'Di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye'

  • jin
  • 11:20 28 Nîsan 2025
  • |

RIHA – Endama Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Sîham Dawûd têkildarî Konferansa Yekrêziya Kurd axivî û diyar kir ku di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye. 

Di 26'ê Nîsanê de li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Konferansa Yekrêziya Kurd û Helwesta Hevbeş a Rojava hate lidarxistin. Konferansa ku 400 delege lê amade bûn, di nava Kurdan de weke gaveke dîrokî hat nirxandin û di heman demê de bû sedema coş û kelecaneke mezin.
 
Delegeya konferansê û rêvebera Navenda Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Sîham Dawûd têkildarî konferansê axivî û wiha got: “Me dît ku dilê 40 milyon Kurdan li Qamişlo lê dide. Di dîroka gelê Kurd de rojeke gelekî girîng bû. Partiyên siyasî yên Kurd, partiyên siyasî, rewşenbîr û demokratên Kurdistanê bi yekhelwestî li dijî polîtîkayên îmha û tunekirina Kurdan daxwazên xwe anîn ziman. Kesên ku nikarîbûn beşdar bibin peyamên xwe ji konferansê re şandin. Weke ku hûn jî dizanin, biryar hat dayîn ku di deklarasyona dawî de komîteyek bê avakirin. Li gel vê şandê ji bo parastina mafên Kurdan di wateya yasayî de xebat bên meşandin.”
 
Sîham Dawûd da zanîn ku di konferansê de mijarên sereke mafên jinan, jiyana bi hev re ya hemû nasname û baweriyan bû. 
 
PEYMANA JINAN
 
Sîham Dawûd destnîşan kir ku şoreşa jinan û destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mayînde dike û wiha got: "Hem şoreşa jinan û hem jî pêşengiya jinan a pergalê di rêveberiya xweser de bingeheke dîrokî heye. Jinan di vê pêvajoyê de berdêlên mezin dan. Di konferansê de derket holê ku di serî de pêwîstî bi kongreya jinan heye. Divê pergaleke ku hemû jin cih bigirin û pergala hevserokatiyê bê avakirin bê mîsogerkirin. Di vê wateyê de bi jinên Sûriyê re der barê sîstema jinan di rêveberiya xweser de danûstandineke me heye. Em tecrubeyên xwe yên li vir bi wan re parve dikin. Yek ji biryarên di konferansê de ew bû ku 8 'ê Adarê bibe cejnek giştî. Yek ji mijarên ku hatin nîqaşkirin misogerkirina ku jin di rêveberiya nû de wek pêşeng cih bigirin bû."
 
‘DIVÊ TORA JINAN BÊ AVAKIRIN’
 
Sîham Dawûd da xuyakirin ku Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Kongra Star, Komuna Jinê ya Zenûbiya û avasaziyên jinan ên partiyan cihê di konferansê de girtin û wiha got: "Weke rêveberiya xweser ji bo avakirina pêşeroja Sûriyeyê gelek pêşketin çêbûn. Ji bo vê jî pêwîst e li Sûriyeyê 'Tora Jinan' bê avakirin. Ev tora jinan ji bo jinên ku kar dikin û xwe bi rêxistin dikin dê roleke girîng bilîze û dê rola jinan di sîstema nû de ku ji bo Sûriyê were avakirin, xurt bike."
 
Sîham Dewûd bibîr xist ku di nava kabîneya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de bi tenê jinek heye û destnîşan kir ku jin bi vî rengî nikare bê temsîlkirin û wiha got: “Tabloya ku HTŞ'ê pêşkêş kir, dûrî rastiya civaka Sûriyeyê ye. Divê bê qebûlkirin ku jin xwedî îrade ne.”
 
HEMÛ GEL HATIN AXAFTIN
 
Sîham Dewûd axaftina xwe wiha domand: "Pêwîst e jin bi hev re tevbigerin û îradeya xwe bi xurtî nîşan bidin. Divê di destûra nû ya Sûriyeyê de mafên jinan werin mîsogerkirin. Ji ber ku deklarasyona destûra bingehîn a nû ya daniye pêşiya me, jinan weke kole û karkerên malê dibîne. Ne pêkane ku ev bê qebûlkirin. Em dizanin ku hewcedarî bi kedeke mezin heye. Beriya her tiştî divê delege werin diyarkirin. Gava yekem ew e ku delege destkeftiyên Kurdan di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de biparêzin, statuya bajarên dagirkirî misoger bikin, nasnameya Kurdî ya van bajaran biparêzin, modela hikûmetê ya federal an jî nenavendî esas bigirin û di zûtirîn demê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê gavan bavêjin. Di konferansê de rewşa ne tenê gelê Kurd, her wiha hemû gelên li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Hat destnîşankirin ku divê mafên ne tenê gelê Kurd her wiha gelên ji nasname, ol û baweriyên cuda bên mîsogerkirin."
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

22/10/2025
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye
15:00 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
13:25 Tevî astengiya rektor jî taksîvan tev li çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bûn
13:12 Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin
11:59 Li Arjantînê eleqeya mezin a ji bo Abdullah Ocalan
11:51 Ji Pakistan û Efxanistanê peymana agirbestê
11:37 'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’
11:17 ‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’
10:58 DEM Partî çû serdana Demîrtaş
10:42 Hevalên dibistanê yên Rojîn Kabaîşê: Rektor çima xwe vedişêre?
10:23 Ciwan: Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe aştî çênabe
10:05 Girtiyê tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin: Li benda mirina min sekinîne
09:48 Ji 576 gundên Agiriyê navên 379’an hatine guherandin
09:43 Li Wanê 'daristanên bîranînê' yên bêdar!
09:41 Hejmara 138’an a kovara Jinê derket
09:27 Ji bo mitînga Esenyurtê bang
09:00 ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN
18/10/2025
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Keskîn û Încîl daxwaza tehliyeyê hat kirin
16:24 Wezaretê destûr da ku Cengîz Holdîng 57 hezar daran bibire
16:08 Li Amedê 9’emîn Fûara Pirtûkan dest pê kir
15:48 Li çar bajaran daxwaza edaletê: Heta aqûbeta windayan neyê aşkerakirin aştî pêk nayê
15:46 'Em nêzîkatiya zayendperest qebûl nakin'
15:36 Cezayên li siyasetmedaran hatin birin hatin şermezarkirin
15:21 'Qetilkirina Tosûn ne tiştekî takekesî ye, encama polîtîkayekê ye'
15:01 Ji 16 baroyan ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî
14:44 Kiryarê ku Gulben Dûrûyê qetil kir hat girtin
14:44 Li Agiriyê li dijî cezayên hefsê bertek hat nîşandan
14:38 Konferansa Dayikên Aştiyê: Divê azadiya fizîkê ya Abdullah Ocalan pêk bê
14:28 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Fehmî Tosûn de edaletê pêk bînin
14:01 Li Cizîrê ji bo cezakirina sûcdarê tacîza zarokan Nobeda Edaletê hat destpêkirin
13:23 Ciwanên Edene, Wan û Agiriyê ber bi Amedê ve bi rê ketin
12:50 Dê refleksên rojnamevan Aykol ê hat entubekirin bên şopandin
12:38 Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome
12:22 Ji bo jiyaneke wekhev û azad dê Elewîtî bê gotûbêjkirin
11:53 Ji Abdullah Ocalan peyam ji bo konferansa Dayikên Aştiyê
11:50 Di şahiya li Şemrexê de ji bo Rojîn Kabaîşê edalet hat xwestin
10:17 Rojnamevanê Yewnanî yê ku belgefîlmên li ser Pontosê çêkiribû negirtin Tirkiyeyê
10:01 'Rêya aştiyeke mayinde di girtîgehan re derbas dibe'
09:25 ‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê'
09:10 Di serlêdanên kar ên wezaretê de pirsa 'nijadê'
09:06 Banga ji bo kurdî: Têkoşîna ji bo ziman berpirsiyariyeke civakî ye
09:00 ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN
17/10/2025
17:55 Bi girseyî serdana şîna Yilmaz û Sivaci hat kirin
16:49 Şînên endamên HPG, YJA Star û YPS’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:07 Ji bo Kutlu û Akbalik li Pirsûsê şîn hatin danîn
16:07 Li Silopiyayê 2 polîs ji ber ‘şêlandina welatiyan’ hatin girtin
16:01 Welatparêzê Kurd Hasan Yildirim wefat kir
15:04 Li Zanîngeha Egeyê ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Em ê bêdeng nebin
15:00 Amediyan bertek nîşanî Kurtulmuş dan: Gavên şênber biavêjin
14:59 Tulay Hatîmogûllari bi şandeya KESK’ê re hevdîtin kir
14:41 Kurtulmuş, çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
14:37 Tê payin ku rojnameger Aykol di nava rojê de were hişyarkirin
14:30 Kedkarên tenduristiyê piştgirî dan Nobeda Edaletê
13:59 Kurtulmuş li Amedê ye: Vê carê em ê bi serkevin
13:25 Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li xweza û li çavkaniyên avê derkevin