ŞIRNEX - Diranên girtiyê bi navê Îsmaîl Tamboga yê ku 9 sal in nayê dermankirin ketin. Dayika wî Kumriye Tambogayê got: "Nayê dermankirin, nikare xwarinê bixwe. Em dixwazin bê berdan."
Îsmaîl Tamboga ku di 16 saliya xwe de di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di sala 2015’an de hatibû ragihandin hat girtin, 3 caran bi îdiaya “kuştina bi qestî” û carekê jî bi îdiaya “xerakirina yekitiya dewletê” cezayê muebbetê ya giran lê hat birîn. Îsmaîl Tamboga ku li Girtîgeha Tîpa T a Amedê ye, nexweşiya mîdeyê ya asta pêşketî, nexweşiya pişikê û pirsgirêkên tenduristiya dev-diranan pê re heye. Tambogayê ku diranên wî ji ber xerabûna avahiya çeneya wî ketine, demeke dirêj e bi mama jiyana xwe îdame dike. Dema ku tedawiya proteza diranan ji ber xerabûna avahiya çeneyê nayê sepandin, tenê tedawiya implantê tê sepandin. Her diçe rewşa Tamboga xerabtir dibe û daketiye 38 kîloyan. Tambogayê ku 10 sal in girtî ye, 9 sal in ne nexweşîna wî tê teşxîskirin ne jî tê dermankirin.
Tamboga ku di lîsteya girtiyên nexweşên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, di Îlona 2023'yan de 3 caran rakirin nexweşxaneyê. Nexweşiya wî nayê teşhîskirin û roj bi roj girantir dibe.
Rewşa tenduristiyê ya Tamboga di rojeva parêzeran de ye. Di daxuyaniya 18'ê Nîsanê de Komeleya Di Pergala Ceza Înfazê de Civaka Sivîl, Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Şaxa Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) bang li Wezareta Dadê kiribûn ku Tamboga tavilê bê berdan.
NIKARE XWARINÊ BIXWE
Kumriye Tamboga ya ku herî dawî çûbû dîtina kurê xwe hin agahî parve kirin. Kumriye Tambogayê anî ziman ku hemû diranên kurê wê ketine û nikare xwarinê bixwe. Kumriye Tambogayê bilêv kir ku kurê wê bi salan e bêhiqûqî tê girtin û got ku kurê wê bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin. Kumriye Tambogayê got: "Ji ber nexweşiya wî hemû diranên wî ketine. Mama hebe dixwe, eger tune be birçî dimîne. Ji mama pê ve nikare tiştekî bixwe. Em dixwazin diranên wî bên çêkirin, lê wê jî nakin. Ger diranên bên çêkirin, belkî karibe xwarinê bixwe. Hemû diranên wî ketine. Kurê min 10 sal e di girtîgehê de ye, lê 9 sal in nexweş e û em nizanin nexweşiya wî çi ye. Em dipirsin, dibêjin 'Em nizanin'. 2 mehan li Amedê li fakulteyê ma, lê teşhîs nehat kirin. Hevalên wî bi salan wî dişon û xwarinê didin wî. Ew her tim ji ser hişê xwe diçû. Hê jî wisa ye. Heger hevalên wî alîkariyê wî nekin, nikare hewcedariyên xwe pêk bîne. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Em aştiyê dixwazin, aramiyê dixwazin. Em şer naxwazin."
Kumriye Tambogayê bal kişand ser banga “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku ev bang hêviyek di wan de çêkiriye. Kumriye Tambogayê got: "Eger dewlet rast û dilsoz be, wê girtiyên mîna Îsmaîl ên bi nexweşiya giran berde. Tenê wê demê em dikarin bi samîmiyeta dewletê bawer bikin. Pêvajoyek dest pê kir û em temaşe dikin ku ev pêvajo wê çawa pêş bikeve. Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve em bi şev û roj dua dikin. Ger serkeftî be, dibe ku zarokên me yên nexweş bên berdan."
MA / Zeynep Dûrgût