STENBOL - Endamê OHD’ê Baran Elma diyar kir ku xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye û got: “Bi vê yekê re hem azadiya wan tê binpêkirin hem jî ev rewş dê bi xwe re encamên jêneveger bîne.”
Di 26’ê Sibatê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 2 jê xwendekarên dibistana amadehî û 12 jê xwendekarên zanîngehê, bi giştî 14 xwendekar hatin binçavkirin û piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Ji xwendekarên hatine binçavkirin 12 jê li Girtîgeha Hejmar 5 a Jinan a Marmarayê (Sîlîvrî) tên ragirtin û xwendekarên dibistana amadehî ku yek jê 16 yek jî 17 saliye jî li Girtîgeha Zarokan a Maltepeyê tên ragirtin. Xwendekar, ji ber tevlibûna çalakiyan û nivîsandina nivîsan a li ser dîwaran tên sûcdarkirin. Li hêla din, ev du meh in hêj îdianameya xwendekaran nehatiye amadekirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan çendek roj berê mijar xistibû rojeva Meclisê û pêşnûmepirs dabû Wezareta Dadê. Di pêşnûmeyê de hatibû gotin ku mafê perwerdeyê yê xwendekaran “bi awayekî giran hatiye binpêkirin.”
'XETERE LI SER MAFÊ WAN Ê PERWERDEYÊ HEYE’
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Baran Elma diyar kir ku xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye û got: “Bikaranîna maf û azadiyan sûc nîne. Xala 42’yemîn a Destûra Bingehîn, mafê perwerdeyê ye. Li wir dibêje ku nabe kesek ji mafê perwerde û hînkirinê bêpar were hiştin. Tê gotin ku divê di her şert û mercan de ev maf bê cîbicîkirin. Anku mafê perwerde û hînkirinê yên welatiyan heke girtî jî bin divê bên parastin. Nayê qebûlkirin ku girtîgeh van mafan nas nekin û bi awayekî fiîlî asteng bikin.”
JI BO DOSYAYÊ BIRYARA NEPENIYÊ HEYE
Elma, da zanîn ku di dosyaya xwendekaran de biryara nepeniyê heye û axaftina xwe wiha qedand: “Heta doz neyê vekirin em nikarin xwe bigihînin naveroka dosyayê. Em nizanin ka sedemên neamadekirina îdianameyê çi ne. Li rexekî mafên azadî û perwerdeyê yên xwendekaran tê binpêkirin li rexa din jî delîl nayên komkirin. Bi girtina xwendekaran re ew ji mafê azadî, perwerde, hîndekarî û gelek mafên din bêpar hatine hiştin. Ev binpêkirin dê bi xwe re encamên jêneveger bînin. Ji bo mafê perwerde û hînkirinê, divê xwendekar tavilê bên berdan.”
MA/ Omer Îbrahîmoglû