ENQERE - Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş piştî hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê re axivî û got ku nîqaşkirina pêvajoyê ya li ser zemîna Meclisê dê Tirkiyeyê ber bi aştiyê ve bibe. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got ku divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin.
Hevdîtinên Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên di çarçoveya banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi partiyên siyasî re dane destpêkirin, didomin. Hevserokên Giştî di çarçoveya tura duyemîn de îro dê bi serokên giştî yên Partiya Kerkaran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê re hevdîtinê bikin.
Şandeya DEM Partiyê hevdîtina îro ji ewil bi nûnerên TÎP’ê re kir. Hevdîtin, li Avahiya Têkiliyên Gel a li Meclisê hat kirin. Şandeya DEM Partiyê ji hêla Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Cîgirê Serokê Giştî Dogan Ergun, Berdevka Partiyê Saliha Sera Kadigîl, endamên Meclisa Partiyê û Parlamenter Ahmet Şik ve hate pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin û zêdetirî saetekê domiya, daxuyanî hat dayin.
BAŞ: DIVÊ ÇEKA DARAZÊ BÊDENG BIBE
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, wiha got: “Ji bo demokratîkbûna welat û bicihanîna aştiyê, em bêşert piştgiriyê didin aştiyê. Em, geşedanên heyî bi hûr û kûr dişopînin. Divê îktîdar hinek gavan biavêje. Aştî, tiştekî gelek pîroz û pêdiviyeke mezin e. Divê weke amûra hesabên siyasî û yên biçûk ên îktîdarê neyê bikaranîn. Ji bo aştî mayinde bibe, divê li Tirkiyeyê demokratîkbûneke xurt çêbibe. Em qala bêdengkirina çekan dikin. Li gorî me divê çeka darazê ku îktîdar tenê li dijî muxalfetê bi kar tîne jî bê bêdengkirin. Li gorî me zemîna Meclisê gelek girîn ge. Em di wê baweriyê de ne ku heke li ser zemîna Meclisê nîqaşên zelal bên kirin ev yek dê Tirkiyeyê ber bi aştiyê ve bibe.”
Baş, wiha domand: “Pêdiviya welatê me bi aştiyê heye. Her wiha pêdiviya herêmê û cîhanê pê heye. Lewma jî em geşedanên li Sûriyeyê bi baldarî dişopînin. Bi taybet jî me fikarên xwe yên têkildarî êrişên di demên dawî de Elewiyan hedef digirin de parve kirin. Ne tenê ji bo welatê me, ji bo aştî li tevahiya herêmê û cîhanê bikeve meriyetê divê em bitêkoşin. Ez careke din spasiya we dikim, baş bû ku hûn hatin, baş bû em bi hev re bûn.”
HaTÎMOGÛLLARI: DÊ SEDAN BIDOMIN
Tulay Hatîmogûllari jî ev tişt anî ziman: “Em di serdemeke gelek girîng de ne. Dê serdanên me di tevahiya meha Adarê de bidomin. Birêz Erkan Baş jî anî ziman; rast nîne ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk divê nexin asta hilbijartinê û qezenckirin an jî windakirinê. Divê weke zemîna bidawîkirina pêvajoya şerê 52 salan û çareserkirina pirsgirêkan a li ser zemîna siyasî û hiqûqî were dîtin. Me gelek êş kişandin. Li vê xakê gelek xwîn rijiya. Em jî ji bo êdî xwîn nerije û hêsirên dayika nabarin, vê bangê gelek biqîmet û girîng dibînin. Weke ku Dayikên Aştiyê jî anîn ziman, em naxwazin darbestên zarokên xwe lê em dixwazin zarokên xwe hembêz bikin. Ji bo banga dayikên gerîlayan, dayikên leşkeran cîbicî bibe em têdikoşin û vê bangê jî di vê çarçoveyê de dinirxînin.
Tirkiye di krîzên piralî de ye. Birêz Abdullah Ocalan, di banga xwe ya ji bo pêşîvekirina siyaseta demokratîk de balê dikişîne ser xwebirêxistinkirinê. Weke ku dibêje; ‘Avadaniyên sosyo-ekonomîk û siyasî; tenê bi avakirina zemîna civaka demokratîk û siyasî pêkan e.’ Çareseriya krîzên piralî, bi têkoşîna demokratîk û rêxistinkirinê pêkan e. Di vê çarçoveyê de em banga hatiye krin gelek girîng dibînin.”
PEYMANA LI ŞAMÊ HATIYE ÎMZEKIRIN
Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê geşedanên gelek girîng diqewimin. Dema em li wan geşedanan dinihêrin, dibînin ka çiqas bi lezgînî pêdiviya me bi aştiyê heye. Li Sûriyeyê komkujî hate kirin û bi hezaran Elewî hatin qetilkirin. Di dîroka Elewiyan de bi yek ji komkujiyên herî mezin re rû bi rû ne. Em bi civaka xwe ya Elewî ya Sûriyeyê re ne. Dema ev diqewimîn, di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Şamê de peymaneke ji 8 xalan pêk tê hate mohrkirin. Beriya ev peyman were îmzekirin, nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nûnerên civaka Elewiyan, yên Durzî û Xiristiyanan re jî hevdîtin kirin û ji rewşê agahdar kirin. Yek ji armanca peymanê jî ew bû ku pêşîl li van komkujî û zextên ser Elewiyan, Durziyan û gelên din bigire.
Lewma jî em vê peymanê gelek erênî dibînin. Hedefa sereke ya di vê peymanê de, di xalên 1’emîn û 3’yemîn de bi aşkerayî hatine vegotin. Bi vê peymanê re bineha avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku hemû gel û baweriyên cuda tê de xwedî mafê hemwelatiya wekhev vekiriye. Em di geşedanên Sûriyeyê de jî dibînin ka banga birêz Ocalan çawa xîtabî derdorên cuda dike.”
'EM Ê BI ÎKTÎDARÊ RE HEVDÎTINÊ BIKIN’
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari, wiha got: “Serdanên me didomin. Di vê mijarê de helbet em ê hem bi pêkhate û hêzên tifaqê re, ghem jî bi hemû derdorên civakî re hevdîtinan bikin. Em ê di rojên pêş de bi partiyên îktîdarê û pêkhateyên Tifaqa Cumhurê re jî hevdîtinan bikin.”
'PEYWIR A DEWLET Û ÎKTÎDARÊ YE’
Tulay Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Di xurtkirina zemîna pêvajoya heyî de berpirsyartiyeke mezin a dewlet û îktîdarê heye. Niha peywir a dewlet û îktîdarê ye. Keda ew di vê mijarê de didin gelek girîng e. Hemû dinya û raya giştî li benda van tiştan e. Me bi hev re li daxuyaniya birêz Erdogan a têkildarî peymana li Sûriyeyê guhdar kir. Weke Ereb, Tirk, Kurd em niha ji her demê bêhtir hevdu hembêz bikin. Gelek rast e. Lê ji bo ev gotin cîbicî bibe, divê her tişt li ser bingeha hemwelatiya wekhev û diyalogê çêbibe. Di naveroka banga birêz Abdullah Ocalan de, di ruhê wî de ev tişt heye. Di demeke ku ji her demê bêhtir pêdiviya me bi aştî, aramî û îstîqrarê heyî de, piştevaniya bi aştiyê re gelek girîng e. Xwedîderketina li banga aştî û civaka demokratîk pir girîng e.”
'DIVÊ SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ BÊN KIRIN’
Tulay Hatîmogûllari, piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Tulay Hatîmogûllari, ji bo pirsa têkildarî peymana li Şamê û hevdîtina nû ya li Îmraliyê wiha got: “Ji bo banga birêz Ocalan bicih bê, wî bi xwe got ku divê peywireke gelek çalak li xwe bigire. Ji bo banga fesihkirinê ya li rêxistina xwe kirî bicih bê, ji bo bikarin kongreya xwe bicivînin, divê zemîna diyalogê ya bi birêz Abdullah Ocalan re were xurtkirin û rêyên hevdîtinan bên xurtkirin. Bêguman ne tenê şande, divê hemû derdorên ku dê ji bo pêvajoyê sûdewer bin bikarin biçin Îmraliyê û bingeha vê hewceya were avakirin. Lewma jî gelek girîng e ku şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin. Her wiha avêtina gavan a li ser zemîna qanûnan gelek girîng e. Bi van gavan re dê pêvajo bileztir pêş bikeve û bi aştiyê tacîdar bibe. Di vê pêvajoyê de girîng e ku Meclis erk û berpirsyartiyan bigire ser xwe. Ev erk û berpirsyartî ne tenê divê ji komîsyonan pêk bê, divê bi îradeyeke çalak rabe û di mijara pêşxistina pêvajoyê de erk û berpirsyartiyan li xwe bigire. Ev yek, mijareke lezgîn e.”
Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî got: “Em li bendê ne ku şande jî biçe. Heta niha tiştekî hatiye plankirin tune ye. Lê divê şande biçe. Weke min gotibû, hewceye deriyên Îmraliyê bên vekirin ku hemû derdorên dixwazin bi birêz Ocalan re diyalogê pêş bixin bikarin biçin.”