ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê Numan Kurtulmuş ji bo avakirina komîteyeke li Meclîsê berpirsyariyê bigire ser milê xwe.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda partiyê têkildarî civînên Meclîsa Partiyê (PM) û Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) civîneke çapemeniyê lidar xist. Ayşegul Dogan bal kişand banga Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya ji bo avakirina komîsyonekê li Meclîsê kir û bibîr xist ku beriya niha jî wan pêşniyareke bi heman rengî kiribûn.
BANG LI KURTULMUŞ KIR
Ayşegul Dogan wiha axivî: "Me beriya bi mehan bang li serokê meclîsê kir ku însiyatîfê werbigire. Me diyar kir ku ev mijar gelekî girîng e." Ayşegul Dogan da zanîn ku çareseriya pirsgirêka Kurd nikare ji demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêk bê û destnîşan kir ku divê hemû partiyên siyasî bi rexne û pêşniyarên xwe tevkariyê li pêvajoyê bikin. Ayşegul Dogan bang li Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Kurtulmuş kir ku di vê komîsyonê de bi berpirsyarî rabe û got, "Em qala parlamentoyeke ku di dîrokê de temsîliyeta herî bilind a siyasî dike, dikin. Di arîtmetîkeke wiha de me diyar kiribû ku em ê li ser komîsyoneke ku ji parlamentoyê wêdetir biçe û beş û dînamîkên din ên civakê di nav xwe de vehewîne nîqaş bikin. Ev yek jî bûye yek ji mijarên ku me gelekî li ser nîqaş kirin û li ser axivîn. Em difikirin ku di mijara vê komîsyonê de Serokê Meclîsê Birêz Kûrtûlmûş bi berpirsyarî rabe."
‘GELEK FIKARÊN CIVAKÊ HENE’
Ayşegul Dogan wiha axivî: "Gelek fikarên civakê hene. Derbaskirina van fikaran, wezîfeya herî girîng a parlamentoyê ye. Divê ev mijar di serî de berjewendiyên siyasî bê nirxandin. Li şûna nêzîkatiyên li ser bingeha dengan û fikarên bingehîn ên hilbijêran, pêwîstiya me bi nêzîkatiyeke yekpare heye. Eger em vê bikin, wê bi vî rengî bixebite, eger em vê bikin, wê bi kêrî DEM Partiyê were, eger em nirxandineke bi vî rengî bikin, wê bi kêrî AKP, CHP, MHP, DEVA, Gelecek, TÎP an jî EMEP'ê bê... Lazim e Tirkiye ji vê nêzîkatiyê rizgar bibe. Divê em dev jiberkirinên xwe berdin.
'EM Ê PÊVAJOYÊ VEBÊJIN'
Em li qadan bûn û em ê her li qadan bin. Em ê civînên li malan zêdetir bikin. Em ê hem pêvajoyê vebêjin û hem jî vê pêvajoyê birêxistin bikin. Ji ber ku ev pêvajoyeke hesas e. Di pêvajoyên bi vî rengî de rîsk hene. Em dixwazin tenê ji kêmkirina van rîskan wêdetir biçin û heke mimkun be, wan rîskan kêmtir bikin. Em dixwazin hemû qadên bi rîsk paqij bikin û bi zêdekirina desteka civakî re ji holê rakin. Ayşegul Dogan behsa nîqaşên der barê 10'emîn Pakêta Darazê de kir û got, "Beriya niha cîgirên serokê koma me li ser 10'emîn Pakêta Darazê û piştî hevdîtina bi Wezareta Dadê re di vê demê de divê çi bê kirin daxuyaniyeke berfireh dabûn. Piştî vê daxuyaniyê Wezareta Dadê jî daxuyaniyek da û heman serenavan vedihewîne. Ev yek wê çawa şekil bigire, wê di rojên pêş de zelal bibe."
'NAVNÎŞAN PKK Û OCALAN E'
Dogan têkildarî pirsa li ser gotinên Erdogan de ku gotibû 'Bêçekbûyîn YPG jî di nav de ye' wiha got: "Navnîşana yekser a vê mijarê, weke ku min berê jî anî ziman PKK ye. Rêxistin bi xwe û rêberê wê Birêz Ocalan dikare pirsên têkildarî pêvajoya bêçekbûnê bibersivîne."
Ayşegul Dogan di bersiva pirsa der barê "Destûra Bingehîn a Nû" de bal kişand ser pêwistiya destûra bingehîn a demokratîk û aştiyane.