ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û kongreya PKK’ê û got: “Êdî peywir dikeve ser milê TBMM’ê.”
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş li Meclisê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtin kir. Hevdîtin nêzî 25 deqeyan domiya û piştre jî Kurtulmuş û Bahçelî daxuyaniyeke hevpar dan. Kurtulmuş, destnîşan kir ku ew têkildarî pêvajoya heyî axivîne. Kurtulmuş, bi domdarî got ku piştî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên kongreyê yên PKK’ê êdî Tirkiyeyê dest bi pêvajoyeke nû kiriye. Kurtulmuş, bi domdarî got: “Ji bo ev pêvajoye bi awayekî aşkera, li pêş çavên gel û ji bo wekî hatiye plankirin pêş bikeve û bigihije encamê, êdî peywir dikeve ser milê TBMM’ê.”
'HEWCEYE KOMÎSYON WERE AVAKIRIN’
Kurtulmuş, bal kişand ser gavên hewceye li Meclisê bên avêtin û got: “Divê li Meclisê komîsyoneke ku bi beşdariya hemû partiyên siyasî were avakirin û ev komîsyon pêvajoyê bişopîne, kontrol bike û pêşengtiyê jê re bike. Hêvîdarim ku Meclis vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî bicih bîne û bi awayekî herî baş biencam bike. Di demeke ku li herêmê guherînên mezin diqewimin de firsendeke dîrokî kete destê Tirkiyeyê. Ev firsend jî berpirsyartiyeke bi ser siyasetê re bar dike. Ev ne pêvajoyeke wisa ye ku partiyeke siyasî bi tena serê xwe bicih bîne. Ev ne meseleyeke dan û standinê ye. Cîbicîkirina pêvajoya biratiyê ya ku bi dilxwazî were kirin. Hêvîdarim her kes destê xwe deyne bin kevir û berpirsyartiyên xwe bicih bîne. Û di bin kontrola Meclisê de, bi muzakereyan ev mijar temam bibe. Li vir berpirsyartî ya Meclisê ye. Ez bang li partiyên siyasî dikim ku bibin hevparên vê berpirsyartiyê.”
Kurtulmuş, pirsa “Gelo dê komîsyon were avakirin an na? Hûn li ser vê mijarê axivîn an na?” jî wiha bersivand: “Bêguman me bi hev re nirxand. Têkildarî şêweyê xebitîna Meclisê em axivîn. Dê di rojên pêş de were zelalkirin û em ê şêweyê xebata wê bi raya giştî re parve bikin.” Ji bo pirsa “Gelo dê komîsyon beriya betlaneyê were avakirin an na” jî got: “Dê di demekî herî kin de were avakirin.”