ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ragihand ku ji bo xebatên destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kiriye.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, di Civîna Serokên Bajaran a Berfirehkirî ya partiya xwe de axivî. Erdogan, ragihand ku xebatên ji bo destûra bingehîn a nû dest pê kirine û got: “Em ê vî miletî ji şerma destûra bingehîn a derbeyê rizgar bikin. Ji duh ve min 10 hevalên xwe yên hiqûqnas peywirdar kir. Ev hevalên me yên hiqûqnas dê dest bi xebatê bikin. Bi vê xebatê re îşala em ê amadekariyên destûra bingehîn a nû bikin. Weke Tifaqa Cumhur em hêvî dikin ku bi partiyên din ên li Meclisê re vêcarê li ser zemîneke hevpar bên gel hev.”
‘TERZÊ SIYASETÊ YÊ ÇÊKER BI QÎMET E’
Erdogan, diyar kir ku piştî biryara PKK’ê ya berdana çekan derbasî “qonaxeke” nû bûne û ev tişt anî ziman: “Bi her qonaxa nû re hem hêviyên me hem jî barê me zêde dibe. Em di wê baweriyê de ne ku ev qonaxa ku hesas û ji provokasyonan re vekirî bê qeza û bela were temamkirin. Em her tim îradeya xwe ya xurt a ji bo serkeftina pêvajoyê vedibêjin Em hewl didin zimanekî çêker ku baweriyê dide 86 hemwelatiyan bi kar bînin. Di serî de DEM Partî, uslûbê partiyên siyasî yê di vê mijarê de cihê keyfxweşiyê ye. Em vî şêwazê siyasetê yê çêker biqîmet dibîni.”