STENBOL- Hevseroka Dem Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar, bal kişand ser geşedanên der barÊ pirsgirêka Kurd û wiha got: “Wexteke derasayî dibugure, betlaneya meclisê mijarek bipirsgirêk e.”
Hevdîtinên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi mebesta ragihandina paradîgmaya nû ji bo civakê berdewam e, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ve dema nû şêwe girtî. Hevseroka Dem Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar, li Tirkiyeyê û li Kurdistanê civînên û hevdîtinên bi gel û sedana malbatan nirxand. Arîfe Çinar bibîr xist ku dewletê hêj gavên şênber neavêtiye.
Arîfe Çinar bal kişand ser avakirina komisyona li Meclisê û wiha got: “Ji ber betlaneya Meclisê ravekirin ku dê ev pêvajo bimîne payizê. Lêbelê ev pirgirêk a sedsalî ye. Her wekî ev pirgirêk li Tirkiyeyê tunebe û li sere nehatibe axaftin, betlaneya meclisê mijarek bipirsgirêk e. Lewr em vê pêvajoyê derasayî dibînin. Li gorî fikra min ji bo çareseriya vê pirgirêkê hewce bû Meclis neke betlanê. Her çendî ev komisyon di payizê de bê avakirin jî tenê ne bi endamên partiyan, bi beşdariya aliyên civakî yên li Tirkiyeyê ve dê watedar be. Niha em di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de ne. Lê li vî welatî pirgirêka Elewî, jin û pêkhateyên dîtir yên civakî hene. Fikra demokratbûna Tirkiyeyê heye û li ser vê yekê ji bo guhertina destûra bingehîn divê di komisyonê de temsiliyeta her kesî hebe dê encamên baştir bistîne. Ji bo pêvajoya aştiyê gavên şênber pêwîst e. Heta gavên şênber neyê avêtin dê civak der barê pêvajoyê de bi guman be.”
‘DÊ XEBATÊN ME BIDOME’
Arîfe Çinar ragihand ku wek partî xebatên xwe didomînin û wiha axaftina xwe domand: “Tevî kêmasiyan komisyoneke aştiyê hate avakirin û xebatên wê didome. Di vê komisyonê de kesên rewşenbîr û nûnerên komeleyên civakî hene. Der barê pêvajoyê de civînan saz dike. Wekî din em bi jinan re dicivin. Em bi jinên ji pêkhateyên dîtir re civînan lidar dixin. Em nêrînên beşdaran jî guhdar dikin û bi vî rengî civînan berdewam dikin. Hem bi komeleyên li Trikiyeyê û hem bi komeleyên li Kurdistanê re civînên me yên cidî hene. Em bi Elewîyan re civiyan. Li gel aştiya civakî armanca me yaavakirina civaka demokratîk heye. Hewldanên me hene ji bo uhertina hişmendiya zayendperestî, talana xwezayê, zêdekirina nûnertiya jinê. Em ê bi gelen dîtir re jî bicivin û di 24’ê vê mehê de em ê bi gele Çerkez re bicivin. Nexasim komele û saziyên olî ku em serdana wan dikin em ji wan ra qala nûneriya jinê di rêveberiyê de dikin. Em li ser civaka demokratîk dikin. Em ê tevî vê erkê xebatên dîtir jî li Stenbolê berdewam bikin.”
‘JI BO AŞTIYÊ BERPIRSYARÎ PARA HER KESÊ YE’
Arîfe Çinar diyar kir ku pêdiviya Tirkiyeyê, ya gelê Kurd û ya gelan bi aştiyê heye û peyamên baş ji civakê distînin û Arîfe Çinar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ger 52 sal li Tirkiyeyê qeyrana aborî heye û tundî di ava civakê de belav bûbe sedema wê şer e. Di civîn û di hevdîtinan de mme dît ku mesafeyek heye li hember polîtîkayên şer. Perpirsiyariyeke mezin dikeve para me. Berpisiyariyeke mezin dikeve para qada siyaseta demokratîk. Niha firsendeke mezin heye û hemû beşên civakê divê vê firsendê binirxîne. Ji bo aştiya civakî çi ji destê tê divê em bikin. A ku dê guhertinê çêbike civak e. Ji bo vê em xwedî li vê pêvajoyê derbikevin û li her dere xabtên aştiyê bimeşînin. Divê me vê civakê bi hevre veguherÎnin civakeke demokratîk.”
MA / Melîk Çelîk