* Mehmet Ocalan bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan her kes ji bo 4’ê Nîsanê vexwend Amarayê û got: “Deriyê Serok ji her kesî re vekirî ye. Werin em bi hev re mîna mîhrîcanê pîroz bikin.”
* Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo meşa ji Amedê ber bi Amarayê ve banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin.”
* Hesin Erkol ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir û hêj cenazeyên wan negirtiye, diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Divê dewlet gavan biavêje. Heke Ocalan azad bibe dê ev pirsgirêk jî çareser bibe.”
* Hevserokê DBP’a Mûşê parêzer Umut Yilmaz diyar kir ku divê “înfaza taybet û rejîma tecrîdê” ya li Îmraliyê bi dawî bibe û got ku ji bo çareseriyê berpirsyartî dikeve ser milê her kesî.
* Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan li dijî polîtîkayên zextê yên îktîdarê banga greva giştî kir û got: “Heta şalter neyê xwarê, heta ku çerxa sermayeyê neyê xerakirin dê ev pêvajo neguhere.”
* Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê anîn ziman ku dê çalakiya wan a boykotê ya jui bo demokrasî û azadiyê piştî betlaneyê jî bidome.
* Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991’ê de li Amedê ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin dê li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê bê bibîranîn. (07.30)
* Meclisa Jinan a DEM Partiyê, TJA û rêxistinên jinan dê bi boneya cejnê biçin serdana gorên Sûltan Uçakan, Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê yên li Amedê. (09.30)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê bi boneya Cejna Remezanê biçe serdana Goristana Gaziyê ya li navçeya Sûltangaziyê. (10.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê beşdarî bîranîna li ser gora Mehmet Latîfecî yê DEP’î ya li Samandagê ku di 30’ê Adara 1995’an de hatibû qetilkirin. (12.00)