ENQERE - Serokê meclisê Nûman Kûrtûlmûş piştî hevdîtina DEM Partiyê daxuyanî da û wiha got: "Em dixwazin di rojên pêş de li meclisê komîsyon bê avakirin û xebateke baş bê kirin."
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş çû serdana Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan û piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayîn.Tulay Hatimogullari got, "Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' li dû pêşveçûnan berpirsyarî û wezîfeyên mezin di ser milê parlamentoyê. Me îro li ser van mijaran jî nîqaş kir." Tulay Hatimogullari diyar kir ku Nûman Kurtulmuş dê di dema pêş de dest bi xebatên komîsyonê bike û wiha got: "Em ji bo van serdanên nazik spas dikin."
KOMÎSYON DÊ BÊ AVAKIRIN
Kûrtûlmûş anî ziman ku wan li ser berpirsyariyên parlamentoyê yên ewlekirina yekitî û hevgirtinê û pêşvebirina pîvanên demokratîk ên Tirkiyeyê nîqaş kirine û wiha got: "Piştî daxuyaniya ku ji Îmraliyê hat dayîn, piştî ragihandina çekdanînê, mijar anî wê radeyê ku êdî dikare li parlamentoya ku navenda vîna neteweyî ye, dilê demokrasiya Tirkiyeyê ye bê nîqaşkirin. Em di wê baweriyê de ne ku divê hemû aliyên siyasî bi awayekî çêker ji vê firsenda dîrokî sûdê werbigirin da ku ev pêvajo bi lez bi encam bibe û li Tirkiyeyê ajandayeke nû were destpêkirin Ez hêvî dikim ku komîsyona ku dê di rojên pêş de li meclisê bê avakirin bi awayekî baş bixebite. Têkildarî bê ka komîsyon wê çawa were avakirin û kîjan rêbazên xebatê wê bixebitin em ê haziriyên pêşîn ên berbiçav bikin.''