COLEMÊRG - Welatiyên ku piştî salan çûn Zozana Şivişkiyê, Mendê, Kenger, Tirşok, Rêvas, Siyabo û Bukê ku bi awayekî xwezayî çêdibin, kom dikin.
Cureyên pincaran ku li Colemêrgê û navçeyên wê piştî berf heliya bi awayekî xwezayî şîn hatin, ji bo gelê herêmê ne tenê çavkaniya debarê ye, di heman demê de çavkaniyek girîng a xwarinê ye jî. Hin kes pincarên ku kom dikin ji bo debara xwe difiroşin, hin kes jî ji bo zivistanê hiltînin. Li herêma ku bi dehan pincarên derman ên wekî Mendê, Kengir, Tirşok, Rêvas, Bûkê, Alo, Sîrik, Stêrkê, Hegedan, Lûşe, Çorîn û Siyabo lê şîn tên, di dawiya meha Nîsanê dema berhevkirina pincaran dest pê dike. Welatî serê sibê zû, heta dawiya Hezîranê diçin zozana û van pincaran kom dikin.
Gundê Dizê yê Colemêrgê ji ber tunebûna avê hate valakirin û bi salan bi hinceta "herêma ewlehiya taybet" têketin û derketina gund hate qedexekirin. Piştî rakirina qedexeyan xelkê gund çû ser axa xwe. Şêniyên gund van navberan ji xwe re pincarê kom dikin. Gund, 44 km'an dûrî navenda bajar e. Li gndê ku niha weke Geliyê Şivişkê tê nasîn, niha tu kes lê najî.
Saît Çîftçî yê 67 salî, piştî salên dirêj hat gundê xwe, serê sibê saet di 05.00'an de dest bi çinîna pincaran dike. Çîftçî anî ziman ku ew pincarên ku berhev dikin ji bo mehên zivistanê depo dikin û wiha pê de çû: “Piraniya pincarên li vir dermanê nexweşiyên giran ên wekî penceşêrê ne."
JI BO ZIVISTANÊ HILTÎNE
Yek ji wan kesên ku li Zozana Şivişkiyê pincaran berhev dike jî Zehra Çîftçî ye. Zehra Çîftçiyê diyar kir ku heta niha tu carî ev deşt nedîtiye û wiha got: "Em danê sibehê hatin vir. Me gelek pincarên wekî Bûkê, Lûşê, Stêrkê, Kîvarkê berhev kirin. Pincarên ku min berhev kirin ez dibim malê, paqij dişom û dixim metereyan. Ji bo zivistanê em bixwin vedişêrim. Em di gelek xwarinên wekî birinc, savar, keledoş û dewînê de bi kar tînin."
Hacî Çîftçî yê 71 salî gazind dike ku ji ber dereng hatine. Çîftçî anî ziman ku berê ev zozan qedexe bûye û wiha got: "Berê bêyî destûra qereqolê ne pêkan bû hatina vir. Niha em dikarin bi rihetî werin û herin. Niha em dixwazin ku tirk û kurd li vî welatî bi azadî û wekhevî û biratî bijîn. Em dixwazin hawirdoreke aştî û aramiyê ava bibe."
Ji welatiyan Zubeyde Çîftçî ya ku piştî bi salan karîbû were zozanê jî wiha got: "Em pincarên ku berhev dikin di penîr û xwarinên xwe de bi kar tînin. Ev der, mîrateya bav û kalên me ne. Divê em van cihan neterikînin. Em pîr bûne û nifşên piştî me divê li van erdan xwedî derkevin. Piştî salên dirêj em hatin ji bo berhevkirina pincarê. Bîdona pincara bûkê, li gundê me bi 600 lîreyî tê firotin. Em jî, ji bo nekirin em hatin fêdê ji nahmetên xwezayê bigirin."
MA / Mazlûm Engîndenîz