STENBOL - Malbatên ku dixwazin xizmên wan li goristana Kilyosê hatine definkirin, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û gotin, "Niha ne dema pêşbirka êş û azaran e; divê em bi hev re aştiyeke adîl û wekhev pêk bînin."
Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jorîn a Bedlîsê ji ber êrîşên leşkeran di navbera 8-17'ê Kanûna 2017'an de hate xerakirin û cenazeyên li goristanê hatin dîtin bi hinceta nasnameyê birin Stenbolê. Tevî ku 8 sal di ser re derbas bûne jî, gelek cenazeyên li sindoqên plastîk ên li peyarêya Goristana Kilyos a Stenbolê hatine veşartin, ji malbatên wan re nehatine dayîn. Xizmên kesên li Goristana Kilyosê hatin definkirin û ji ber şewitandina gundan ji neçarî koç kirin û niha li Stenbolê dijîn, daxwaza vegera cenazeyên xizmên xwe dikin.
Welatiya bi navê Zubeyde Adar (55) ji ber zextên dewletê di sala 1994'an de neçar ma ji gundê xwe Axkûsa girêdayî Tetwanê ye terk bike û wiha got: "Gundê me ji aliyê dewletê hat şewitandin. Mal û milkên me hatin tunekirin. Roja gundê me hat şewitandin bi îşkenceyê hevserê min binçav kirin. Li gund her tişt şewitandin, li ber çavê me hevalek bi panzerê qetil kirin. Gund bi pêkanînên hovane re rûbirû ma. Piştî ku gundê me hat şewitandin em çûn Wanê. Li wir jî em rastî zextên dewletê hatin û em neçar man hatin navçeya Başakşehîr ya Stenbolê. Li Stenbolê min peyvek jî tirkî nizanibû û li vir jî zextên dewletê dewam kir. Min bi îşareta destan daxwazên xwe dianî ziman. Ji bo debara xwe bikin em di înşatan de xebitîn. 50 sal in Kurdan gelek berdêl dan, lê her tim em aştiyê dixwazin. Em pêvajoya ku ji aliyê Serokatiya me hatiye destpêkirin destek dikin."
'EM HESTIYÊN XWE DIXWAZIN'
Zubeyde Adar anî ziman ku di nav 267 cenazeyên Goristana Xerzanê de cenazeyê Nedîm Adar (Zerdeş Tetwan) ê ku di sala 1993'an de tevlî refên PKK'ê bû û di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest da jî heye. Zubeyde Adar da zanîn ku ji bo testa DNA'yê xwîn dane lê heta niha bersiv nedane wan û wiha got: "Tiyê min di sala 1993 'an de tevlî PKK'ê bû û di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest da. Em tam nizanin bê ka tiyê min li kû, kengî û çawa şehîd bûye. Me tenê dizanîbû ku şehîd bûye û piştî şehadeta cenazeyê wî li Goristana Garzanê hate veşartin. Gelek hevalên ku şehîd bûbûn li Goristana Garzan hatin veşartin. Dewletê di sala 2017 'an de êrîşî goristanan kir, xera kir û bi rengekî namerdî cenazeyên li kilyos a Stenbolê li ser hev li ser hev defin kir. Dema ev rewş bû gel, mînakên xwînê ji malbatan hatin xwestin. Ji ber vê yekê em di sala 2018'an de çûn Bêdlisê û me mînakên xwînê dan. Ji wê rojê û vir ve têkildarî encamên testan ti pêşketin çênebûye. Em hê jî li benda encamên testên hestî ne. Wekî din, cihê ku cenaze niha lê ne jî navek jê re nehatiye dayîn; Em dixwazin hestiyên me bidin me."
'AŞTIYEKE WEKVEV Û ADIL DIVÊ'
Zubeyde Adar bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Em vê pêvajoyê erênî û guncaw dibînin. Divê hestiyên zarokên tu kesî di qutiyên plastîk de nedin wan. Ev 50 sal in em li benda aştiyeke bi rûmet in. Dem ne dema pêşbazîkirina êşê ye. Bi hezaran jinên Kurd ên mîna min zarokên xwe winda kirine û ji ber vî şerî neçar man e koç bikin. Di vê çarçoveyê de hemû cîhan li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaşan dike. Divê êdî pirsgirêka Kurd çareser bibe, divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Dewleta Tirk ji destpêkê ve dibêje ku ew dewleta hiqûqê ye, wê demê divê wê demê serî li hiqûqê bidin. Weke malbat em li edaletê digerin û divê ev edalet pêk were. Hin malbatên Tirk bi gotina, 'Zarokên me şehîd ketin, em ê aştiyê nekin' li dijî pêvajoyê derdikevin. Lê Kurd bi sedsalane rastî komkujiyan tên; bi hezaran zarokên me hê jî di girtîgehan de ne Em aştiyek wekhev û adil dixwazin. Em ê dev ji daxwaza edalet û wekheviyê bernedin. Lê daxwaza me ew e ku em bi hev re bi rûmet bijîn. Ez ji vir xîtabî dayikên Tirk û jinên Tirkiyeyî dikim. Werin em bi hev re dest bidin destê hev vê aştiyê wek jin ava bikin."
'BILA ASTENG NEKIN'
Bahar Tarhan (47) diyar kir ku xwîşka wê Nuray Gumuş (Candan) di sala 1992'an de tevli PKK'ê bûye, di 1995'an de li Bedlîsê jiyana xwe ji dest daye û ji ber zextên dewletê di sala 1994'an de neçar mane koçî Stenbolê bikin. Bahar Tarhan got ku li gorî texmîna wan cenazeyê xwîşka wê ji Goristana Xerzanê derxistine anîne Kîlyosê, heta niha gelek caran xwestine ji bo testa DNA xwîn bidin, lê tu encam bi dest nexistine û wiha axivî: "Em niha nizanin cenazeyê xwîşka min li ku ye. Tevî serlêdanê jî me ti bersiv negirt û li bendê ne. Em dixwazin astengiyên li pêşiya dîtina hestiyên me bên rakirin û ji me re bê dayîn."
'EM JIYANEKE WEKHEV Û AZAD DIXWAZIN'
Bahar Tarhan got ku ji bo pêvajo bi ser bikeve divê dewlet gav biavêje û wiha got: "Abdullah Ocalan bi bangeke girîng hewl dide aştiyê misoger bike. Lê pêwîste dewlet bi samîmî û durist nêzî vê bibe. Em televîzyonê vedikin û ferasetek heye ku PKK'ê çeka xwe daniye û pirsgirêk çareser dibe. Tenê ji ber ku PKK'ê çek daniye, nayê wê wateyê ku pirsgirêka Kurd çareser bûye. Ji bo wê jî wekheviya mafan pêwîst e û pêwîste gel bi hev re li hev bikin. Pêwîste mafên gelê Kurd ên pêncî sal in hatine xebitandin, bên vegerandin. Em qet nefikirîn ku divê em têbikoşin, zarokên me bimirin. Lê belê nêzîkatiyeke ku me înkar dike, me tine dihesibîne heye. Gelê Kurd her tim alîgirê aştiyê bû. Tevî hemû tiştên qewimîn jî em aştiyê dixwazin, lê em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Ji me re dibêjin 'Bira' lê ziman, etnîsîte û çanda kesên ku jê re dibêjin 'Bira' înkar kirine û avêtine çaleke bê binî. Tiştekî bi vî rengî nabe. Rêbertiya me jî behsa 'Birakujiyê' dike, lê dixwaze biratiyeke wekhev be. Em piştgiriyê didin Rêbertiya xwe."x
PIŞTGIRIYÊ DIDIN BANGÊ
Ji ber ferzkirina cerdevaniyê Gulbahar Erkiliç (60) di salên 1990'î de neçar ma ji Tetwanê koçî Stenbolê bike anî ziman ku kurê wê Azîz Erkiliç (Xeyrî Tetwan) di sala 1992'an de tevlî PKK'ê bû û di sala 2019'an de li Zozanên Faraşînê ya navçeya Elkê ya Şirnexê tevî 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Gulbahar Kiliç wiha got: "Em gelê Kurd gelek êş ji vê dewletê kişand, lê em naxwazin êdî mirovên din, dayikên din êşê bikişînin. Serokkomar ji destpêkirina vê dozê û vir ve timî qala 'Aştiyê' dike. Min qet nedîtiye ku dibêje divê şer hebe. Em niha jî piştgiriyê didin banga wî ya aştiyê. Ji ber ku ti şer nikare heta hetayê bidome; divê aştî çêbibe."
'AZADÎ BI AZADIYA OCALAN MIMKUN E'
Bahar Erkiliç destnîşan kir ku divê banga aştiyê ya Abdullah Ocalan ji aliyê her kesî ve bê destekkirin wiha dewam kir: "Aştî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê pêwîst e. Mirov xwe ewle hîs nakin, krîza aboriyê ketiye dewrê. Heta ku zarokên me biçin dibistanê û vegerin em bi fikar in. Bi rastî jî tu kes ji şîdeta li dijî jinan û îstîsmara zarokan ne bi fikar e. Yekane polîtîkayên di cih de şer, operasyon û girtinên li dijî Kurdan e. Bi salan e em dibêjin 'Aştî'; eger aştî hebe, hemû pirsgirêkên me dikarin bi hêsanî werin çareserkirin. Abdullah Ocalan mirovekî biaqil e; dema banga aştiyê dikir ji bo hemû dahatûyên me dibêje 'Aştî'. Rêbertiya me dixwaze hemû gelên Tirkiyeyê sûdê werbigirin û gelê Kurd jî dixwaze mîna gelê Tirk wekhev bijî. Ez di wê baweriyê de me ku eger Serokê me azad bibe, wê aştiyeke rasteqîn pêk were."
ÇI BÛBÛ?
Goristana Xerzan ê di navbera 8-17'ê Kanûna 2017'an de di encama êrîşên leşkeran de hatibû texrîbkirin. 267 cenazeyên endamên PKK'ê di 19 'ê Kanûna 2017'an de ji goristanê hatin derxistin. Demeke dirêj nehat zanîn ku cenaze bi ku ve birine. Bi rêya daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê ya 2'ê Çileya 2018'an hate hînbûn ku cenaze birine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Derket holê ku piştî demekê li Saziya Tipa Edlî hatin ragirtin, li jêrzemîna navçeyê ya ji bo nelirêtiyê hatiye diyarkirin li Goristana Kilyos a Stenbolê hatine veşartin. Malbatên ku xwestin cenazeyên xwe ji dest wan bigirin û ji bo vê yekê têkoşiyan, mînakên xwînê dan. Tevî ku 8 sal di ser re derbas bûne jî tê ragihandin ku hejmara cenazeyên radestî malbatên wan hatine kirin di navbera 20-30 de ye.
MA / Esra Solîn Dal