ENQERE - Ekonomîst Prof. Dr. Ahmet Şahînoz operasyona li dijî Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû weke Bûyera 19'ê Adarê bi nav kir, diyar kir ku berdêla vê yekê wê giran be û wiha got: "Berdêla vê dozê wê mîna doza îlona 2001'ê be."
Binçavkirin û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, bandoreyeke neyînî li bazara fînansê kir. Her çend bandora krîza dewam dike jî, bi rasthatina cejnê re hinekî sekiniye jî, ji ber atmosfera siyasî ya ji aliyê hikûmetê ve hatiye afirandin, ne diyar e dê encama krîza aborî çawa be. Aborînas Prof. Dr. Ahmet Şahinoz tevgerên sîyasî yên hikûmetê ku bandoreke neyînî li aboriyê dike wek ‘şaşiyên siyasî’ binav kir û got, "Lêçûna şaşiyên siyasî yên aboriyê dê pir giran be."
Şahînoz têkildtarî operasyona ku hikûmetê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û muxalefetê daye destpêkirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand û diyar kir ku piştî operasyonê Bankaya Navendî bi 25 milyar dolarî mudaxale kiriye. Şahînoz diyar kir ku ev mudaxele wê têra mudaxelekirina rêjeya danûstendinê neke û destnîşan kir ku zêdebûna rêjeya danûstendinê û zêdebûna deynan wê aboriya Tirkiyeyê hîn bêhtir bixe nava zehmetiyekê û ev rewş wê gel xîzantir bike.
' WÊ BERDÊLÊN ŞAŞITIYÊN SIYASÎ GIRAN BIBE'
Şahînoz di berdewama axaftina xwe de pirsa "Çawa hat rawestandin?" kir û wiha got: "Bi berdêleke mezin hat rawestandin. Banka Navendî di 19 'ê Adarê de mudaxele li rêjeya danûstendinê ya dolar kiribû û dolar ji 36 TL'yî derket 44 TL'yî. Yanî ev aloziyeke bi vî rengî wê ev aborî ber bi hin krîzan ve biçûya, eger dolar di wê astê de mabûya. Ji bo pêşî li vê bê girtin, Banka Navendî bi 25 mîlyar dolarî mudaxleyî bazarê kir. Ev mesrefa ku 25 mîlyar dolar e, çavkaniya kêm a vî welatî ye."
Şahînoz diyar kir ku Tirkiye di warê çavkanî û sermayeyê de welatekî xîzan e û destnîşan kir ku ev pere windahiyeke cidî ye û wiha got: "Çavkaniyên bi vî rengî, bi taybetî çavkaniyên derve, bêyî çavkaniyên derve Tirkiye nikare bi domdarî mezin bibe. Welatekî xizan ê sermayeyê ye, ji bo fînansekirina razemeniyên xwe teserûfeke wan nîne. Çavkaniyên derve yên ji bo vê yekê, ji bo Bankaya Navendî çavkaniyên girîng in. Em çi bi wan dikin? Em 25 milyar dolarî ji ber wê turbulansê xera dikin. Bi heman awayî bihayê zêr ji 4 hezar TL vegeriyaye. Li aliyê din, borsa ji nişka ve lawaz bû û endeksa borsayê ji 1000 pûanî daket 900 pûanan. Ew çi ye? Şîrket û şîrketan ji nişka ve nirxê 2 trîlyon TL'yî ji dest dan. Dema mirov van hemûyan li hev zêde bike, mirov dikare bibêje berdêla van şaşîtiyên siyasî wê li ser aboriyê gelekî, gelekî giran be.”
'DEYNDARKIRINA DERVE WÊ ZÊDE BIBE'
Şahînoz da xuyakirin ku enflasyona ku di nava du salên dawî de bi polîtîkayên giran ên aboriyê re ji sedî 70 heta ji sedî 40 kêm bûye û destnîşan kir ku berdêla vê bûyerê wê di mehên pêş de zelaltir bê dîtin û wiha berdewam kir: "Rêjeya danûstendinê ya ku bilind dibe dê çi bike? Ew dê enflasyonê ber bi paş ve bibe. Ji ber vê alozbûna aborî, ango Bûyera 19’ê Adarê, prîmê rîska kredî ya Tirkiyeyê zêde bû. Ji 250'î heta 380'î dîsa bilind bû. Ew çi ye? Dewlet bi zehmetî û faîzên bilindtir wê bikaribe ji derve bike. Ji ber ku pêwîstiya Tirkiyeyê di salekê de bi qasî 200 mîlyar dolar rezerva dovîzê heye. Fîrma wê di rewşeke zehmet de bin, ji ber ku ew ê bi rêjeya faîzên bilind jî deynê xwe bigirin. Ji bo deynên xwe bidin, fîrma, şîrket wê dovîzan bi buhayên ji bazarê bilindtir bikirin û deynê xwe bidin. Ev ji bo şîrketan barek e. Di encama van hemûyan de dê deynên Tirkiyê yên derve zêde bibin û lêçûna deyndariyê dê zêde bibe. Lê ya herî girîng çi ye? Baweriya bi aboriya Tirk xera bûye. Sermayedarên li hundir, veberhênerê portfolê yê li borsayê, dûr ket û ew ê bi hêsanî razemeniyê li Tirkiyeyê nekin. Ne razemenîya portfolîoyê û ne jî razemeniya rasterast a biyanî. Yanî, bifikirin ku lêçûna biryareke siyasî, bûyera 19'ê Adarê bûyereke bi temamî siyasî ye, wê mîna bûyera Îlona 2001'ê be."
'LI DAÎREYÊN ÎCRAYÊ 23 MÎLYON DOSYA HENE'
Şahînoz da zanîn ku rêveberiya aboriyê ya Tirkiyeyê ji bo enflasyonê daxe her tim gel hejar dike û wiha got: "Her tim gel hejar dikin. Welatî li ser qertên krediyê dijîn. Binêre, krediyên mezêxeran di sala dawî da bi qasî ji sedî 50 zêde bûne. Welatiyên ku nikarin dawî li hevdîtinê bînin, li qertên xwe yên kredî tên barkirin û bi qertên krediyê deyn dikin. Ev hemû nîşan didin ku welatî dê deyndar bibin, berdêl bi deynan lawaz bibin û welatî dê derfeta vegerandinê nede. Dema ku hûn paşve nedin, wê prosedurên hiqûqî dest pê bikin. Di rastiyê de hejmara kesên ku di sala dawî de hatine darizandin 1 milyon 400 hezar kes zêde bûye. Niha li ofîsên îcrayê cih nemaye. Di daîreyên îcrayê de 23 milyon dosya hene. Ev ê hê zêdetir bibin. Baş e, gelo hêza siyasî ji wan re çareseriyekê heye? Ez bawer nakim ku çareseriyek hebe."
'WELATÎ BÊZAR BÛNE'
Şahînoz da zanîn ku polîtîkayên desthilatdariya siyasî yên 20 salên dawî nekarîne çareseriyê pêk bînin û ev nirxandin kir: "Hatina Pêncşemê ji Çarşemê û vir ve diyar dibe. Hikûmet dibêje, ez ê polîtîkayên xwe yên ji bo ji nû ve li enflasyonê bikim û teqawît û xebatkar maliyeta vê bidin. Hafizeya me wek hafizaya masiyan e. Lê vê carê hejarî ewqas kûr bûye ku ez bawer nakim êdî welatî bi hêsanî ji bîr bikin. Bi gotineke din, bi taybetî jî ciwan daketin kolanan û piştî protestoyên Gezî karîbûn ji nû ve bidin destpêkirin, tê wê wateyê ku welatî bêzar bûne. Wisa xuyaye ku dê vê carê ji bîr nekin.”
MA / Melîk Varol