Malbatên ku gundên wan hatin şewitandin û xizmên xwe winda kirin çareseriyê dixwazin

  • rojane
  • 11:43 10 Nîsan 2025
  • |
img

EDENE - Malbatên ku di şer de bi şewitandina gundên xwe neçar man koç bikin û xizmên wan hatine windakirin piştgirî dan banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin ku dora gavavêtinê ya dewletê ye.

Piştgiriya ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibatê de îlan kir, dewam dike. Malbatên ku di pevçûna 40 salî de gundên wan hatin şewitandin û berdêl dan jî işaret bi girîngiya bangawaziyê kirin û xwestin ku hikûmet ji bo çareserî û aştiyê gavan biavêje. 
 
Malbata Oruç di sala 1993'an de ji ber ku mala wan a li gundê Alluzê ya navçeya Bismil a Amedê hat şewitandin neçar ma koçî Edeneyê bike. Zehra Orûç (Tamara Şîlan Sîpan) ku li dijî zilmê têkoşiya, sala 2016'an di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûr a Amedê de jiyana xwe ji dest da, lê cenazeyê wê nehat radestkirin. Dayik Bezo Orûç ku bi salan e ji bo cenazeyê keça xwe werbigire têdikoşe û dixwaze gora keça wê hebe.
 
Bezo Orûç diyar kir ku zilm û zordarî li wan tê kirin, lê tevî vê yekê jî dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedan. Bezo Oruç ê piştgirî da banga Abdullah Ocalan wiha got: "Di vê têkoşînê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Ji warên xwe hatin koçberkirin. Tevî vê yekê jî em aştiyê dixwazin, bila xwîn nerije."
 
'EM KEVIREKÎ GORÊ DIXWAZIN' 
 
Di sala 1997'an de piştî ku gundê Mezra yê navçeya Elkê ya Şirnexê hat şewitandin Xeza Ozlu neçar ma koçî Edeneyê bike. Keça wê Sûltan Ozlu, di sala 1995'an de tevlî nava refên PKK'ê bû, di sala 2007'an de jiyana xwe ji dest da. Xeza Ozlu û zarokên wê bi salan rastî zext û îşkenceyên giran ên polîsan hatin. Xeza Ozlu ku 2 caran hat girtin û serbest hat berdan, li gel zextan jî gavekê jî ji têkoşîna xwe paşve neavêt.
 
Xeza Ozlu diyar kir ku ew aqûbeta cenazeyê keça xwe nizanin û wiha got: "Min gelek zilm, zordarî û îşkenceya dewletê dît. Her carê tên û pirsa keça min dikin. Em aştî û biratiyê dixwazin. Em naxwazin ti leşker, polîs û gerîla bimirin. Daxwaza me ji dayikên leşkeran; werin em destê xwe bidin hev û vê pirsgirêkê çareser bikin. Kevirekî gorê yê keça min jî tune ye. Rewşeke zehmet e. Keça min tê xewnên min. Ez dixwazim gora keça min hebe.”
 
'DIVÊ DEWLET GAV BIAVÊJE' 
 
Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine (AYKAY-DER) Mustafa Yildiz, diyar kir ku di têkoşîna azadiya Kurd de 2 birayên xwe winda kirine û gorên wan jî tune ne. Yildiz bibîr xist ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û wiha got: "Em dixwazin dewlet di dema herî nêz de gavê biavêje. Em dixwazin xwîn raweste. Em naxwazin êdî ti leşker, polîs û gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Em naxwazin dayik bigirîn. Rondikên dayikan yek in. Em dixwazin dayikên Tirk û Kurd destê xwe bidin hev û ji bo ev pêvajo bi ser bikeve çi ji destê wan tê bikin."
 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

09:03 Ayşe Mînaz a TJA'yî: Jinên kurd dibin hedefa hemû mekanîzmayan
09:02 Li Şirnexê semînera 'bibe îtirafkar': Dê malbat gilî bikin
09:00 Ji AYM'ê ji bo 'cezayê protestoya Efrînê' biryara binpêkirinê
09:00 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2025’AN
17/04/2025
16:26 Selçûk Kozagaçli hate girtin
16:07 Rejîma Îranê li 7 jinên hunermend stran qedexe kir
16:03 Bakirhan: Hêvîdarim ev piştevanî bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome
15:53 Dayikên Aştiyê çûn serdana Onder
15:28 Şîna Akçîn hate ziyaretkirin
15:19 Babacan: Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye
14:53 Cezayê hefsê li Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç hate birîn
14:48 ‘Gelo nêrîna Diyanetê ya di mijara astengkirina mafê şînê de çi ye?'
14:36 Selçûk Kozagaçli hate binçavkirin
14:32 Malbata Heydaranlu li dijî biryara îdamê dest bi çalakiyê kir
14:31 Di doza Ekîncî de daxwaza ji bo girtina polîsên bersûc hate redkirin
13:41 Jinên Elewî bertek nîşanî komujiyên li Sûriyeyê dan
13:20 Girtiyê nexweş Çam krîza dil derbas kir
13:13 KCK’ê ji bo Onder daxuyanî da
12:54 Cevdet Yilmaz çû serdana Onder: Dê pêvajo bidome
12:16 Bijîşkên Onder: Erênî bersivê dide tedawiyê, xetere hêj didome
12:15 Ceren Onder Kandemîr: Rewşa bavê min her diçe baştir dibe
12:03 Midûrî gef li girtiyan xwar: Ka bila pêvajo biqede em dizanin dê çi bi serê we bînin
11:45 Dr. Sarria: Divê qanûnî naskirina Kurdî bibe rojev
11:42 Daxuyaniya Nexweşxaneyê: Onder erênî bersivê dide tedawiyê
11:34 Di doza Kobanê de 11 meh in biryar bihincet nehatiye aşkerakirin!
10:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:41 Li Sûdanê herî kêm 8 hezar kes winda bûn
10:38 Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi wezaretê re dê hefteya pêş zelal bibe
10:38 Parêzer Beştaş: Tevî mafê hêviyê divê mafên din jî bikevin meriyetê
10:01 'Mafên girtiyan ya tenduristî û xwarinê tê astengkirin ev li dijî mafên mirovan e'
10:00 Senator Sommaruga: Gava ewil a jidilbûnê azadiya Ocalan e
09:55 Di lêpirsîna Şaredariya Beşîktaşê de ji bo 12 kesan biryara binçavkirinê
09:35 Rêveberiya Xweser û Şam dê bi rojeva Efrînê bicivin
09:34 Jean-Christophe Sellin: Divê Abdullah Ocalan di çareseriyê de xwedî rolekî çalak be
09:06 Dayikên girtiyan: Êdî gavên berbiçav û fermî lazim in
09:05 Hevserokê TUHAY-DER'ê Ûyar: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:02 Ekîn Yeter: Helwesta CPT'yê polîtîk e
09:01 Dîmen îdiaya 'tu ne rojnamvenî' pûç kir
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN
16/04/2025
16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist
15:24 BES-AR: Sînorê birçîtiyê 34 hezar TL derbas kir
15:23 Di 15 rojan de 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:08 CPT dîsa neçû serdana Îmraliyê
14:55 'Bi wezîrê dadê re dê gelek mijar bên axaftin'
14:17 AYM’ê di doza teqîna muhimatê de piştî 20 salan biryara ‘binpêkirinê’ da
13:46 SOHR: 17 jin û zarok hatin revandin
13:45 AKP a ku 23 sal in pêşniyara ‘Cejna Newrozê’ red dike niha pêşnûme da
13:29 DEM Partî: Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê
12:55 Polîsan taziyeya Abdurrahîm Erzen asteng kirin
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Heke îktîdar li gorî bangê gavan neavêje dê demokratîkbûn çênebe
12:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedefên xwe aşkera kir