ENQERE - 3 girtiyên ku sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê hatin kirin rastî lêgerîna tazî, lêdan û pêkanînên xerab hatin.
Girtiyên bi navê Îsmaîl Berka, Hakkarî Aydogdû û Ertan Oren ên li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkdûzê ya Trabzonê dihatin ragirtin, bêyî daxwaza wan di 21'ê Nîsanê de sewqî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Erzînganê hatin kirin. Li gorî agahiyên ku malbatan dane, di rêwîtiya 8 saetan de 3 girtî bê xwarin û av hatine hiştin. Her wiha girtî dema di ketina girtîgehê de rastî ferzkirina lêgerîna tazî hatine. Girtiyan ji ber dijderketina li lêgerîna tazî ji aliyê gardiyanan ve hatin derbkirin û piştre ew xistin hucreya yekkesî.
SERLÊDANA LI ÎHÎK'Ê
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî tiştên ku qewimîn serî li Komîsyona Lêpirsîna Mafê Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) da. Di serlêdanê de hat gotin ku bi taybetî di dema veguhastinê de girtî rastî gelek binpêkirinan tên. Di serlêdanê de bal hat kişandin ser binpêkirinan hem li dijî peymanên neteweyî hem jî yên navneteweyî ne ku Tirkiye aliyekî wê ye û hat gotin: "Ez daxwaz dikim ku tavilê li pêşiya saziyên pêwendîdar însiyatîfên pêwîst bên destpêkirin, berpirsyarên binpêkirinan bên tespîtkirin û cezakirin û ji bo pêşî li binpêkirina mafên wekhev were girtin, tedbîrên binesazî werin girtin."
Di serlêdanê de her wiha hat diyarkirin ku malbat bi rojan nikarin xwe bigihînin girtiyê bi navê Îsmaîl Berka.
DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ
Di serlêdanê de ev daxwaz hatin kirin:
" * Ji Wezareta Dadê bê pirsîn ku veguhastina girtiyan bêyî agahiya malbatên wan û bêyî razîbûna wan hatiye kirin û li gel belgeyan daxwaza bingeha qanûnî bê kirin,
* Ji bo ku hîn bibin bê ka derbarê lêgerîna tazî, lêdan û tecrîdê de lêpirsîneke dadwerî û îdarî hatiye destpêkirin an na,
* Heke ne wisa be, ji bo lêpirsîna îdarî û edlî ya ji hêla Komîsyonê ve ji Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Erzînganê re nivîsek a fermî bê şandin,
* Komîsyona Lêkolîna Mafên Girtî û Hikumxwaran a di nava komîsyonê de, li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê serdaneke lezgîn bê kirin,
* Bi girtiyan re yek bi yek hevdîtin, muayeneya qeydên kamerayan, raporên doktoran, belgeyên referansê û hemû belgeyên din ên derbarê îdiayên lêdan û muameleya xerab bên lêkolînkirin,
* Nirxandina li ser rewşa tenduristiyê ya girtiyan û raporeke taybet bê amadekirin,
* Ji bo girtî karibin bi rêk û pêk bi malbatên xwe re têkiliyê deynin, tedbîr bên girtin,
* Malbatên ku di pêvajoyên referansê de neçar in ku wan ji berê ve agahdar bikin û di vê mijarê de daxwaza weşandina giştînameyê bê kirin,
* Di her merheleyên lêpirsînan de bi awayekî nivîskî agahî bê dayîn,
* Li ser rewşa giştî ya Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê ku gelo li gorî pîvanên mafên mirovan e yan na, rapor bê amadekirin û pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bê kirin."
* Erzincan Yüksek Güvenlikli Cezaevi’nin genel koşullarının ve insan hakları standartlarına uyup uymadığının ayrıca raporlanması ve Meclis Başkanlığı’na sunulması.”
PIRSNAME
Newroz Ûysal Aslan jî bi daxwaza Wezareta Edaletê bersivê bide pêşniyarnameyek pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir. Di pirsnameyê de ev pirs hatin kirin:
"Sedema veguhestina Îsmaîl Berka, Hakkarî Aydogdû û Ertan Oren ên ji Girtîgeha Tîpa T a Beşîkdûzê ya Trabzonê ji bo Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê çi ye? Bingeha qanûnî ya biryara sewqkirinê çi ye?
* Bêyî agahiya malbatên xwe veguhestina girtiyan gelo li gorî mewzûatê ye? Di vê mijarê de ji Wezareta Dadê tu giştîname an jî talîmatên wan hene?
* Di pêvajoya veguhastinê de tê îdiakirin ku girtî 8 saetan bê xwarin û av tên hiştin? Der heqê berpirsyaran de gelo lêpirsîn hatiye destpêkirin?
* Îdiayên ku di ketina Girtîgeha Erzînganê de rastî lêgerîna tazî hatine û ji ber ku girtiyan ev yek red kirine rastî lêdanê hatine? Di vî warî de gelo lêpirsîneke edlî yan jî îdarî hatiye destpêkirin?
* Li girtîgeha behsa wê tê kirin gelo delîlên wekî qeydên kamerayê û raporên doktoran ên der barê îdiayên lêdan û muameleya xerab de hatine komkirin? Aqûbeta van qeydan çi ye?
* Der barê rewşa tenduristiyê ya girtiyan de gelo nirxandinek hatiye kirin? Ger wisa be, encamên wê çi ne?
* Li ser şert û mercên giştî yên Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê û pîvanên mafên mirovan, raporeke heyî ya ji aliyê Wezareta Edaletê ve gelo hatiye amadekirin?”
MA / Firat Can Arslan