NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê ragihand ku tevî biryara agirbestê û bidawîkirina xebatan jî êrişên dewleta Tirk berdewam in.
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê ragihand ku tevî biryara agirbestê ya di 1’ê Adarê de hatibû ragihandin û tevî biryara bidawîkirina xebatên PKK’ê jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî qadên Zap, Xakurkê, Metîna û Garê yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa tirk di navbera 13-18’ê Gulanê de gelek caran bi top û obûsan û bi teqemeniyên qedexe û balafirên şer êriş kiriye.