NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Hamasê Abdullatîf el-Kanu di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da.
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê berdewam in. Hamasê, bi daxuyaniyekê ragihand ku berdevkê wan Abdullatîf el-Kanu di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî bajarokê Cebaliye ya li bakurê Xezeyê de jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihandin ku Berdevkê Hamasê Abdullatîf el-Kanu dema di bin konê xwe de di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye.