AMED - Danîşîna doza der heqê 15 kesên têkildarî kuştina Narîn Guran tên darizandin dê sibê bê dîtin û tê payîn ku biryar bê dayîn.
Narîn Guran a 8 salî ku di 21'ê Tebaxa 2024'an de li gundê Çûlî ya navçeya Rezanê ya Amedê winda bûbû û di 8'ê Îlonê de cenazeyê wê hatibû dîtin, du dozên cuda hatin vekirin. Ji ber "kuştina bi zanebûn a zarokekî bi hev re" der heqheqa dayika Narîn Guran Yuksel, birayê wê Enes, xalê wê Selîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar de îdîaname hat amadekirin. Di 28'ê Kanûna 2024'ê de, Yuksel, Enes û Salîm Guran bi cezayê giran ê muebetê hatin mehkûmkirin. Bahtiyar bi sûcê "xerakirin, veşartin an jî guhertina delîlên sûc" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Amedê biryara dadgeha herêmî erê kir.
DOZA DUYEMÎN DIDOME
Doza din a ku derbarê Guran de ji ber sûcê 'alîgiriya sûcdar' hatibû vekirin hê jî didome. Di doza ku li 17'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat dîtin de xizma wê Bîrsen, xalê wê Fuat, meta wê Maşallah Guran, hevserê xalê wê Mehmet Şevket Kaya, xizmê wê Muhammed Kaya û xebatkarê Salîm Guran Mehmet Selîm Atasoy tên darizandin. Xizma Guran Şeyma Kaya, meta wê Hediye, apên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Guran tevî 3 zarokan bêyî girtî tên darizandin.
LI BENDA BIRYARÊ NE
Yekemîn rûniştina doza ku 3 jê zarok 15 kes tên darizandin di 14'ê Nîsanê de pêk hat. Ji ber ku zarok di nava sûcdaran de ne, rûniştinên dozê ji çapemeniyê re girtî ne. Ji bilî bersûc, parêzer û xizmên bersûcan destûr nayê dayin ku kes tevlî rûniştinan bibe. Tenê destûr tê dayin ku Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Komeleya Pêşîlêgirtina Îstîsmara Zarokan a Mamosteya Saadetê (UCÎM) ku ji bo beşdarî dozê bibin destûr ji wan re hatiye dayîn.
Di îdîanameya ku di 29 'ê Nîsanê de pêşkêşî dadgehê hat kirin de dozger xwest ji bo 15 kesan bi sûcê 'veşartina sûc' ji 6 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê bê birîn. Rûniştina sêyemîn a dozê di 2'ê Gulanê de pêk hat û li bendê bû ku biryar were dayîn. Lê belê ji ber bahaneya ji aliyê parêzerên bersûcan ve hat pêşkêşkirin, ti biryar nehat dayîn.
Rûniştina çaremîn a dozê wê sibe pêk were. Tê payîn ku di vê rûniştinê de biryar were dayîn.