NAVENDA NÛÇEYAN - Îfadeya Selçûk Tengîoglû ya li emniyetê ku êrişî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel kiribû, derket holê.
Ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) merasîm hat lidarxistin. Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî tev li merasîmê bû û dema derketî, rastî êrişa kesê bi navê Selçûk Tengîoglû hat.
CNN Turk’ê xwe gihand îfadeya ewil a Tengîoglû. Êrişkar Selçûk Tengîoglû di îfadeya xwe de wiha got: “Di demên berê de min ji bo qerta xwarinê serî li CHP’ê da lê ji ber ku ne partiyî bûm, xwarin nedan min. Lewma jî ev demekî dirêj bû ji wan aciz bûm. CHP’ê bang li ciwanan kiribû ku dakevin qadan û hêrsa xwe ya ji bo vê bangê min di dilê xwe de digirt. Ez ji hotêla apart a li Taksîmê derketim û min bihîst ku bername heye. Dema çûm wê derê, inyeta min a êrişê tune bû lê dema min dîtî min nekarî hêrsa xwe kontrol bikim.”
2 ZAROKÊN XWE QETIL KIR
Piştî êrişê, derket holê ku Selçûk Tengîoglû di sala 2004’an de li Îskenderûnê zarokên xwe yên bi navên Bariş û Mutlu qetil kiriye. Tengîoglû, di sala 2020’ê de bi şert hatiye tehliyekirin û gelek qeydên wî yên sûc hene.