Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne

img

WAN - Pîrozbahiya Newroza li Wanê bi coşeke mezin dest pê kir. Li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide û peyamên piştgiriya bi banga Abdullah Ocalan re hatin dayin.  

Li Wanê bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Ji navenda bajar, navçe û gundan bi deh hezaran kes di saetên zû yên serê sibehê de ber bi Qada Newrozê ya li quntarê Keleha Wanê ve herikîn. 
 
Coşa li qadê her deqeyê zêdetir dibe û dirûşma “Bijî Serok Apo” li qadê olan dide. Jin û ciwanên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, qada pîrozbahiyê xemilandine. Her wiha flamayên bi rengên kesk, sor û zer hatin hilgirtin. 
 
'DIVÊ OCALAN JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’ 
 
Bername, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Komîteya Amadekar a Newrozê piştre gel silav kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Veysî Dîlekçî, got: “Ji bo em bigihijin van rojan têkoşîneke mezin hat dayin. Em li vir piştgiriyeke mezin didin banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan. Heta ku aştî tê dê têkoşîna me bidome.” 
 
Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay jî got: “Gelê Wanê di tevahiya dîroka xwe de xwedî li têkoşînê derket. Gelê Wanê dê xwedî li banga birêz Ocalan derkeve. Gelê me dê tişta dikeve ser milê xwe pêk bîne. Tişta herî girîng a ku divê niha were kirin, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Divê ev pêk bê.” 
 
Piştre jî hunermend Fîkret Goyî derket ser dikê. Piştre jî bi coşeke mezin agirê Newrozê hate vêxistin. 
 
‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PARADÎGMAYA OCALAN’ 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, di pîrozbahiyê de got: “Gelê Wanê her tim dîrok nivîsandiye û dinivîse. Bi sala ye tevî zext û zilmê jî serî netewand. Niha jî qala pêvajoyeke aştiyê tê kirin. Gelê Wanê û ciwan dê bi pêvajoyê re bin. Dê her tim piştgiriyê bidin banga aştiyê ya birêz Abdullah Ocalan.” 
 
Hevşaredarê din Abdullah Zeydan jî wiha got: “Berxwedana gelê Wanê ji cîhanê re bû mînak. Me êşên mezin jiyan û niha qala aştiyê tê kirin. Birêz Ocalan kengî biaxive, hêviya aştiyê dibe. Birêz Ocalan îro dîsa pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Ev pêvajo dê bibe wesîleya azadiyê ya hemû gelan. Em bi bang û paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan re ne.” 
 
‘KURD BI KOMKUJIYAN TUNE NABIN’
 
Endamê MYK’a Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî bertek nîşanî komkujiya li Kobanê da û got: “Kurd bi van komkujiyan tune nabin. Hûn dê nekarin bi van komkujiyan bi ser kevin. Birêz Ocalan demekî kin berê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bangek kir. Divê her kes xwedî li vê bangê derkeve. Piştî bangê li Sûriyeyê peymanek hat çêkirin. Bi vê peymanê re gelê Kurd dê bi hev re tevbigere. Em piştgiriyê didin vê peymanê.” 
 
ABLAY: HETA JIN AZAD NEBIN CIVAK AZAD NABE 
 
Aktîvîsta TJA’yê Fatma Abay jî got: “Bi têkoşîna jinan re felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ li hemû cîhanê belav bû. Em Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev felsefeye afirand, pîroz dikin. Em xwedî li peyama birêz Ocalan derdikevin. Divê gotina birêz Ocalan a ‘Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd kûrtir e’ baş were fêmkirin. Divê her kes vê peyamê baş fêm bike. Heke em qala pêvajoya nû bikin, divê di şexsê Gulistan Doku, Îpek Er û Rojîn Kabaîşê de şerê taybet bê dîtin û bi hûr û kûr were çareserkirin. Birêz Ocalan dibêje ‘xwedî li pêşeroja xwe derkevin.’ Divê jin xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Ji ber ku netewe dewlet bi rêya şerê taybet li ser jinên Kurd polîtîkayên xwe dimeşîne. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe.” 

Sernavên din

08/09/2025
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin