NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk diyar kir ku dê li encamên peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê binêrin û dê şandeyek biçe serdana Sûriyeyê.
Şêwirmendê Çapemenî û Têkiliyên Gel ê Wezareta Parastinê yê dewleta Tirk Tugamîral Zekî Akturk têkildarî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin, daxuyanî da. Akturk, diyar kir ku ew ê temaşe bikin bê ka dê peyman çawa were cîbicîkirin û bandora wê ya li ser qadê. Akturk, anî ziman ku ew ê encamên erênî û neyînî yên peymanê bişopînin. Akturk, got: “Di mijara israra me ya ji bo yekparetiya xak û siyasî ya Sûriyeyê de tu guhertin nînin.”
Akturk, destnîşan kir ku dê di rojên pêş de şandeyeke wan a leşkerî biçe serdana Sûriyeyê.