AMED - Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991’ê de ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.
Bi boneya Cejna Remezanê, gora Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê Tîrmeha 1991’ê de ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû revandin û cenazeyê wî li navçeya Madenê ya Xarpêtê hatibû dîtin, hate ziyaretkirin. Serdan, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê hate kirin û endam û rêveberên DEM Partî û DBP’ê, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, parlamenter Adalet Kaya, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Budak û Dogan Hatun, û hevşaredarên navçeyan tev li bûn.
Bîranîn, li Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Sûrê hat lidarxistin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî dua hatin kirin.
‘FAÎL DIYAR IN’
Di bîranînê de ji ewil hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin axivî û got ku gelê Kurd bedelên giran dane. Şukran Aydin, banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Pêvajoyek dest pê kiriye. Ji bo bidome û bi ser keve, divê her çar parçeyên Kurdistanê tifaq bin. Ev 33-34 sal in em her sal tên sersana goran. Bi hezara cînayetên kiryarên nediyar hene. Kiryar diyar in. Yên çekan bi kar tînin ji bo me ne girîng in, ya girîng ew in ên ferman dane. Em dixwazin ew bên darizandin. Dewletê cînayetên kiryarnediyar qebûl nekir. Negotin ‘Ev sepaneke dewletê bû’ û lêborînê ji malbatan bixwazin. Divê ev qanûn li Meclisê bê qebûlkirin.”
Hevşaredar Serra Bucak jî anî ziman ku gelê Kurd 40 sal in têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşîne û got: “Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Di şexsê Vedat Aydin de hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim.”
‘TÊKOŞÎNA WÎ GIHIŞT MILYONAN’
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî wiha got: “Bi qetilkirina Vedat Aydin re li Kurdistanê êrişên ser siyaseta demokratîk û gelê Kurd dest pê kirin. Têkoşîna Vedat Aydin îro gihiştiye milyonan kesan. Çi dikin bila bikin, vê zîhniyeta nêrza û milîtarîst nekarî bigihije armanca xwe. Em ê hesabê van bedelan bipirsin û ji bîr nekin. Ev hafize dê xwe her mezin bike. Bi têkoşîna azadî û demokrasiyê re aştî nêztir bûye.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî cejna her kesî pîroz kir. Gulşen Ozer, diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li ser rêya Vedat Aydinan bidomînin û got: “Me gelek hevalên xwe di vê têkoşînê de winda kirin. Gelê Kurd ev 100 sal in li ser pêya ye û têdikoşe.”
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Vedat Aydin.