WAN - Hevserokê KURDÎGEH’ê Mesût Kertîş diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide banga Abdullah Ocalan û got: “Hewceye dewlet demildest gavan biavêje. Yek ji gavan jî statuya zimanê Kurdî ye.”
Bi ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 46 roj derbas bûn. Gelek derdorên cuda xwedî li bangê derketin lê heta niha jî aliyê îktîdar û dewletê gavên şênber neavêtine.
Hevserokê Komeleya Pêşvebirina Çand û Ziman (KURDÎGEH ) Mesût Kertîş anî ziman ku divê dewlet tavilê gavan biavêje û di mijara zimanê dayikê de jî bikeve nava hewldanan.
‘BANG JI BO GELAN BÛ HÊVÎ’
Kertîş, da zanîn ku banga Abdullah Ocalan hêviyeke mezin di nava gel de ava kiriye û got: “Divê dewlet gavên pêwîst biavêje. Nexwe pêvajo pêş nakeve. Em dibînin ku dewlet jidil nêzî pêvajoyê nabe. Gel li benda gavên şênber e. Gava herî girîng jî statuya zimanê Kurdî ye. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde, tenduristî û akademiyê. Di her qada jiyanê de hûn dikarin dewlemendiya zimanê Kurdî bibînin. Divê dibistanên bi Kurdî hebin. Divê lêkolîn û perwerde bi zimanê Kurdî bin.”
‘GEL XWEDÎ LI BANGÊ DERKET’
Bi domdarî Kertîş anî ziman ku gel xwedî li bangê derketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd statuya zimanê xwe daxwaz dike. Lewma divê cihên perwerdeya bi zimanê Kurdî bên vekirin. Saziyên perwerdeya zimanê Kurdî didin tên ‘terorîzekirin’ û girtin. Em gelek caran bûn şahid ku ev sazî hatin girtin. Em vê rewşê qebûl nakin. Divê her kes zimanê xwe bi awayekî azad bijÎ. Piştî avakirina komarê ji her tiştî Kurd bêpar hatin hiştin. Divê dewlet ji bo aştiyê hewl bide.”
‘JI KURDÎ RE STATU’
Di dawiya axaftina xwe de jî Kertîş ev tişt anî ziman: “Divê teqez statuya zimanê Kurdî hebe. Em naxwazin zimanê xwe yê dayikê weke zimanê hilbijarî bibînin. Dixwazin perwerdeya me bi ziman û çanda me be. Zextên ser zimanê Kurdî didomin. Dema dixwazin şanoya bi Kurdî bikin jî walîtî an jî saziyên dewletê qedexe dikin. Bi kurtasî divê rewşeke ku Kurd zimanê xwe azad dijîn hebe.”