AMED - Agirê ewil ê Newroza 2025’an li navçeya Licê hat vêxistin. Di axaftinan de hat gotin ku dê bi agirê berxwedanê ku li Licê hat pêxistin bersivê bidin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Agirê Newroza îsal ku bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin, li navçeya Licê ya Amedê hat vêxistin. Parlamenterên DEM Partî, DBP’ê, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Welatî bi kincên herêmê beşdarî Newrozê bûn, bênavber govend gerandin û dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jiyan jiyan azadî’ berz kirin.
Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Sadik Tosun axivî û Newroz li hemû kesî û bi taybet jî Îmraliyê pîroz kir. Piştre Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî û diyar kir ku ev sed sal in bi înkar û asîmîlasyonê tê xwestin gelê Kurd bê tunekirin û wiha got: "Bersiva ku 50 sal berê li Licê hatiye dayîn nêzî azadiyê ye. Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan rê li ber me vekir. Em bejna xwe li ber banga wî ya jiyana azad û avakirina civaka demokratîk ditewînin. Newroza te pîroz be birêz Ocalan."
'TÊKOŞÎN WÊ AZADIYA OCALAN MISOGER BIKE'
Gurbuz diyar kir ku têkoşîn wê bibe misogeriya azadiya gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Di her şert û mercî de Kurdan înkar dikin. Dijminatiya li Kurdan, nebûna Kurdan bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayê. Êdî bes e ji dijminatî û înkara Kurdan re. Em destê aştiyê dirêj dikin. Divê dewleta Tirk vê bibîne û bersivê bide. Em zimanê xwe, çanda xwe û îradeya xwe xwedî derdekevin. Birêz Ocalan banga doza civaka demokratîk kir. PKK'ê bersiv da û agirbest îlan kir. Em li benda çi ne? Êdî bes e. Em ji bo gelê Kurd jiyaneke azad dixwazin. Newroza îsal Newroza aştî û azadiyê ye."
'HEMÛ KESÎ DENGÊ OCALAN BIHÎST'
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: "Ji bo gelê Kurd,cejn ne tenê xwe nûkirina xwezayê ye, di heman demê de berxwedana têkoşînê ye. Gelê Kurd ê di Newrozê de bedena xwe da ber agir, çalakiyan lidar dixe û têdikoşe. Kemal Kûrkût qetil kirin. Wê rojê, Newroz ji bo me dîsa bû sedema berxwedanê. Em Newroza Kemal Kûrkût û malbata wî pîroz dikin. Em ti carî hevalên xwe û şehîdên xwe ji bîr nakin. Me ji vê Newrozê re got Newroza azadiyê. Em ê tu caran heval û şehîdên xwe ji bîr nekin. Divê di vê Newrozê de banga Rêbertiya azad birêz Ocalan baş bê fêmkirin. Di vê bangê de Rêberê Gelan got, ‘Ji bo Kurdan serdemeke nû destpê dike’. Em vê Newrozê bi kelecana pêvajoya nû pêşwazî dikin. Qufilkirina ku ji bo dengê Rêber Apo dernekeve hatiye ferzkirin, nema ye. Dengê wî gihîşt hemû cîhanê. Hemû kesî denge birêz Ocalan bihîst.”
PÊŞENGIYA CIWANAN
Kaganarslan got ku divê dewlet di vê pêvajoyê de gav biavêje, her tim ciwanan pêşengiya têkoşînê kirin û wiha got: “Li dijî polîtîkayên şerê taybet, em ciwan ji bo aştiyeke bi rûmetî li ber xwe didin. Eger ciwan di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin, em ê karibin jiyaneke bi rûmet bijîn. Eger ciwan pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin, ti hêz nikare li pêşiya wê bisekine. Ciwanên Kurd daketin kolanan û li dijî qeyûm li ber xwe dan. Niha dema çalakiyan e. Me got, 'Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Em ciwan in, em ê bi aştiyeke bi rûmet xwerexnedayîna xwe bidin gelê xwe. Eger pêwîstî bi berxwedan û têkoşîna aştiyê hebe, em ê dîsa têbikoşin, em ê dîsa li ber xwe bidin. Em li vir in, xeta me zelal e. Baweriya me bi ciwanên me, partiya me û banga civaka demokratîk heye. Newroza Rêbertiya azad pîroz be.”
'ÎSAL BIRÊZ OCALAN AGIR VÊXIST'
Di dawiyê de wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş got ku îsal Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de agirê Newrozê li Îmraliyê vêxistiiye û wiha got: “Em ê bersivê bidin birêz Ocalan ê ku di 27 'ê Sibatê de agirê Newrozê vêxist, bi agirê Newrozê yê berxwedêran em ê bersivê bidin. Em ê agirê Newrozê ji bo birêz Ocalan, ji bo Rojava, ji bo Rojhilat û hemû Kurdistanê pêxînin. Newroz ji bo me her tim tê wateya vejînê, tê wateya berxwedana li dijî zilmê. Di ruhê Newrozê azadiya jinê nayê tepisandin, dest danîna ser zarokan, talankirina xwezayê nîne. Em ê bi ruhê Newrozê agirê xwe yê li dijî vê zilm û şerê taybet gur bikin. Em ê agirê xwe ji bo civaka demokratîk, ji bo aştî û azadiyê pêbixin."
‘SERKEFTIN NÊZ E’
Bêrîtan Guneş da xuyakirin ku ev rojên dîrokî ne û wiha got: "Tovên beriya 46 salan li navçeya Licê hatin çandin, îro li Rojava şîn dibin. Îro Rojava hêviya dayik, jin, zarok û gelan e. Birêz Ocalan ku ew felsefe, ew bawerî, ew paradîgmaya ji bo gelên Rojhilata Navîn nivîsî, îro civaka demokratîk û aştiyê ava dike. Em di rastiya Rojava de dibînin. Ev 50 sal in Licê gelek zehmetî dîtine. Di her malbatê de êşeke mezin heye. Ciwan dizanin ku di salên 90 'î de Newroz çawa tê pîrozkirin. Piştî van êş û zehmetiyan em niha dibêjin serkeftin nêz e. Birêz Ocalan dibêje, ‘Newroz jiyaneke nû ye , jiyana azad e’. Divê her roj bibe Newroz.”
‘DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN BANGA SED SALÊ’
Bêrîtan Guneş diyar kir ku li Rojava bi pêşengiya jinê jiyaneke nû hatiye avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna girtiyan û yên ku ji bo vê axê canê xwe dan, ev jiyan ava kirin. Piştî banga 27’ê Sibatê li cîhanê, li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn gelek tişt guherîn. Em niha li ber ronesanseke mezin in. Ev ronesans wê hembêzkirina paradîgmaya birêz Ocalan û berxwedanê nîşan bide. Em ê bi têkoşîneke mezin jiyana azad biafirînin. Bi banga birêz Ocalan re em ê ji bo hemû gelan jiyaneke nû amade bikin. Divê piştgiriyê bidin banga sed salê."
DAYIKAN AGIRÊ NEWROZÊ PÊXISTIN
Piştî axaftinan dayikan yekemîn agirê Newrozê yê îsal bi coşeke mezin pêxistin. Li hemberî hewldana polîsan a tepisandina dengan, pîrozbahiya ku li qadê gelek caran dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat berzkirin. Bi stranên Koma Ven ê ji Navenda Çanda Mezopotamyayê ve got, dewam dike.