AMED - Welatiyên li dijî talankirina xwezayê ya li herêma Hesandinê ya navçeya Pasûrê li ber xwe didin gotin, "Eger ev der winda bibe, Pasûr wê tine bibe."
Herêma Hesandinê ku li navçeya Pasûr a Amedê ye, bi karê madenê û çêkirina rê tê talankirin. Şîrketa bi navê Kulp Maden ve ve Diş Tîcaret Ortak Stok di 29 Tîrmeha 2024’an de xwest bi xebata madenê ve herêmê wêran bike. Dema ku şîrketê xwest li qadeke ji 970 metreçargoşeyî karê lêgerîna madenê bike, derket holê ku rapora "Nirxandina Bandora Hawirdorê (EIA) ne pêwîst e" beriya 16 salan hatiye dayîn. Piştî ku welatiyan serî li Baroya Amedê, Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajarvaniyê û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) dan, derket holê ku rapora EIA'yê bi hinceta di nava 5 salan de dest bi xebatan nekiriye hatiye betalkirin.
Piştî bêhiqûqiyên hatin kirin û welatiyan bertek nişan dan xebatên lêgerîna madenê rawestiyan. Lê belê 15 roj berê li heman herêmê ji aliyê şîrketeke cuda ve di bin parastina leşker û rangeran de xebatên çêkirina rê destpê kirin. Şêniyên Hesandinê bi fikar in ku rê ji bo xebatên lêgerîna madenê hatiye çêkirin, careke din serî li komîsyonên ekolojiyê yên Baroya Amedê û Şaxê Amedê yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dan û desteka hiqûqî xwestin.
'DAR TÊN BIRÎN'
Parêzerên Komîsyona Ekolojiyê ya ÎHD'ê û Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê li gel welatiyan xebatên rê yên li navçeya Daramorî ya 20'ê Nîsanê lêkolîn kirin. Di xebatên rê de ku bi parastina leşker û cerdevanan hate kirin, hate dîtin ku dar hatine birîn û ji qada bilind kevir hatine hilkirin.
Li ser vê rewşê bertek ên welatiyan bi fermandarê herêmê yê berpirs re hevdîtin pêk anîn. Fermandar ji gundiyan re got ku rê ne ji bo mayînê, lê ji bo baregeha leşkerî hatiye çêkirin. Lê belê xwecihiyan ji bo baregehên leşkerî yan jî lêgerîna madenê li dijî texrîbata xwezaya xwe ne. Zozana Hesandinê ku pêdiviyên avê yên navçeyên Nêrçîk, Şînas, Dimilyan, Hêlîn, Beyrok û Inika bi cih tîne, di warê debara gelê herêmê di xwedîkirin û xwedîkirina heywanan de jî qadeke girîng e. Welatiyên li herêmê dijîn teqez kirin ku ew ê têkoşîna xwe li dijî wêrankirina xwezaya wan berdewam bikin.
GUNDÎ: HEMÛ ZINDÎ ZERARê DIBÎNIN
Ji gundiyan Remzî Tûran diyar kir ku ew karê rê naxwazin û anî ziman ku ji bo sekinandina vê yekê ew ê têbikoşin. Tûran da xuyakirin ku divê her kes xwedî li xwezayê derkeve û wiha got: "Hesandin axa me ye, em ê neterikînin. Em nahêlin xweza winda bibe. Rêya 5 kîlometreyî ava kirin, ne her dar komkujiyek e? Divê kesek li hember vê hovîtiyê raweste. Bila destê xwe ji Hesandinê bigirin. Divê ti kes bi nanê mirovan û xwezayê nelîze."
Recep Aslanhan jî diyar kir ku pêşî HES û piştre jî li Pasûrê bendav hatiye çêkirin û niha jî Zozana Hesandinê tê hedefgirtin herî kêm 14 muxtarî debara xwe bi xwedîkirina sewalan û xwedîkirina mêşan li çiyayê ku rê lê tê çêkirin dikin û wiha got: "Em ê bi ku ve biçin? hilweşandina li vir bê kirin wê navçeyê xera bike.”
Siddik Kartal anî ziman ku Çemê Pasûrê ewilî bi çêkirina bendavê hatiye wêrankirin û wiha axivî: “Niha jî dê çiyayan wêran bikin. Divê ji vir derkevin û bila dest nedin axa me.”
Cevahîr Tekîn diyar kir ku xebatên li Hesandinê tên meşandin hem zerarê didin xwezayê hem jî mirovan û wiha got: "Eger dixwazin em bijîn, divê madenê çênekin. Ava me bi madenê tê qirêjkirin. Zindî û nebat zerarê dibînin."
Welatiyê bi navê Medenî Kaya wiha bertekên xwe anî ziman: "Em li dijî madenê ne. Em naxwazin xwezaya me bê tinekirin. Ev hovîtiyek e. Ev tankên oksîjenê yên Pasûrê ne. Ger Hesandin ji holê bê rakirin Pasûr dê tine bibe. Her kes diêşe. Em bang li her kesî dikin ku li vê derê xwedî derkevin."
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Delal Ozbey ku li herêmê lêkolînan dike diyar kir ku li ser serlêdana welatiyan ew hatine herêmê. Ozbey bal kişand ku ew ê li dijî hilweşandinê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.
MA / Mujdat Can