ÎZMÎR - Endama Komeleya Zarokan a Her Yerê Sedanûr Ugur diyar kir ku li cihekî mafê jiyanê tê binpêkirin û mirin zêde dibin de ji bo zarokan rojeke were pîrozkirin tune ye û got: "Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê."
Li Tirkiyeyê 23’yê Nîsanê weke “Cejna Serwerî û Zarokan a Neteweyî” tê pîrozkirin. Ev roj dibe wesîle ku rastiya zarokan a li Tirkiyeyê careke din were bîranîn. Zarokên ku ji mafên xwe yên sereke yên xwarin, vexwarin, tenduristî û perwerdeyê bêpar tên hiştin, vê 23’yê Nîsanê jî bi binpêkirinên mafan pêşwazî dikin.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), bi dawiya sala 2024’an re hejmara zarokan a li Tirkiyeyê 22 milyon e. Ji van zarokan 10 milyon jê xizan in. Her wiha milyonek û 474 hezar “zarokên karker” ên qeydkirî û li gel yên neqeydkirî re ev hejmar nêzî 3 milyonan e. tên di sala 2024’an de 9 hezar û 354 zarokên keç ên temenê wan di navbera 16-17’ê de hatin zewicandin. Li gorî daneyên Komeleya Di Pergala Înfazkirina Cezayê de Civaka Sivîl (CÎST), 173 jê keç bi giştî 4 hear û 11 zarokên temenên wan di navbera 12-18’ê de girtî ne. Hejmara zarokên temenê wan di navbera 0-6 salî de û tevî dayikên xwe girtî jî 759 e.
Li gorî daneyên Komeleya Atoleyeya Fikir û Hunerê (FÎSA) jî di sala 2024’an de herî kêm 777 zarokan ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin jiyana xwe ji dest dan. Ji van 61 jê ji ber binpêkirina mafê jiyanê ya ji hêla dewletê ve jiyana xwe ji dest dan. 716 jê ji ber “xemsariya dewletê”, herî kêm 78’an jî li Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) jiyana xwe ji dest dan. Li gorî TUÎK’ê; di sala 2024’an de ji her çar zarokan yek jê hate xebitandin. Li gorî daneyên Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) jî di nava du salan de herî kêm 742 zarokan, di du mehên ewil ên sala 2025’an de jî herî kêm 9 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Rapora Şopandina Perwerdeyê ya 2024’an a Hewldana Reforma Perwerdeyê (ERG) jî 612 hezar û 814 zarokên di temenê perwerdeya mecbûrî de li derveyî perwerdeyê man. Di heman demê de di sala 2024’an de bi giştî 242 hezar û 360 zarokên penaber û koçberan li derveyî pêvajoya perwerdeyê man.
Endama Komeleya Zarokan a Her Yer’ê Sedanûr Ugur bi boneya 23’yê Nîsanê têkildarî rewşa zarokan axivî.
BINPÊKIRIN HER KU DIÇE ZÊDETIR DIBIN
Sedanûr Ugur diyar kir ku ji bo zarokên li Tirkiyeyê rojeke ku pîroz bikin tune ye û got: “Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê. Ji zarokên ji ber nehatine derzîkirin jiyana xwe ji dest dayin heta yên ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest didin, her roj em bi mirinên zarokan dest bi rojê dikin. Mirin û binpêkirinên mafên zarokan her ku diçe zêdetir dibin. Bêguman li cihekî zarok lê dimirin mirov nikare qala pîrozbahiyê bike. Mîna 20’ê Mijdarê, di 23’yê Mijdarê de tu pîrozbahî tune ye. Heta ku polîtîkayên îktîdar û sermayeyê ev bin dê zarok her tim bimirin û binpêkirinên mafan bidomin.”
Sedanûr Ugur, destnîşan kir ku her zarokê neçarî kirina sûc hatiye kirin encama polîtîkayên heyî ye û wiha domand: “Çendek roj berê me dît ku zarokek ji hêla hevalên xwe ve hate kuştin. Lê her zarokê neçarî kirina sûc hatiye kirin, encamek e.”
PENABERÊN KU NAYÊN DÎTIN Û NAYÊN BIHÎSTIN
Bi domdarî Sedanûr Ugur diyar kir ku zarokên malbatên wan xizan ji neçarî di temenekî biçûk de dest bi xebatê dikin. Sedanûr Ugur, bi bîr xist ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê xebitandina zarokan sûc e û wiha domand: “Di 23’yê Nîsanê de em dibînin ku ji hemû netewan zarok li dora dinyayê bi destên hev digirin. Lê mixabin em nikarin qala rewşekî wiha bikin. Li Tirkiyeyê qeyda piraniya zarokên penaberan nînin. Ev zarok nikarin ji tu mafan sûd bigirin, nayên dîtin û nayên bihîstin. Zarok, di şer de di nava tarîtiyeke pir mezin de ji dayik dibin. Li Rojhilata Navîn zarok her kêliyê bi mirinê re rû bi rû ne. Lewma mirov nikare li wir qala mafên zarokan bike. Ji bo pêşîlêgirtina mafên zarokan divê em têkoşîneke hevpar bimeşînin. Divê zarok li her derê xwedî gotin be.”
MA / Ugurcan Boztaş