Kesên tev li şîna Onder bûn: Em ê têkoşîna wî mezin bikin

img

AMED - Welatiyên ku di tevahiya rojê de çûn serdana şîna Sirri Sureyya Onder a li Amedê, soza “mezinkirina têkoşînê” dan.  

Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Onder, ji hêla bi deh hezaran kesan ve li Goristana Zîncîrlîkuyu ya Stenbolê hate definkirin. Ji bo Onder, li rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan jî şîn hate danîn. Gelek kes hatin serdana şîna li Amedê hatibû danîn. 
 
Welatiyên hatin serdana şînê, Onder weke “Qasidê aştiyê” pênase kirin û gotin ku pir xemgîn in. 
 
'NAVÊ XWE LI DÎROKÊ NIVÎSAND’
 
 
Muşeher Ulker, da zanîn ku Onder ji ewil bi rêya filmekî nas kiriye û piştî tev li siyaseta Kurd bûyî jî derfet dîtiye pê re sihbetê bike. Muşeher Ulker, got: “Li ser fîlmê wî pê re axivîm. Min ji xwe dipirsî ka dikare bi tena serê xwe têbikoşe. Rojekê min ji Onder pirsî. Keniya û got; ‘Heke di mejiyê mirov de hebe, çi kar jî dibe bila bibe dawiya wê têkoşîn e.’ Wê demê gelek keyfxweş bûm û min ew hembêz kir. Ji ber mirina wî gelek xemgîn im. Navê xwe li dîrokê nivîsand. Wî ji bo gelê Kurd destê xwe danî bin kevir. Sembola aştiyê bû. Ji bo pêşeroja me têkoşiya. Gelek pê êşiyam ku beriya aştiyê bibîne çû. Têkoşîna wî didome.” 
 
 
Zekiye Yilmaz jî got ku ji ber xemgîniya xwe ya ji mirina Onder nekariya heta serê sibehê razê. Zekiye Yilmaz, Onder weke kesekî “kedkar” nirxand û got ku ew ê têkoşîna wî bidomînin. 
 
‘ME ALA WÎ DEWR GIRT’
 
 
Sema Koç ku tevî Onder di xebatan de cih digirt jî ev tişt anî ziman: “Têkiliyên wî yên bi mirovan re pir xurt bûn. Gotin û hestên wî bandoreke mezin li me tevan kiribû. Beriya wefata xwe, di hevpeyvînekê de digot ‘Ji bo aştî û biratî bê vê xakê ez amade me her berpirsyartiyê li xwe bigirim.’ Bêyî ku aştiyê bibîne me ew winda kir. Vê xakê zarokên xwe yên herî hêja oxir kir. Em xemgîn in. Xwezî encama têkoşîna xwe bidîta. Soza me heye ku dê aştî û biratiyê bînin vê xakê. Me ala wî dewr girt û ruhê wî bila şad be.” 
 
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERKEVE’ 
 
 
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter ku hatibû serdana şînê jî wiha got: “Onder, ji bo gelên bindest û kedkaran kesekî gelek biqîmet bû. Di tevahiya jiyana xwe de ji bo aştiyê têkoşiya. Ji bo gel, bawerî û nasname bi hev re bijîn têkoşiya. Ji bo gelek pir biqîmet bû. Berpirsyartiya têkoşîna rêhevalê me Sirri, li ser milên me ye. Banga me li hemû gelan û kesên demokrasî û edaletê dixwazin ew e ku xwedî li têkoşîna hevalê me Sirri derkevin. Soza herî mezin a ji bo Sirri, mezinkirina têkoşîna wî ye.” 
 
‘ŞÎNA ME DIDOME’
 
 
Ji Dayikên Aştiyê Necmiye Yaşar jî got ku Onder bi her awayî nûnerê nirxên mirovahiyê bû û got: “Em dixwazin êdî aştî bê. Bila kesek negirî. Sirri Sureyya Onder kesekî aştîxwaz bû. Em ê têkoşîna wî mezin bikin.
 
 
” Harun Ozunlu jî got ku dê rêhevalên Onder têkoşîna wî bidomînin û got: “Em xemgînin, şîna me didome.” 
 
MA / Bêrîvan Altan 

Sernavên din

20/05/2025
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir