ENQERE - Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin, ji ajansa me re name şand û got: “Tevî sepanên dijdemokratîk jî hêviya me ya ji bo jiyaneke adilane didome.”
Hevşaredarê navçeya Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz ê DEM Partiyî di 10’ê çileyê de hate binçavkirin û di 13’ê Çileyê de jî hatibû girtin. Li şûna Sariyildiz qeyûm hatibû tayînkirin. Sariyildiz ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re name şand û got: “Hêviya me ya ji bo jiyaneke adilane hêj geş e.”
Sariyildiz, diyar kir ku di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin û wiha got: “Dibêjin ya mirov ne dema dikeve gorê de, dema ji bîra civakî diçe dimire. Vaye em vê careke din dijîn û dê bijîn. Tevî tarîtiya her ku diçe mezin dibe û her cureyên sepanên dijdemokratîk jî, hêviya me hêj geş e. Her çend em li girtîgeheke bi ewlekariya bilind di hucreyeke yekkesî de jî bin; dixwazim hûn bizanin ku têkoşîna me ya ji bo mafên mirovan didome. Bêguman ev rojên zehmet jî dê derbas bibin û em ê bi hev re govfenda aştî û xwişk-biratiyê bigerînin. Lê ji bo ew roj bên, mîna şaêr jî gotiye, berxwedan para me dimîne. Min mereq nekin, rewşa min baş e. Hizra min li ser gelê me yê xweşik ê Akdenîzê ye û heta ku wê çîroka nîvcomayî temam dikin dê dilê min xemgîn be. Ji bilî wê niha tu pirsgirêk nînin. Ez nameya xwe li vir bi dawî didim; di şexsê we de silav û hurmetên xwe ji hemû rêhevalan re dişînim. Bi hêviya ku em di rojên ronî û azad de hev bibînin. Bi hezkirin û hêviyê bimînin.”