'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’

img

AMED - Welatiyên çûn serdana şîna Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li avahiya DEM Partiyê ya Amedê, diyar kirin ku ew ê xwedî li berxwedana Onder derkevin. 

Piştî wefata Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, DEM Partiyê li hemû rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan şîn danî. Li avahiya DEM Partiyê ya Amedê jî şîn hate danîn û gelek welatî hatin serdanê. Welatiyên hatin serdanê, diyar kirin ku ew ê têkoşîna Onder bidomînin. 
 
Hedle Baran ku tevî temenê xwe yê mezin jî hatibû serdana şînê, diyar kir ku mirina Onder ji Semsûrê heta Stenbolê, ji Kurd û Tirkan heta hemû kes aniye ba hev û got: “Onder, dost û rêhevalên Kurdan bû. Sirri Sureyya Onder çavên gelek kesan vekir û rêya aştiyê vekir.” Nûrettîn Temîz jî got ku kedeke mezin a Onder di pêvajoya aştiyê de heye û wiha domand: “Ji gelê Kurd re gelek bû alîkar. Em bejna xwe li ber hemû şehîdên aştiyê yên Kurdistanê ditewînin. Hêvîdarim em ê van hewldanên wî bi ser bixin."
 
'LI PEY XWE MÎRATEYA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ HIŞT’ 
 
Endama PM’a ESP’ê Beycan Taşkiran jî diyar kir ku Onder tu caran dev ji têkoşînê berneda û ev tişt anî ziman: “Me li gel Onder gelek xebat meşandin. Yek ji bûyera ku di berxwedana Geziyê de gel xistiye nava liv û tevgerê, sekna Onder bû. Wê biryardariya wî bandor li her kesî kir. Ji serkeftina 7’ê Hezîranê heta bûyerên 6-8’ê Cotmehê û Plana Têkbirinê, HDP’ê pêvajoyên giran jiya û her tim bi serbilindî li cem partiya xwe cih girt. Jê re gotin ‘tu hunermendî, çi karê te di siyasetê de heye.’ Lê wî dîsa jî tu caran dev ji gelê Kurd berneda. Ya ku Onder li pey xwe hiştî, mîrateya têkoşîn û berxwedanê ye. Lewma jî pêşxistina wê berxwedan û têkoşînê, beriya her kesî, berpirsyartiya gelên Kurdistanê, çîna karker e.” 
 
'JI BO TÊKOŞÎNA WÎ TIŞTA JI DEST TÊ EM Ê BIKIN’ 
 
Hevserokê DBP’a Amedê Ahmet Dogan jî sihbeteke xwe ya bi Onder re vegot û wiha pê de çû: “Ji me re got; ‘Ez weke Tirkek dixwazin ji bo têkoşîna gelê Kurd kedê bidim. Ez ê vê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînim. Ji ber tiştekî gelek xemgîn im, ew her tim di dilê min de ma.’ Dema me pirsa ‘ew çi bû?’ jê kirî jî wiha got; ‘Min gelek dixwest ku gelê Tirk li Tirkiyeyê dakeve kolanan û bibêjin bi alaya Tirk danekevin kolanan û zilmê li xwişk-birayên me yên Kurd nekin.’ Ev gotin, çend sal berê kiribû û her di bîra min de ye. Bandoreke mezin li min kir.” 
 
Dogan, got ku Onder yek ji aktorên pêvajoya nû bû û wiha domand: “Hêviya gelan ji wî hebû. Kesayetekî xwezayî, kedkar, dilwêrek û li cem mazluman cih digirt. Serê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê sax be. Heta dilopek xwînê jî di laşê me de hebe em ê ala wî ya berxwedanê her li ba bikin. Ji bo têkoşîna wî bi ser keve em ê her tişta ji dest tê bikin.” 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê DDKD’ê Abdulhay Okumuş jî got ku wefata kesayetekî têgihiştî yê mîna Onder û ji bo aştiyê hewl dida, ji bo gelên Tirkiyeyê û bi taybet ji bo gelê Kurd windahiyeke mezin e. Okumuş, got: “Hebûna wî ya di vê pêvajoyê de dê şensekî mezin bûya.” 
 
'NÊZÎ GEL BÛ’
 
Reşît Koçeroglû (78) ku namzetê DEM Partiyê yê Stenbolê bû û bi Onder re xebitibû jî ev tişt anî ziman: “Min tu kes mîna wî dilnizm û nêzî gel nedîtibû. Bi zarokan re zarok, bi jinan re jin, bi kalan re jî kal bû. Qasidê aştî û demokrasiyê bû. Hevalê Sirri, dixwest ku hemû dinya demokrasî, xwişk-biratî û pêkvejiyanê bijî. Bi taybet jî ji sala 2011’an heta niha ji bo gelên Rojhilata Navîn bi hev re bijîn têdikoşiya. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

20/05/2025
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir