AMED - Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di çarçoveya Roja Parêzeran de axivî û got: “Têkoşîna me ya ji bo serweriya hiqûqê, mafê darizandina adilane û azadiya parastinê bibiryardarî bidome.”
Baroya Amedê bi boneya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, endamên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û OHD’ê yên Amedê û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku parêzer ne tenê mafên şexsan lê di heman demê de ji parastina serweriya hiqûqê, mafê darizandina adilane û pergala civaka demokratîk jî berpirsyar in. Guleç, got ku hewl dan heye ku rêveberiya Baroya Stenbolê bi awayekî derhiqûqî ji peywirê were girtin û diyar kir ku ev yek bi aşkerayî li dijî serweriya hiqûqê û rêgezên daraza serbixwe ye. Guleç, got: “Ev yek, mudaxileyek giran a li dijî serbixwebûna hemû baroyan, meqama parastinê û serweriya hiqûqê ye.”
BAWERIYA BI HIQÛQÊ TUNE YE
Guleç, da zanîn ku biryarên dadgehan ên li dijî rêgezên sereke yên hiqûqê, zirareke mezin daye baweriya welatiyan a bi hiqûqê û ev tişt anî ziman: “Ev geşedan nîşan didin ku bandora hevrikî û rageşiya siyasî li ser darazê heye, ewlehiya hiqûqê ji holê rabûye û sepanên keyfî êdî bûne bûyerên jirêzê. Weke parêzeran, dê têkoşîna me ya ji bo serweriya hiqûqê, mafê darizandina adilane û azadiya parastinê bibiryardarî bidome.”
Guleç, anî ziman ku qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî hêj nehatiye ronîkirin û bersûcên wê bi biryara beraetê hatine xelatkirin û wiha bi dawî kir: “Ji bo dosyaya Tahir Elçî bi necezakirinê biencam nebe dê têkoşîna me bidome. Bi wesîleya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran em careke din dubare dikin ku ji bo avakirina civakeke rêzê ji bo serweriya hiqûqê, mafên mirovan û rêgezên gerdûnî digire, em ê di her şert û mercan de têkoşîna xwe edaletê bidomînin.”