Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku bi milyonan kes li qadên Newrozê xwedî li banga Abdullah Ocalan derketine û got: “Êdî derbaskirina qonaxa krîtîk a duyemîn, berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li Meclisê di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku bi tevlibûneke gelek xurt yek ji Newrozên herî girîng û dîrokî hatiye lidarxistin û got: “Me Newrozeke ku hêviya aştî û demokrasiyê aj dayî pîroz kir. Li rexa din jî me di serdemeke zext zêdebûyîn û îradeya gel nehatiye naskirin de pîroz kir. Bi milyonan kesan li qadên Newrozê gotin; aştî, demokrasî û edalet. Gel, xwedî li aştiyê derketin. Ciwan bûn dengê jiyaneke demokratîk û misoger. Jinan, bi rengên xwe qadên Newrozê xemilandin. Dema em li Newroza Amedê, Leyla Zana ya hêja got; ‘Di salên 90’î de bi zor û zehmet 80 kes ji bo pîrozbahiya Newrozê kom dikirin lê niha em gihiştin milyonan. Weke gelê Kurd em bi ser ketin.’” 
 
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku bi milyonan kesan peyameke hevpar dane û wiha domand: “Peyama hevpar a milyonan kesan ev bû; em piştgiriyê didin aştî û çareseriyê. Milyonan kesan got; em piştgiriyê didin banga dîrokî. Gotin; ‘Daxwaza me ya herî mezin ew e ku birêz Ocalan azad bibe û şert û mercên xebateke azad bên avakirin.’ Xwestin şert û mercên birêz Ocalan tavilê bê sererastkirin. Divê îktîdar vî dengê milyonan bibihîse û guh bide daxwazên wan. Divê îktîdar peyamê baş fêm bike. Kesek nikare daxwaza aştiyê paşguh bike û serî li siyaseta mijûlkirinê bide. Yên guhên xwe li daxwaza aştiyê ya milyonan digirin, dê pir mezin winda bikin.” 
 
BANG LI ÎKTÎDARÊ KIR
 
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku kesên pirsûleya wan ne aştî, demokrasî, edalet û azadî be nikarin aştiya civakî pêk bînin û wiha pê de çû: “Çareseriyên palyatîf, helwestên mijûlkirinê û hwd. mezintirîn xerabiya li hêviya aştiyê ye. Hinek mijar hene ku divê tavilê gav bên avêtin. Ji bo rêxistina birêz Ocalan bikare kongreyê bicivîne divê demildest zemîna ewlehiyê bê avakirin. Ev jî bi diyaloga bi birêz Ocalan re dibe. Bi avakirina şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan dibe. Birêz Erdogan digot ‘qonaxa krîtîk hate derbaskirin.’ Belê rast e hate derbaskirin lê divê îktîdar û dewlet qonaxa duyemîn a krîtîk derbas bike. Ji bo civakîkirina vê pêvajoyê berpirsyartî ya îktîdar û dewletê ye. Em li çaverêya vê ne. Ev qonax bi bidawîkirina sepanên dijdemokratîk, xurtkirina zemîna demokratîk dikare bê derbaskirin. Mezintirîn bendewariya civakê jî ev qonaxe ye. 
 
EV BANG JI BO 85 MILYON KESA YE 
 
Divê îktîdar û dewlet ji çareseriyê netirse. Divê gavên zemîna wê amade dikin tavilê biavêje. Banga birêz Ocalan, banga pêşerojeke demokratîk, hiqûqî û adilane ye. Ev bang, ji bo tevahiya 85 milyon welatiyan e.” 
 
‘EM LI DIJÎ DERBEYA SIYASÎ NE’
 
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û kesên pê re, girtina ji peywirê ya rêveberiya Baroya Stenbolê, binçavkirina xwendekar û rojnamegeran û got: “Îktîdar ne li hiqûqê digere ne jî li rewabûnê. Bi çoyê darazê êrişî her cihî dike. Tundiyeke mezin tê kirin. Em tundî û îşkenceya polîsan qebûl nakin... Em li vir bangî îktîdarê dikin; ev çi tirs e, ev çi deraqiltî ye? Tirkiye bi neheqî û derhiqûqiyeke mezin re rû bi rû ye. Tevahiya Tirkiyeyê li ser pêya ye. Ma hûn ê tevekan bigirin? Hûn ê welat wiha bi rêve bibin?  Tavilê van êriş û tundiyê bidin sekinandin. Der heqê polîsên tundî kirine de jî lêpirsîna bidin destpêkirin. Em, derbeya siyasî ya li dijî Îmamoglû û Baroya Stenbolê qebûl nakin. Hezar silav li ciwan û gelên me yên li qadên Newrozan, li Saraçhaneyê li ber xwe didin. Berxwedana ji bo demokrasiyê maf e.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ HEQARETAN DA 
 
Tulay Hatîmogûllari, di berdewamê de bertek nîşanî hedefgirtina hevjîna Ekrem Îmamoglû, Dîlek Îmamoglû da û got ew heqaretên li dijî jinan qebûl nakin. 
 
LIHEVKIRINA BAJAR 
 
Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî got: “Hewl didin Lihevkirina Bajar weke sûc nîşan bidin. Lihevkirina Bajar ne tenê ji bo Stenbolê, ji bo her devera welat ket meriyetê. Lihevkirina bajar, temînata jiyana gel û baweriyan e. Gotina ‘Lihevkirina Bajar sûc e’, dijminatiya li Kurdan e. Tê wateya ku dibêjin Kurd nikarin li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bên temsîlkirin. Em vê qebûl nakin.” 
 
PIŞTGIRÎ DA BARIŞ AZAD
 
Tulay Hatîmogûllari, her wiha bertek nîşanî lînca li dijî Azad Bariş da û got: “Der heqê Bariş Azad de senaryoyên derew çêdikin û hewl didin civakê bixapînin. Em vê bi tu awayî qebûl nakin. Ev kesên wiha dikin, hewl didin pêvajoya diyalog û muzakereyan sabote bikin.
 
‘HEWL DIDIN MUXALEFETÊ LI DERVEYÎ PÊVAJOYA AŞTIYÊ BIHÊLIN’ 
 
Tulay Hatîmogûllari, bi bîr xist ku muxalefetê piştgiriyeke mezin daye nîqaşên têkildarî aştî û çareseriyê û axaftina xwe wiha qedand: “Vê rewşê hêvî da me. Lê îktîdar heke bi êrişan hewl bide muxalefetê li derveyî vê pêvajoyê bihêle, ev karekî xetere ye. Lîstikeke pir xetere tê lîstin. Em ê li dijî vê rewşê û bêhiqûqiyan bêdeng nemînin. Divê muxalefet li derveyî pêvajoyê neyê hiştin. Berevajî vê, divê tevahiya muxalefetê tê de cih bigire û pêvajoyeke mutebeqeta civakî birêve bibin. Divê em bi hev re li dijî bêhiqûqtî û neheqiyê bisekinin. Nabe ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê bo însafa îktîdarê were hiştin.  Îradeya hemû derdoran raber kiriye, deriyeke mezin ê firsendan vekir. Divê em vê pûç nekin. Em di pêvajoyeke kaotîk û tevlihev de ne lê divê bêhêvî nebin. Kî çi bike û çi bibêje bila bibêje dê têkoşîna me bi ser keve.”
 
 

Sernavên din

30/03/2025
16:12 Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn
15:59 Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin
15:47 Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî
13:02 Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin
12:59 Tevî agirbestê jî êriş berdewam in
12:49 Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin
11:44 Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye
11:30 Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî
11:02 CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin
11:00 Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta ‘Sosyalîzm û Jin’ derket
10:58 Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt
10:32 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:14 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Heta şalter neyê xwarê rewş naguhere
09:50 Ciwan: Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin
09:49 Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê: Dê boykot bidome
09:24 Yilmaz ê DBP’î: Divê rejîma taybet a li Îmraliyê biguhere
09:10 Mehmet Ocalan ji bo 4’ê Nîsanê bang kir
09:00 Bavê 2 HPG’iyên cenazeyê wan nehatine dayin: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN
29/03/2025
17:52 Polîsên ku îşkence kirin, li parêzer ku îşkenceyê bi belge kir jî xistin!
17:35 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:54 Li Helebê li dijî qirkirina elewiyan meşiyan
16:48 Amedspor, bi 3 puanan ji deplasmanê vegeriya
16:21 Bi sed hezaran kes herikîn Maltepeyê
16:17 Xwestin girtiyên nexweş Ok û Oztel bên berdan
15:26 Ji TJA'yê banga ji bo 4'ê Nîsanê
15:22 Piştî 32 salan hat berdan
14:40 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Karagoz pirsîn
14:21 Hem aqûbeta wan hem jî kiryarên wan ne diyar e
13:28 Ji Hevserokên Giştî peyama cejnê
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re