STENBOL - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Marmarayê banga boykotkirina saziyên medyayê yên li dijî pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd disekinin, kirin.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Marmarayê tên ragirtin, ji dezgehên weşanên yên cuda re name şandin û banga boykotkirina medyaya li dijî pêvajoya çareseriya Kurd derdikevin, kirin. Girtiyan, gotin ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin ew piştgiriyê didin pêvajoyê û bang li civakê kirin ku medyaya li dijî pêvajoyê disekine boykot bikin.
Girtiyan, di nameya xwe de wiha gotin: “Di pêvajoya ji bo avakirina welatekî demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd de di helwesta medyaya muxalîf de guhertineke berbiçav çêbû. Her çend sedema guherîna vî zimanî weke ‘bazariyên siyasî, îktîdar dixwaze temenê xwe dirêj bike’ bê nîşan dan jî, bêguman nêzikatiyeke dijber a li dijî siyaseta demokratîk a Kurd û pirsgirêwka Kurd e. Tevgera Siyasî ya Kurd divê li dijî NOW TV û Halk TV’yê ku dixwazin pêvajo têk biçe û maskeyê weşangeriya bêalî li xwe kirine xwedî helwest be û di vê mijarê de dudil nebe. Her şev di her du kanalan de jî dijminatiya Kurdan tê kirin. Ev her du kanal, hewl didin pêvajoyê bêqedir bikin û reş bikin û ev helwesta wan tenê dikare weke dijminatiya wan a li dijî demokrasiyê were pênasekirin.
BANGA JI BO TEVGERÊN SOSYALÎST
Polîtîkayên weşanê yên NOW TV û Halk TV'yê li dijî Tevgera Siyasî ya Kurd ambargo daniye. Di serî de DEM Partî, divê hemû hêzên şoreşger-demokratîk li dijî vî dîwarê ambaroyê biryara boykotê bidin da ku ev pêvajo bi ser keve. Hêvîdarin ku tevgerên çep-sosyalîst ên Tirkiyeyê û pêkhateyên wan jî piştgiriyê bidin helwesta me ya têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û biryara me ya boykotê.”