ENQERE - Siyasetmedar-nivîskar Abdulbakî Erdogmûş diyar kir ku divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi tenê li ser milê Kurdan neyê hiştin û wiha got: "Pêwîste ev pêvajo bi gavên şênber were destekkirin."
Piştgiriyên ji bo "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibatê de îlan kir didome. Siyasetmedar-nivîskar Abdulbakî Erdogmuş banga Abdullah Ocalan û gavên li dijî vê bên avêtin nirxand.
Erdogmûş bibîrxist ku di pêvajoya 2015’an de hikûmetê serî li fen û futan daye û siyasetmedarên ku di wê pêvajoyê de cih girtine hatine cezakirin.
GAVÊN ŞÊNBER DIVÊ
Erdogmuş balkişand ser girîngiya avêtina gavên şênber û wiha axivî: “Bendewariya me ew e ku kesên li zindan, sirgûn û derveyî welat ji nû ve bigihin azadiya xwe. Eger ev neyê kirin, ev pêvajo zêde bi wate nîne. Em nikarin jê re bêjin pêvajoya aştiyê. Bi gotineke din, hûn dikarin ji malbatên ku zarokên wan di girtîgehê de ne re bêjin 'werin aştiyê pêk bînin'? Wê bi kê re aştiyê pêk bînin û bi çi re? Dema ku zarokên xwe hembêz dikin aştî pêkan e. Ji ber vê yekê, aliyê herî girîng ê vê pêvajoyê serbestberdana girtiyên li girtîgehê ye. Eger ev neyê kirin, wê pirsgirêkên din, pirsyarkirin, bêaramî û nîqaşên navxweyî di hiş û mejî de zêde bibin. Ev yek dikare ji bo her du aliyan bibe sedema pêvajoyeke tengav û bêbaweriya di nava civakê de zêde bike.”
'WEKHEVÎ Û MÎSOGERKIRINA QANÛNÎ MECBÛRIYETEK E'
Erdogmuş diyar kir ku li Tirkiyeyê daxwaza Kurdan bi piranî wekhevî û garantiya hiqûqî ye û wiha got: "Di vî warî de hê ti gav nehatiye avêtin. Heta ku nasnameya Kurd bi qanûnan neyê ewlekirin, nabe ku mirov qala wekheviyeke bi vî rengî bikin. Tirkiye di vê mijarê de li ber xwe dide û xuya ye wê li ber xwe bide. Di vê têkoşînê de li gel ku Tirkiye weke dewletê windahiyên mezin dane jî li gel ku Tirk jî li gel Kurdan ji demokrasî, hiqûq û azadiyan bêpar dijîn jî ti gav nayên avêtin. Yanî ji bo kurd maf û azadiya xwe bi kar neynin, di rastiyê de tirk nikarin temînata demokrasî û hiqûqê bistînin. Lazim e ev bêderbaskirin bê derbaskirin. Tirkiye berxwedana xwe ya demokrasiyê didomîne û her ku li dijî demokrasiyê li ber xwe dide ne tenê Kurd winda dikin, tirk jî winda dikin. Têkoşîna demokrasî û hiqûqê, têkoşîna maf û azadiyan bi hişmendiya civakê pêkan e. Hem Kurd hem jî Tirk neçar in vê têkoşînê bikin."
'DIVÊ KURD Û TIRK BI HEV RE TÊBIKOŞIN'
Erdogmuş destnîşan kir ku di civakê de şaşitiyeke giştî heye û wiha berdewam kir: "Têkoşîna sosyalîst ku yek ji têkoşînên herî girîng ên sedsala 20'an e, li Tirkiyê li ser milê Kurdan hate danîn. Îro erê PKK çeka xwe datîne û dawî li têkoşîna çekdarî tê. Lê bi qasî ku ez dibînim, ji bo Kurdan rolek nû tê dayîn; vê carê tê xwestin ku têkoşîna 'aştî û demokrasiyê' li ser milê Kurdan were hiştin. Demokrasî û aştî ne tenê ji aliyê Kurdan, bi qasî Kurdan ji aliyê Tirkan ve jî tê xwestin. Ji ber vê yekê ez vê erk û berpirsyariyê ji bo Kurdan gelekî giran dibînim. Ji ber vê yekê divê hem Tirk hem jî Kurd bi hev re têbikoşin."
MA / Melîk Varol