EDENE - AATUHAY-DER û OHD’ê li Edeneyê çalakiya “Ji girtiyên nexweş re azadî” li dar xistin.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Behra Spî (AATUHAY-DER) û Nûnertiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Edeneyê li Parka Înonuyê bi dirûşma “Ji girtiyên nexweş re azadî” daxuyanî dan. Xizmên girtiyan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê Yaşar Demîr metna hevpar xwend û got ku tecrîda girankirî, sepanên înfazê yên keyfî, binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyên nexweş û rejîma muebbeta girankirî li dijî rêgezên dewleta hiqûqê ye.
Demîr, bi bîr xist ku tekane saziya ku dikare ji bo taloqkirina înfazên girtiyên nexweş raporan Amade bike Saziya Tipa Edlî (ATK) ye û got: “Ev rewş dike ku ATK bibe saziya otorîte. ATK ne saziyeke serbixwe û bêalî ye. Şêweyê rêvebirina wê ya burokratîk, dike ku girtiyên nexweş gelek demê winda bikin. Ev rewş jî li gorî DMME’yê îşkence û miameleya dijî mirovahiyê ye. Li gorî daneyên gihiştine ber destê me, li Girtîgeha Suluca ya Edeneyê 13, li Girtîgeha Kurkçulerê 22 û bi giştî 35 girtiyên nexweş hene. Ji van rewşa 11’an giran e.”
BANGA BERPIRSYARTIYÊ
Demîr, xwest ku astengiyên li pêşiya mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş bên rakirin û wiha pê de çû: “Divê daxwazên wan ên taloqkirina înfazê tavilê bên qebûlkirin û bên berdan. Divê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran tavilê bên berdan û biryara taloqkirina înfazê ji hêla lijneyên tenduristiyê yên serbixwe ve bên dayin. Divê ATK tekane saziya biryardayînê nebe û nêrînên lijneyên zanistî û serbixwe esas bên girtin. Divê sepanên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tavilê bên bidawîkirin.”
Di berdewamê de Demîr bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Naskirina siyaseta demokratîk û aliyê hiqûqî” û axaftina xwe wiha qedand: “Bi van gotinên xwe îrade û biryardariya xwe ya di çareseriyê de jî raber kiriye. Sepana tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan ne tenê binpêkirineke maf a şexsî ye; di heman demê de li pêşiya pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê û pêvajoya aştiyê jî astengiyeke mezin e. Ji bo ev bang cihê xwe bibîne, divê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê were rakirin û mercên ku birêz Ocalan bikare ji bo aştiya civakî sûdewer be bên avakirin. Vekirina pêşiya rêyên çareseriya aştiyane ya Tirkiyeyê, ji bo pêkvejiyaneke li ser zemîna hemwelatiya wekhev û avakirina serweriya hiqûqê, di serî de girtîgeh divê ji bo tevahiya saziyên dewletê pêvajoyeke reformê bê destpêkirin. Hewceye sepanên keyfî û cihêkar ên li girtîgehan di meriyetê de tavilê bên bidawîkirin. Em bang li tevahiya civakê û raya giştî dikin ku di mijara binpêkirinên mafan de hestiyar tevbigerin, piştgiriyê bidin têkoşîna dewleta demokratîk û hiqûq û berpirsyartiyê li xwe bigirin.”