêd, wiha domand: “Bi vê yekê re jin-mêr, gel û baweriyên cuda dê li ser maseyê cihê xwe bigirtina û bikariyan ser pêşeroja Sûriyeyê biaxivin. Di rewşa heyî de ev yek piştî 14 salan pêk hat.”
'ME CIHÊ XWE LI SER MASEYÊ GIRT’
Bi domdarî Evîn Siwêd anî ziman ku di rewşa heyî de Sûriye ji hêla aborî, leşkerî û civakî ve tê talankirin û ev nirxandin kir: “Rêveberiya Xweser ji destpêkê heta niha her tim got ku divê rêyên diyalogê vekirî bin. Bi vê peymanê re gava ewil a pratîkî hate avêtin. Ev peyman, ji hêla hemû gelên Sûriyeyê ve bi coş hate pêşwazîkirin. Ev jî nîşanî me dide ku divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya diyalogê û li ser maseyê bên çareserkirin. Weke Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya van pirsgirêkan em li ser maseyê cihê xwe digirin. Em ji bo hemû berpirsyartiyan amade ne.”
Evîn Siwêd, da zanîn ku bi rêya çapemeniyê zimaneke neyînî di nava civakê de tê bikaranîn û wiha pê de çû: “Bi vî zimanî hewl didin berê hinek koman bidin hev. Bi îmzekirina vê peymanê re hêviya gelên Sûriyeyê ya ji bo aştiyê mezin bû. Heke em ji hêla Rêveberiya Xweser ve biaxivin, li vir pergaleke demokratîk heye. Ev jî dikare tevahiya Sûriyeyê hembêz bike.”
JIN
Evîn Siwêd, diyar kir ku li seranserî Sûriyeyê ji bo pergala rêveberiya xweser bendewariyek heye û axaftina xwe wiha qedand: “Derdorên ku piştî hilweşîna rejîma Baasê hay ji me tune bûn, haya wan ji xeta me ya jiyana bi pêşengtiya jinan bû. Nûnertiya jinan a di nava saziyan de dîtin. Zanîn ku ev pergal dikare li tevahiya Sûriyeyê bikeve meriyetê. Sazî û rêxistinên jinan bi vê mesûliyetê tevgeriyan da ku rêxistiniya xwe mezintir bikin. Rêveberiya Xweser dê ji bo dema pêş qenalên têkilîdanînê bi jinên li Sûriyeyê re deyne û ji bo mafê wan ê gotinê hebe bixebite.”
MA / Ceylan Şahînlî