ENQERE - Polîsan êrişî çalakiya protestoyî ya xwendekarên ODTU’yê kirin û di êrişê de gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê (ODTU) li dijî binçavkirin û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û binçavkirina 200 xwendekaran, çalakî li dar xistin. Çalakî şevê din li pêşiya Wargeha 5’emîn hat lidarxistin û xwendekaran xwestin ber bi deriyê A1’ê ve bimeşin. Polîsan bi gaza îsotê, ava şid û guleyên plastîk êrişî çalakvanan kirin. Di êrişa polîsan de gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Hejmara xwendekarên binçavkirî nehat zanîn û hat zanîn ku dê xwendekar çalakiyên xwe bidomînin.