NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên gelê Beluc li dijî êriş, binçavkirin û windakirinên bi darê zorê yên Pakistanê dane destpêkirin, di roja 6’emîn de berdewam in.
Di 21’ê Adarê de li Eyaleta Belucistanê ya Pakistanê li dijî windakirinên bi darê zorê û zextên dewletê çalakî hatibûn destpêkirin û çalakî di roja 6’emîn de berdewam in. Li gelek bajaran çalakî tên lidarxistin û polîs êrişan dibin ser çalakvanan. Li bajarên Taunsa, Kolwa û Turbatê jî gelek kes hatin binçavkirin. Çalakvan, ji bo berdana binçavkiriyan dirûşman berz dikin.
Daxwazên Belucan ev in: Demildest berdana pêşengên Komîteya Piştevaniyê ya Beluc (BYC) Dr. Mahrang Baloch, Sammi Deen Baloch, Bebarg Zehrî û hemû aktîvîstên binçavkirî. Bidawîkirina girtin, binçavkirin û tundiya li dijî gelê Beluc.